Navenda Nûçeyan |
Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê didomin, hikumet û aliyên siyasî jî bêdengiya xwe diparêzin. Cîgirê Rêveberiya Malbenda 1 ya YNK’ê, Niyazî Hewramanî der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr ji Ajansa Rojnews re axivî.
Hewremanî da zanîn ya ku tê kirin, destdirêjiya ser mafê cîrane û wiha got: “Bi çi hincetek be, ev yek tê wateya êrîşa ser nîştimana Kurdistanê. Divê Iraq û parlamentoya Herêma Kurdistanê hemberî vê destdirêjiyê, xwedî helwestek cidî bin.”
Hewramanî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Êrîş dibin sedema şewitandina bax û cihên geştiyariyê. Mizgeft û nexweşxane tên xirabkirin. PDK reklama Tirkiyeyê dike, mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya herêmê jî, reklamek zêde ji bo Tirkiyeyê dikin. Di rastiyê de Tirkiye biryara dagirkirinê daye. Çi niha be, çi demek din, dixwaze vê yekê bike. Divê Iraq û herêm vê yekê qebûl neke.”