Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Dewleta tirk li Başûr PDK li Bakur jî Huda-Par bikar tîne’

Eren anî ziman ku dewleta tirk a dagirker û qirker bi destê  AKP û MHP’ê fonksîyona ku PDK li başûrê Kurdistanê dibîne dixwaze li Bakur jî bide Huda-Parê û bal kişand ser vî tiştî ku tê xwestin qirkirina kurdan ji ser kurdên olperest were domandin.

Endamê Komîteya Baweriyê ya PKK’ê Cîhan Eren derbarê xetereyên ku wê tifaqa AKP, MHP, Huda Par û PDK’ê ava bike û êrîşên çandî yên li ser elewiyan ji ANF’ê re axivî.

Nirxandinên Endamê Komîteya Baweriyê ya PKK’ê Cîhan Eren wisa ye:

Di hilbijartinên dawî de li Tirkiyeyê tifaqên nû hatin avakirin. Tifaqa AKP-MHP’ê hemû komên olperest û nijadperest anî ba xwe û kete hilbijartinê. Ev polîtîka di warê nasnameyên gel û baweriyê de çi xetereyan derdixe holê? Dema ku AKP-MHP-Hîzbullah, kom û kesên din ên olperest û nijadperest ên tirk û kurd tên ser desthilatdariyê, ji ser pratîka wan a çend mehan mirov dikare nirxandineke çawa bike?

Ji bo bersiva vê pirsê, pêwîst e divê mirov lê binihêre, ev tifaq çima û çawa derketiye holê. Dewleta tirk di hilbijartina dawî de li gorî xwe, sererastineke navxweyî çêkir. Neçar ma hemû hêmanên dewleta kûr ji quncikên tarî derxîne holê. Di vir de Hîzbûllah kongtagerîlayên li Kurdistanê ne. Hakan Fîdan wek devşîrmeyekî kurd ji aliyê Daîreya Şerê Taybet hatiye perwerdekirin. Hêmanên din û yekîneyên girêdayî, bi hev re bûn desthilatdar.

Ew kî ne, xwe dispêrin bingehek dîrokî ya çawa? Xeta wan a siyasî ji ku tê? Çima pêdivî bi tifaqa wisa dîtin?

Ev kom dûmahîka rêxistina bi navê Îttîhad û Terakkî bi taybetî jî ya Teşkîlatı Mahsûsa ye. Bêguman ne bi tenê ev in. Li Tirkiyeyê krîza dewlet û rejîmê heye. Ji ber ku tu gotin û polîtîkayeke wan a ku karibin pirsgirêkan çareser bikin û bi berfirehî tevgerin, bi gotina Îslamî piçekî din bûn Selefî û vegeriyan ser ‘koka xwe.’ Ji ber ku krîz kûr bû, diviyabû hemû klîk û tîmên dewleta kûr li hev kom bibin û hikûmeteke tam a şerê taybet ava bikin. Her wiha mirov dikare ji wan re bêje bermayiyên her cure olperest û nîjadperestên burokrasiya Osmaniyan e ya ku di Şerê Cihanê yê Yekemîn de têk çûne û cihek tuneye ku biçin wir.

Ev yekîneyên tarî yên NATO’yê ne, ku piştî salên 1950’î li dijî tevgera çepgir, sosyalîst, welatparêz û demokratîk di bin navê Desteya Pêkanîna Seferberiyê li Tirkiyeyê hatine rêxistinkirin. Di nav vê girseyê de devşîrmeyên kurd û hêmanên din hene ku di salên 1970’î de dema ku tevgera Apoyî li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi têkoşînê kir, ji bo temamkirina qirkirian kurdan bi taybetî hatine wezîfedarkirin, piştgiriya pergala global a navneteweyî stendine û bawerî pê anîne ku ji bo ku kurd bibin tirk û Kurdistan jî bibe Tirkiyeyê divê kurd werin tunekirin. Her wiha tê zanîn ku ev hemû bi îdeolojiya senteza tirk-îslamê bi darbeya leşkerî ya 1980’î ​​li nava dewletê bi cih bûne û gav bi gav xwe rêxistin kirine.

Piştî darbeya Fethûllahiyan a di 15’ê Tîrmeha 2015’an de ku jê re digotin ‘nîmeta Xwedê’, di bin navê AKP û MHP’ê de ne bi tenê li dijî çepgir, sosyalîst, kurd û elewiyan, li dijî kesên li ser xeta Kemalîzmê jî bi awayekî wêrek bi gotin û sloganên îttîhatperestî jî daketine qadê. Di hilbijartinên dawî de bi ser neketin. Mirov bibêje wan xeta Kemalîst têk birin wê rasttir be. Hilbijartina li Tirkiyeyê ne hilbijartineke di navbera partiyan de bû. Hilbijartina di navbera sê xetên siyasî de bû. Xeta şoreşger, demokratîk û welatparêz ku xeta sêyemîn bû, hebûna xwe parast.  Lê xeta bi navê CHP’ê têk çû. Bi vî awayî derket holê ku li Tirkiyeyê du xetên siyasî yên bingehîn hene, ew jî faşîzma ol perest û xeta welatparêz a çepgir a demokratîk e. Ji ber ku dewlet di bin serweriya olperest û nijadperestan de bû, hikumeta wan her dem xetere bû. Dewlet ji bo hikûmetê dixebite, hikûmet jî ji bo dewletê dixebite. Dema ku bixwazin dikarin wekî dewletê, dema were hesabê wan jî wekî hikumetê dikarin tevbigerin. Ji ber vê jî, vê siyaseta wekî bûkalemûnan ji rengekî dikeve rengekî din, bi hêsanî dikin.

