Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Dewleta tirk kurdê lewaz xwefiroş û noker dixwaze

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Kurdistanê axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker kurdek lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistanek parçe parçeyî dixwaze. Ji bo wê divê tevayî hêzên kurdan bibin yek û li dijî vî dijminê zalim derkevin.” Hewiha Çuçanî got ku Diyar Xerîb em fêrî kurdayetî kirin û ewê şopdarê xeta wî bin

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk  li ser xaka başûrê Kurdistanê û rola Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb (Helmet) di avakirina yekitiya netewî de ji Rojnews’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Mihemed Çuçanî êrîşên dewleta tirk li ser Qendîl û Xakûrkê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk xelkê sivîl qetil dike. Ji ber wê yekê em van êrîşan şermezar dikin. Em li ser xak û welatê xwene. Dagirker me li ser xaka me qetil dikin. Gelê me li ser sînor mijûlî xwedîkirina sewalane, ew bê gunehin lê têne qetilkirin.”

Têkildarî şehîdxistina Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) jî Mihemed Çuçanî wiha got: “Dewleta dagirker a tirk şoreşgerê gelê me Diyar Xerîb kirin armanc û şehîd xistin. Lê divê dost û dijmin vê yekê baş bizane, gelê me xwediyê hezaran Diyar Xerîbane û dikarin mîna wî pêşengtî ji gelê me re bikin.”

Rista xwefiroş û nokeran

Di dewama axaftina xwe de têkildarî rolê şehîd Diyar Xerîb yê ji bo pêkanîna yekitiya netewî jî Mihemed Çuçanî wiha got: “Hemû hewildanên Diyar Xerîb ji bo yekgirtina gelê kurd bû. Li gorî wî kurd hemû birayê hev bûn.  Ji ber ku xwedî taybetmendiyek wisa bû ji aliyê dijminan ve hate hedef girtin. Ji ber ku dewleta tirk kurdên mîna wî naxwaze ji bo wê xistin hedef.  Dewleta tirk dijminê gelê kurde, ji ber ku naxwaze kurd xwedî hêz û yekgirtîbe. Dewleta tirk kurdek lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistanek parçe parçeyî dixwaze.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Mihemd Çuçanî da zanîn pêwîste berpirsên kurdan hewildan ji bo yekgirtinê bikin û wiha pêda çû: ” Ger em yekgirtîbin rê nadin kesek zilmê li me bike. Ger xwedî yek hêzê bin, em ê bikarin ew destê ji bo dagirkirina xaka me dirêjdibe bibirîn. Dijmin hertim dixwazin di nava kurdan de kesên xwefiroş hebin. Bi zanabûn hinek kurdan dixe bin destê xwe ji bo tevlîheviyan dinava kurdan de çêke. Ger serkirdeyek xemxwerê gelê kurd hebe, dijmin hemû hewildanan dike ji bo ew serkirdeyê kurd nehêle. Ev yek jî bi rêya kesên xwefiroş dike.”

Mihemed Çuçanî di nava axaftinên xwe de balkişand ser dîroka têkoşîna gelê kurd û hedefgirtina serkirdeyên kurd û wiha got: “Ji Şêx Seîdê Pîran bigre ta Qazî Mihemed û gelek serkirdeyên dilsozê gelê kurd ji aliyê dijmin ve hatin şehîdxistin. Diyar Xerîb jî ne serkirdeyê yekeme tê şehîdxistin. Bi sedan serkirdeyên me kurdan hene mîna wî li ser xak û welatê me hatine şehîdxistin. Hertim em li ser xaka xwe têne qetilkirin.”

Amadene ji bo xaka xwe canê xwe bidin

Mihemed Çuçanî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramberî êrîşên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê jî şermezar kir û wiha got: “Diviya bû hikûmeta herêmê bi çavê bavitî li gelê xwe temaşe bikira, gotiba ev xelkê ku tê kuştin û dibin qurbanî xelkê min e, bila herî kêm van êrîşan şermezar bikira. Ji ber bê helwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê xelkê herêma Biradostê xwe birêxistin kirine û bi xwe parastina xwe dikin. Ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Ji ber ku erkê her kurdekî ye dema dijmin êrîş bike, ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bike.”

Herî dawî jî Mihemed Çuçanî wiha got: “Serok Apo dibêje mala xwe bi parêzin. Ji bo wê di ber kurdayetî de amadene şer bikin heya em şehîd dibin. Me bi yekgirtinê DAIŞ’ê tune kir, ez di wê baweriyê de me em yekgirtîbin tû dijminek nikare yek bost xaka me dagirbike.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar