Dewleta tirk a dagirker li baregeha hevpar a YAT û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê xist. Di êrîşê de 2 endamên YAT’ê şehîd bûn, 3 jê jî birîndar bûn.
Dewleta tirk a dagirker îro li gorî saeta herêmî saet dora 12.00’an de li baregeha hevpar a Yekîneyên Antî Terorê (YAT) û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê da.
Di bomberdûmanê de 2 endamên YAT’ê şehîd bûn û yek jê fermandar 3 endamên YAT’ê jî birîndar bûn. Hat diyarkirin rewşa 2 birîndaran giran e.
Hêzên ku di baregeha hevpar de bûn, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar dixistin.