Tifaqa olperest û faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide krîza aborî ya kûr a bi nîjadperestî û îstîsmara olî pêk aniye bi rê ve bibe. Çi li hundir û çi li derve, ji îstîsmara olê û gotinên nijadperestî çi hêvî dikin?

Têkiliya gotinên wan ên nijadperest û olperest bi derve re gelekî kêm e. Wekî mînak êdî ne ereb û ne jî li Ewropayê tu kes bala xwe nadinê ku tirk çi dibêjin. Ev tişta em qal dikin ji bo hundir e. Wê demê divê ev pirs were bîra mirov, gelo çima hikûmet û mûxalefeta di nav pergalê de, îstîsmara olî dikin, di warê nijadperestiyê de bi hev re ketine qayîşkêşanê? Propagandaya xwe li ser vî esasî ava dikin. Bêguman ji bo qirkirina li ser kurdan temam bikin. Kurdan ne êrîşek e ku dewlet tenê bi êrîşa leşker û polîsên xwe encamê bistîne. Dewleta tirk difikire ku eger kurd hem weke gel û hem jî weke ferd bindest bin, bên girtin, îşkencekirin, werin tirsandin, bi zimanê xwe nikaribin biaxivin û bi zimanê xwe nikaribin stranên xwe bibêjin, qaşo wê encamekê bistîne. Ji ber vê jî li gorî wê divê gelê tirk bi îstîsmara olê werin xapandin, bi nijadperestiyê re jî bibin dijminên gelê kurd. AKP û MHP di heman demê de tifaqa mêtingeriya nirxên olî û etnîk e.

Dema Îttîhat û Terakkîyan di destpêka sedsala 20’an de ermenî, asûrî-suryanî, gelên Balkan û ereb xistin bin qirkirinê, fikra wan ev bû ku wê dewleta Osmaniyan ji hilweşandinê rizgar bikin, axa xwe ji destê wan derketiye careke din dagir bikin. Di encamê de li ser eniya tirkan deqeke reş çêkirin ku di dîrokê de wê her dem şopa wê hebe. Li aliyê din Îttîhatparêzên sedsala 21’an hesab dikin ku bi qirkirina kurdan re wê komara tirk ji hilweşandinê rizgar bikin û xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bînin. AKP-MHP di rastiyê de serî li gotinên olperestî û nijadperestiyê ya ku metodeke îttîhaparêziyê ye û dema vî tiştî dema di pratîkê de pêk tîne armanca wê ev e ku ji bo qirkirina kurdan di hundir de piştgiriyê biafirîne. Ev qatilên ku bi hejmara kurdên ku kuştine pesnê xwe didin, ji bo bijîn civakê bi olê dixapînin û bi nijadperestiyê jî wan motîve dijin. Tevî hemû hewldanan jî hejmara kesên ku bi vê rêbazê dixapînin ne nîvê civakê ye. Ev beş wê bêtir jî kêm bibe. Nexwe ji bo komara tirk temamkirina qirkirina kurdan, meseleyeke man û nemanê ye. Ji bo qirkirinê bi encam bikin divê kurd werin tecrîdkirin, dora wan were girtin. Bi êrîşa tecrîda li ser Rêber Apo re, ev tişt dibe lûtkeya tecrîd û dorpêçê û ya herî stratejîk.

Qirkirina kurdan ne tenê qirkirineke fizîkî ye, bi awayekî girantir qirkirina çandî ye. Di qirkirina çandî de xerakirina nirxên baweriyê jî heye. We diyar kir ku AKP-MHP dixwaze qirkirina kurdan temam bike. Îcar,TC di vê êrîşê de çawa baweriyê û bi taybetî îslamê li dijî kurdan bi kar tîne?

Dema ku Împaratoriya Osmanî xelîfetî ji destê serwerên ereb stand, di îslamê de yekem car serdestiya siyasî ket destê serwerên tirk. Di serdema Abdulhamîtê II’emîn de, nijadperestî jî li vê serweriya siyasî hate zêdekirin. Ji ber vê yekê kurd him bi bandora gotinên Îslamî û him jî bi bandora gotinên olperest ên nîjadperest asîmîle bûn. Vê bandorê encamek wisa derxist holê, dema hinek nirxên etnîk ên kurdan anîn ba îslamê ji vî tiştî re gotin guneh e. Vê beşê prensîba ‘bawermendî tê wateya mirovbûna baş, mirovê baş mirovê bawermend e’ ya di bîra kurdan de ji bo xapandina Kurdên Misilmann bi kar anîn û hewl dan wan bi serwerên tirk ve girêbidin.  Ev tişt bû sedem ku di destpêka sedsala 20’emîn de di pêvajoya nasnameya neteweyî û mafê tayînkirina qedera xwe de, kurd bêyî polîtîka û bêyî têkoşîn hişt û careke din kurd mûxtacî serwerên tirk hatin kirin.

Edebiyat û axaftinên olî yên ku welatparêziya Kurda pêş xist û hişmendiya netewî dida, li cem beşeke mezin a kurdên misilman bi xurtî dihate jiyîn. Ji ber vê jî dema ku Kemalîstan awayê Osmanî yên îslamiyeta desthilatdar qedexe kirin, bi vê re medrese û tekkeyên ku welatparêziya kurd, ziman û wêjeya kurdan lê dihatin geşkirin jî girtin. Lê belê ji serdema Osmaniyan ve hema bêje hin derdorên mezhebî yên kurd ên ku bi dewletê re hevkarî dikirin jî hatin paşguhkirin. Îslamiya çandî ya ku alimên welatparêz ên wekî Şêx Seîd ew temsîl dikirin, bi gotina serî hildane hate tasfiyekirin û qad ji hevkarên dewletê re ma. Di sedsala 20’emîn de ev beş xwedî kirin. Propagandaya wan hate kirin. Bi destê wan xwestin gel di bin kontrolê de bigirin. Mînak hinek malbatên terîqetan hene ku endamên wan her dem dibin parlementer. Wekî Septîoglû û Taşkesenlîoglû. Têkoşîna azadiya Kurdistanê di nava gelê kurd de hişmendiya neteweya demokratîk pêş xist û ev polîtîkaya qirkirinê têk çû. Derdorên kurd ên Nakşî yên ku têkiliyên wan ên siyasî û aborî bi dewletê re hene, bi taybetî di hikûmeta AKP’ê de ji bo gelek armancan tên bikaranîn. Di hilbijartinên dawî de Hîzbullah a ji aliyê Ergenekonê ve hatibû organîzekirin jî hat xurtkirin. Jixwe dewlet ji bo ku van derdorên kurd baştir bi kar bîne û herî zêde ji wan bi kar bîne, AKP’ê li ser desthilatdariyê dihêle. Dema ku têkoşîna me ev rêbaza êrîşa ku di sala 2002’an de ji aliyê AKP’ê ve hatibû destpêkirin têk bir, neçar man ku di hilbijartinên 2023’an de stratejiyeke nû bixe meriyetê.

Di stratejiya ku di sala 2002’an de bi AKP’ê re hat meşandin û ji ber ku tu encam negirt de polîtîkayeke nû li şûna wê hat bicihkirin de, çi polîtîka hene?

Di nava vê stratejiyê de ev tişt heye ku gelê kurd ê Misilman wê bibin hedefa kesên qaşo kurd û misilman in. AKP’ê heta niha propagandaya vî tiştî dikir û vê carê Huda Par di serî de ya ku partiya siyasî ya Hîzbûllahê ye, bi dewşirmeyên kurd re vî tiştî bidin gotin. Cewhera vê stratejiyê ev e. Beşeke mezin a gelê kurd fêm kirine ku AKP faşîst e, di warê qirkirina kurdan de herî zêde ew êrîşan dike û li hemberî Rêber Apo jî dijminatiya herî mezin dikin. Ji ber vê yekê, ji ber ku gotinên van faşîstên olperest ên ku olê îstîsmar dikin nikare bandorê li kurdan bike, ev beşên xayîn û dewşirme derxistin pêş.  Ev planeke wisa ye ku kesên li ser navê dewletê axivîbû gotibû ‘Hûn ê deh sal şûnde encama wê bibînin.’ Di vê planê de ev tişt heye ku TC dixwaze kurdan bike qurbana xwe, wan li Rojhilata Navîn li derveyî guherîn û veguherînê bihêlin gelê kurd careke din bêyî nasname, bêyî statu û bêyî welat bihêlin û kurdan di sînorê olperestiya ku kontragerîlatiyê diafirînin de bihêlin.  Dema ku zarokên gelê kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de nirxên mirovayetiyê parastin, gelên Misilman ji êrîşên herî qirêj û qirker ên Îslama desthilatdar parastin, xwestin sempatiya ku li dinyayê ji bo gelê kurd ava bûye, berevajî bikin. Armanca vê stratejiyê ev bû ku kurdan careke din têxin nav vê feraseta qirêj, wan di nav pirsgirêkên wan ên navxweyî de bêyî polîtîka bihêlin.

TC bi xapandinê û bi olperestiyê hewl dide Kurdan bikişîne nava pozîsyona paşverûtiyê. Heman êrîşan li dijî gelê ereb jî dike. Va ye çeteyên ku ji Sûriyeyiyan wergirtine, li ser zarokên Ereb êrîşên asîmîlekirinê dike. Li cem Kurdan bergîdaniya vî tiştî jî cerdevan, PDK û Huda Par e.

Dema em bi vê perspektîfê li geşedanên piştî hilbijartinên dawîn dinêrin, pir aşkere tê dîtin ku Komara Tirkiyê li dijî guhertin û veguhertina gelê kurd û ereb û avakirina sîstema neteweya demokratîk e. Bi taybetî jî bi rêya Sûriyeyê hewl dide vê bike. Axa Sûriyeyê dagir dike. Hewl dide li Sûriyeyê di navbera kurd û ereban de nakokî û şer çêbike. Wisa dide xuyakirin qaşo kurd dagirkeriyê, faşîstiyê û îslama desthilatdariyê dike. Dixwaze di navbera gelan de pevçûnan çêbike, wan bi hev bide şerkirin û armanca xwe pêk bîne. Serwerên tirk herî kêm sê sed sal in gelê kurd û ereb ji geşedanên serdemê dûr dixîne û dixwaze xwe di pozîsyoneke jor de bi cih bikin. Osmaniyan ji geşedanên zanistî re digot ‘îcada kafiran e’ û gelê me ji geşedanên serdemê qut kiriye. AKP û MHP îroj jî dijminatiya demokrasiyê dike û dixwaze gelên me ji van geşedanên serdemê mehrûm bihêle.

Gelo armanca tifaqa AKP û MHP’ê ev bû ku di hilbijartinên 14-28’ê Gulanê de Huda Parê bikişîne ba xwe, vê avadaniya kontra dîsa bi kar bîne. Ev bikaranîn xetereyên çawa bi xwe re tîne? Bi vê armancê di warê şênber de çi tê kirin, êrîşên çawa hene?

Dewleta tirk bi taktîka kontra-gerîlla ya ku berê kiribû, îro li Bakurê Kurdistanê Hizbullahê weke partiyeke siyasî dide nîşandan û dixwaze vî tiştî bike. Berê hînî van kesan dikirin ku wê bi sûîkast, girêbenda girêdana berazan wê çawa îşkenceyê bikin û çawa ji paş ve bi satoran mirovan qetil bikin. Wê demê li qereqol û garnîzonên leşkerî dihatin parastin. Niha jî li ser vê yekê tên perwerdekirin ku çawa bi olê kurdan bixapînin û bi îslamê çawa kurdan ji têkoşîna neteweya demokratîk derxînin. Niha bi awayekî vekirî li medrese, mizgeft û şaredariyên hatine desteserkirin tên bicihkirin. Diyanetê beşeke girîng a mizgeftan dane wan. Dewlet bi taybetî ciwanan hedef digire û bi eroîn, fuhûş û diziyê, ciwanan ji cewhera wan dûr dixîne. Di heman demê de krîza aborî ya li Tirkiyeyê feqîriyeke mezin afirandiye. Dewlet hewl dide ku Hîzbullah û civakê careke din bîne cem hev, îdia dike ku bi rêya Hîzbullahê wê van texrîbatan telafî bike. Yanî di civakê de wisa didin xuyakirin ku Hîzbûllah tevgereke Misilman e, alîkariyê dike, pêşî li rizîna civakê digire. Bi taybetî bi medrese, mizgeft, şaredarî û qursên Quranê vî tiştî dikin.

Ev avadanî di heman demê de li Kurdistanê êrîşî têkoşîna jinên kurd û geşedana civakî ya ji ber têkoşîna jinan dike. Ji ber ku ev tifaqa paşverû, beriya her tiştî tifaqa dijminatiya li hemberî jinan e. AKP-MHP wê Hûda-Parê ji bo êrîşên pir xeternaktir ên li hemberî jinên kurd bi kar bîne. TC wê van bazirganên olê û kontrayan bişîne qadan û hewl bide geşedanên têkoşîna azadiya jinan asteng bikin. Di mehên dawîn de li bajarên Kurdistanê xwekuştinên jinan û hejmara jinên ku ji aliyê mêran hatine kuştin jî zêde bûye. Nabe ku ev tişt ji geşedanên siyasî cihê were nirxandin.

Gelo dewleta tirk vê êrîşê tenê li bakurê Kurdistanê dike?

Dewleta tirk bi vê riyê hem qirkirina kurdan dimeşîne û hem jî dixwaze kurdan di sedsala 21’emîn de ji pêşketinan qut bike. Divê em vê yekê baş bibînin. Ev êrîş tenê li bakurê Kurdistanê nayê kirin. Li Rojava jî li Başûr jî gelek olperestên cidî hene. Mînak li Başûr di bin navê komên Selefî de, tevgerek gelek cidî heye. Li başûrê Kurdistanê xwe di bin navê partiya siyasî, komele, saziya alîkarîdayînê rêxistin kiriye. Lê di rastiyê de komên ku bi vê êrîşa olî ya Tirkiyeyê re paralel û bi wan re dixebitin hene ku em hewl didin qalê bikin. Yanî evane ji bo MÎT’ê dixebitin. Ev 2-3 sal in ji xwe Hîzbûllah li başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Bi malbata Barzanî re tifaq danî û gelek derfetên aborî ji wan re hatin peydakirin. Li Başûr karsazên wan hene. Derfetên ku pere qezenc bikin hatine dayîn. Evane gelê Başûr mêtinger dikin, nirxên gelê me yên desteserkirî digirin dest û ji bo qirkirina kurdan li Bakur bi kar tînin.

Armanca wan çi ye ku ev qas Başûr dikin hedef?

Gelek sedemên wê hene. Ya yekem; dixwazin li hemberî şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelê Başûr bê helwest û bê bertek bihêlin, bi vî rengî dixwazin asteng bikin ku gel li hemberî hevkariya PDK’ê bibe xwedî helwest. Ya duyem; ji şerê li dijî DAIŞ’ê, li gorî berê eleqeyek zêdetir a gelê Başûr ji gerîla re çêbûye, sempatî û bawerî jî çêbûye. Ev sempatî dibe sedem ku ciwan hîn zêdetir beşdar bibin. Ji bo ku tevlîbûna nava refên gerîla asteng bikin e. Ya sêyem; bi taybetî ji 1991’an û vir ve li Başûr di dîmen de jî be hikûmetek herêmî ya sekuler heye. Dixwazin vê îmajê hilweşînin. Dixwazin sempatiya ku di serkeftina li dijî şerê DAIŞ’ê de hatî avakirin, para wê ya dikeve Başûr asteng bikin. Mirov dikare vê jî weke sedemê çarem hesab bike.

Dewleta tirk hewl dide destkeftiyên kurdan bi piştgiriya PDK’ê ji holê rake.

Dewleta tirk di heman demê de PDK’ê bi destê çêkerên olperest ditirsîne, bi xwe girêdide û hîn siviktir bi kar tîne. PDK ji êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a qirker re dibe piştgir. Bi vê yekê re jî xizmetek pir mezin ji dewleta tirk dike. Ya din jî PDK argumanan pêşkêşî dewleta tirk dike ku di polîtîkaya Iraqê de bi kar bîne.

We got ku Hîzbûllaha salên 1990’î, Huda-para roja îro ye û ne tenê li Bakur, li Başûr jî xebatên zêde dimeşîne. Hewl didin ku bi hin kes û komên olperest re têkîliyên zêde ava bikin. Mîsyonek çawa dane Huda-parê?

Dewleta tirk naxwaze li Rojhilata Navîn ku ji nû ve şêwe digire, kurd bibin xwedî statu, cih û welatekî. Yek ji sedemên bingehîn ku AKP û MHP di hilbijartina dawî de careke din kir desthilatdar, ew e ku êrîşên qirkirina siyasî yên ku AKP-MHP’ê ji sala 2015’an û pê ve dan destpêkirin, hatiye pejirandin. Qirkirinek a di vê astê de, encex bi zihniyet û siyaseteke olperest û netewperest dikare were domandin. Dema ku êrîşa qirkirina kurdan a ku AKP-MHP bi polîtîkaya olperest û netewperest didomîne, teşhîr û tecrîd bû vê carê dewletê biryar da ku qirkirina kurdan bi ser kurdên olperest ve bibe. Karê ku PDK li Başûr û raya giştî ya cihanê pêk tîne, niha dixwazin li Bakur bi Hudaparê bidin lîstin. Divê em Hîzbûllah û hin derdorên terîqetên AKP’ê û tifaqa wê ya bi PDK’ê re bi vî rengî fêm bikin. Tifaqa PDK’ê ya bi Hîzbûllahê re jî bi vê armancê hatiye avakirin.

Ev tifaq bandoreke çawa li Bakur û Tirkiyeyê dike. Gelo têkoşîna li dijî vê yekê tê dayîn, têrker e?

Olperestiya ku dewleta tirk li ser gelê kurd ferz kirî, olperestiya kujerên kurdan e. Evane ew in ku yên alîmên kurdan ên welatparêz bi hovane qetil kirine; evane Hîzbûllahên ku şebekeya cînayetê ya daîreya taybet a tirk in. Bi rastî li cem van tu ol yan jî oldarî tune ye. Gelê me vê yekê baş dizane. Lê li vir, taktîka mêtingerkirina olê, bikaranîna hestên kurdewarî, belavkirina pere, erzaq û malzemeyên din ên arîkariyê bikar tînin. Ji bo ku olperestiya Hizbullah wek kurdayetiyê rehettir xuya bike, PDK jî danîne rex. Divê alimên Îslama Demokratîk, hunermend, rojnamevan, rewşenbîrên Kurdistanî û Tirkiyeyî vê rastiyê baş bibînin û teşhîr bikin.

Tifaqa êrîşê ya qirkirina kurdan zirarek pir mezin jî dide gelê tirk. Heta ku zihniyeta vê tifaqê zirarê dide desthilatdarên tirk ên modernîst jî. Zihniyeta ku Hîzbûllahê bi kar tîne li Tirkiyeyê krîza aborî, bê edaletiya civakî, bê karî, nelirêtî, rizîbûna mezin derxistiye holê. Ev tifaq zirarên mezin dide civaka tirk jî. Eger bal were dayîna ser, di wan tifaqên li Tirkiyeyê de her roj sûcekî nû derdikeve holê. Sedemê vê yekê gotina tifaqa olperest û netewperest a ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatî avakirin, pêkanînên wê yên pratîkê ne. Ev mêtingeriya ol a ku vê tifaqê kirî, dibe sedema encamên bi vî rengî. Ji ber ku dema kesên di tifaqa qirkirinê de diaxivin, hin derdorên terîqetê, kesên bi van derdoran re têkildar in, ji xwe re wezîfe derdixin; mafê kirina xerabiyên ku nayên xeyalkirin, ji xwe re dibînin.

Di rojevê de zêde nîn e ku êrîşên bi vî rengî li Kurdistanê jî tên kirin, lê…

Rast e. Lê ev nayê wê wateyê ku li Kurdistanê di hin derdoran de tiştên bi rengî çênabin. Wisa xuya ye ku li Kurdistanê nayê xwestin ku asta van xerabiyan were aşkerekirin. Ji ber ku ev tifaq jî tifaqek e ku dibêje li Kurdistanê çiqas gendelî hebe, baştir e. Ji ber ku desthilatdarên tirk herî kêm 200 sal in gelê kurd bi olperestên ku girêdayî xwe kirine qirêj dikin û ji geşedanên civakî qut dikin. Kî/ê kurdan bêtir xerab bike û wan ji aqil û wijdan dûr bixe, wek ku xizmeta axayê xwe yê tirk kiriye. Evane ji berê karê ku dikin qîmetê dibînin, pere distînin û dibin xwedî derfet. Ji xwe dema ku êrîşên bêexlaqî yên di nava hin komên terîqetê yên li Kurdistanê de tên nixumandin û dem bi dem teşhîrkirina yên li Tirkiyeyê jî nîşan dide ku dewleta tirk di dema qirkirina kurdan de çawa olperestên ku xwe Kurd didin nîşan û komên kontrgerîla bi kar tîne.

Li dijî êrîşên ku bikaranîna ol tên kirin, beriya her kesê wezîfeyên ku dikevin ser milê alimên ol û seydayên xwedî têgihiştina îslama demokratîk mijara gotinê ye. Hûn dikarin derbarê van wezîfeyên welatpariyê, çi bibêjin?

Destpêkê helbet divê alim bi hestiyar bin. Lê divê hemû gelê me têkildarî vê yekê bi hestiyar be. Divê li mizgeft, mescîd, kolan, tax û saziyên xwe van rêbazên êrîşên olperest bike rojev. Tiştên ku Hîzbîkontrayê kirine, di bîran de ye. Divê em ji bîr nekin ku yên civaka kurd, ciwan û zarokan jî ji cewhera wê dûr dixin, ev in. Divê em vê yekê baş bizanin. Yên ku li Kurdistanê eroînê didin firotin, zarokan fêrî dizî û fihûşê dikin, polîs û komên çeteyan ên têkildarî îstixbara tirk in. Dewlet bi van êrîşan dibe sedem ku di nava civakê de pirsgirêkên exlaqî derkevin. Li pey wê de jî van çêkerên olperest dişîne û propagandaya exlaq û wijdan pê dide kirin. Dibêjin ku di nava gel de dijminahiya PKK’ê zêde bikin. Li hemberî vê taktîka êrîşê divê mirov bi zanebûn û birêxistin bin. Divê alimên me yên welatparêz hemû detayên ku desthilatdarên tirk çawa ol li dijî gelê kurd bi kar tînin ji gelê me re vebêjin. Divê ev weke wezîfeya herî kêm a welatparêziyê bê dîtin.

Her wiha xizaniyeke zêde heye ku sedema sereke ya wê jî bi milyaran dolarên ku ji bo şer hatine xerckirin e. Dewleta tirk ji destpêkê ve ji bo gelê kurd birçî, feqîr û bêkar bihêle polîtîkayên taybet dimeşîne. Niha xizanî zêdetir bûye. Di vê pirsgirêkê de jî dewleta tirk di bin navê alîkariyê de olperestên di nava tifaqa êrîşa qirkirina kurdan de, ji gel re dişîne. Ji şer re xerckirin tê kirin, daristan û kanên me tên talankirin, avên me li dijî me weke çek tên bikaranîn; gel feqîr tê hiştin dihêlin, piştre derfetê didin kesên olperest û dîmenek wisa didin ku qaşo alîkariya Kurdan dikin. Armanca wan bi vê taktîkê ew e ku gel bandor bikin, wan ji tevgera azadiya Kurdistanê dûr bixin û ger ji destê wan were wê bikişîne aliyê xwe.

Li dijî van her du şêwazên şer divê li her çeperê em jî têbikoşin, xwe rêxistin bikin û piştevaniya xwe ya civakî mezin bikin. Divê cihên me yên îbadetê, di heman demê de weke piştevaniya civakî, di tarzê rêxistinkirin û mezinkirina berxwedanê de were destgirtin. Eger piştevaniya civakî û rêxistinkirin were pêşxistin, pir hêsan wê êrîşên bi vî rengî bên pûçkirin. Dewleta AKP-MHP’ê pir teşhîr bûye. Ji vê saetê û şûn de tu gotineke AKP-MHP’ê tune ye ku ji gelê kurd, gelê Tirkiyeyê û gelên misilman re bibêje.

Tiştek tune ye ku Hîzbûl-kontra ji gelê kurd re bibêje. Divê em ji nifşên nû re baş qala vê çêkerê bikin. Di vê nuqteyê de wezîfeyên girîng dikevin ser milê tevgera ciwanan. Dibe ku ciwanên me yên îro nezanin ku Hîzbûl-kontra berê çi kiriye. Lewma divê di nava ciwanan de xebatên agahdarkirin û zanekirinê hebin. Îro dayik, bav, xwişk-bira û xizmên nêz ên gelek ciwanan ji aliyê Hîzbûllahê ve hatine qetilkirin. Divê ev zanebûn were dayîna ciwanên Kurdistanê. Divê ji gelê Tirkiyeyê re jî bê gotin ku Hîzbûl-kontra çêkerekî çawa ye. Têkildarî vê yekê gelek kar dikeve ser milê demokrat, şoreşger û welatparêzên Tirkiyeyî. Li vir jî divê platformên têkoşîna hevpar bên avakirin. Gelê tirk û kurd divê li dijî van êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê, bi hev re li ser xeta demokrat û welatparêziyê berxwedanê mezin bikin. Divê di çeperên hevpar de werin ba hev, rê û rêbazên alternatîf bên pêşxistin û ji bo vî karî tifaq bên avakirin. Divê li ser bingehên têkoşîna hevpar, têkoşîneke hîn xurttir bê dayîn.

Propagandaya olperest û nijadpetest û kirinên wê yên di pratîkê de, gelê kurd û elewiyan dike hedef. Encamên xeternak ên vê yekê derdikevin holê. Tê dîtin ku vê hikumeta şerê taybet, tevî kurdan elewiyan jî dike hedef. Di derbarê êrîşên li dijî elewiyan de mirov dikare çi bibêje?

AKP ûı MHP tevî kurdan dixwaze elewiyan jî ji elewîbûnê derxîne. Dixwaze elewiyan û elewîtiyê ji holê rake. Bi taybetî jî AKP dixwaze elewiyan di nav îslama desthilatdariyê de asîmîle bike û nîşan bide ku ew çiqasî misilman e. Ji ber vê jî dema Erdogan diçe cemxaneyan van deran wekî teşeya îslama siyasî teşe dike, wê derê dixe rengekî terîqetan, awayê rûniştin û rabûnê û diakirinê li ser vî esasî dike.  Erdogan û hevalên wî jî raya giştî ya misilman a ku rastiyê nizane, dixwaze derbarê elewiyan de bixapîne. Derbarê elewiyan nêrîneke neyînî diafirîne û dixwaze wan di bin zextan de bihêle.

AKP û Erdogan bi olperestiyê dixwaze kurdan bixapîne û di heman demê de heqaretê li elewiyan dike. Dixwaze vî tiştî bibêje ‘Ew beşên ku berê Şeyxulîslam digot hûn heft kesan ji wan bikujin hûn ê biçin cinnetê, ez wan dikim misilman’ Ev balkişandin û afirandina ferasetê peyamekê dide kesên ku dengê xwe dide wan. Ev beş bi pratîkên wisa motîve dibin û her dem di bin fermana AKP û Erdogan de tevdigerin.

Gotina ku dewlet elewiyên xwe diafirîne, di demên dawî de pir zêde tê gotin. Berê, dema ku jê re digotin elewiyên dewletê, elewiyên ku CHP’ê di bin navê laîktiyê de dixapandin dihat bîra mirov.  Lê niha partiya faşîst û nîjadperest a ku îstîsmara olê dike, dixwaze vî tiştî bike. Elewî çawa ketin vê rewşê?

Polîtîkaya CHP’ê elewî bêhêvî hişt. Siyaseta antî-demokratîk a CHP’ê û dijminatiya wê ya li hemberî kurdan hem xwe û hem jî elewî anî ber asta qedandinê. Polîtîkaya CHP’ê ya înkarkirina elewiyan bû sedem ku elewî her dem di bin êrîşan de bin. Berê jî elewî wisa difikirîn ku polîtîkayên CHP’ê xizmeta baweriyên wan dike. Êrîşên DAIŞ’ê di nava elewiyan de hişmendiyeke girîng çêkir. Elewiyan baştir didîtin wê kî û kîjan îdeolojî û siyaset wan biparêze. Bi tayînkirina Kiliçdaroglû ya weke serokê CHP’ê re, dihat xwestin ku atmosferek weke ku wê politikaya înkar û îmhayê ya berê were guherandin, were afirandin. Dewletê bi rêya Kiliçdaroglû hewl da hem peyamê bide Kurdan hem jî bide elewiyan. Lê belê siyaseta ku dixwest kurdan bike tirk û elewiyan jî têxe bin bandora îslamiya desthilatdar ji ber ku di nav CHP’ê de xurt bû (nêta wê çi dibe bila bibe), destûr neda ku Kiliçdaroglû ji ser CHP’ê peyamên wisa bide ku elew û kurd xwe nêzî wî bikin.

Di hilbijartina dawî de jî dewletê ev yek dît û AKP û MHP dîsa anîn ser desthilatdariyê. Çima? Ji ber ku bi CHP’ê nikare qirkirina elewiyan bike, nikare elewiyan bixapîne. Kiliçdaroglû jixwe dewşirme, kurdekî dewşirme ye. Ji ber vê sedemê wê nikaribe li ser kurdan bandoreke xurt bike.

Pratîka dawî ya Hacibektaş careke din nîşan da ku Komara Tirkiyeyê ji bo elewiyan bikişîne ser xeta xwe û elewiyên xwe biafirîne di nava êrîşeke mezin de ye. Di vî warî de rêya ku wê êrîşên li ser elewiyan bide sekinandin ev e ku mirov damarên esasî yên elewîtiyê ji xwe re bike esas.

Dema têkiliya dewletê ya bi elewiyan re derdikeve pêş, tê gotin ku dewlet dixwaze elewiyên xwe biafirîne, ji berê ve di nava elewiyan de parçeyek dewletparêz heye. Lê belê bi gotina elewiyên dewletê, qala çi tê kirin?

Mebesta me ji vê yekê ev e: Di sala 1500’an de bi Balim Sultan re ji aliyê Osmaniyan ve li dijî elewiyan êrîşeke asîmîlasyonê pêk hat. Di vê êrîşê de navê Pîr Hace Bektaş Velî tê bikaranîn. Bi bikaranîna navê Pîr ne tenê Bektaşîtiyê li gor dilê xwe teşe dike û rê li ber dixe, sînorê di navbera elewîtî û bektaşiyê ji holê radike. Mînak Baba Îshak û Baba Îlyas ên ku di nasnameya elewîtîya tirkmen de roleke gelekî girîng lîstine, didin jibîrkirin. Sultanîzma Balim a Împaratoriya Osmanî di dewleta komarê de vediguhere xeta Îttîhad û Terakkî Baha Seîd. Hedefa sereke ya vê êrîşê ev bû: ‘Elewîtî baweriya cewherî ya tirkan e. Elewîtî mislimaniya anatoliyê ye.’ Elewiyên dewletê jî li gorî vê prensîbê hatine teşekirin.

Elewiyê dewletê ew kes e ku elewîtiyê dixe xizmeta dewletê. Ew nirxên bingehîn ên elewîtiyê temsîl nake. Ew bawerî û çanda elewîtiyê ji bo forsê bi kar tîne. Ew çanda modernîteya kapîtalîst û elewîtiyê tevlîhev dike. Dibêjin siyaset ne karê me ye, Elewiyan ji têkoşîna demokrasiyê dûr dixîne, Elewiyan parçe dike, navberê dixe navbera elewî, gelê kurd û çînên kedkar. Nêzikatiya wan a jinê ne li gorî felsefe û ruhê Canê ye. Bi kurtasî nirxên bingehîn ên di bawerî û çanda elewiyan de dide jibîrkirin, bi derfet û metodên cihê ji bo wergirtina maddiyata dewletê daye wan, xwe wekî elewiyan didin nîşandan.

Her çend em ji ber zext û hincetên din weke parçebûna elewiyan nabêjin, lê li cihê cuda rawestînek heye. Ev yek herî zêde di nava kesên ku dibêjin em li ser navê elewiyan tevdigerin de, tê jiyîn. Têkildarî zirar û metirsiya van helwestên bi vî rengî li ser têkoşîna elewî û elewiyan dikare çi were gotin?

Di nava elewiyan de hîna jî fikra derbarê dewletê zelal nîn e. Dema ku evane diaxivin mîna ku dibêjin, ‘dewlet baş e, desthilatdariya AKP-MHP’ê xerab e’. Evane wisan difikirin, ‘piştî vê gavê û şûn de tiştek nayê guhertin, ya herî baş em navbera xwe û AKP-MHP’ê baş bikin’. Divê baş were zanîn ku li Tirkiyeyê aliyek ê dewletê yê çep, demokrata civakî, laîk û aliyek jî olperest nîn e. Dema elewî û kurd bûn mijara gotinê, hemû çêkerên siyasî yên dewleta tirk yek in. Hemû çêkerên siyasî yên nûneriya dewletê dikin, bi refleksa ku bi temamî tirkîtî û îslamê li ser elewiyan ferz bikin, tevdigerin û ji xwe re wezîfeya bingehîn dibînin ku vê yekê bigihînin encamê. Îcar tişta di nava vê tevlîheviya fikrê de, elewiyan di dema helwestgirtinê de bêyî biryar dihêle. Di çalakiyek herî hêsan de jî fikrên cuda cuda derdixe pêş û dibe sedema parçebûna wê. Cuda fikirîn tiştekî cihê ye, têkildarî mijarek ku pir şênber û zelal ji ber sedemên cuda mirov bibêje ez cuda difikirim, tiştên ji hevdû cuda ne. Di nava elewiyan de yên ku vê ya duyemîn dijîn, ne kêm in.

Xisûsa duyemîn ku zirarê dide elewiyan, di tarzê destgirtina têkîliya ku elewiyan bi nirxên îslamî ku nêzî xwe dibîne re ava kiriye, heye. Elewîtiyê bi rêya Îmam Huseyîn, Hz. Fatma û Hz. Alî nirxên Îslamê yên şoreşgerî, gelparêz, wekhevîparêz û edaletê nêzî xwe hîs kiriye û li gorî felsefeya xwe van nirxan şîrove kiriye û xwedî lê derketiye. Ev nêzîkatiya çandî pir şaş tê nirxandin yan jî tune tê hesibandin, di nava Elewiyan de dibe sedem ku fikrên cuda cuda derkevin. Tifaqa AKP-MHP-Hîzbûllah vê yekê jî bi kar tîne û serî mirov tevlîhev dike. Ev yek jî di Elewiyan de ji bo pênasekirina nasnameya baweriyê, rê li ber pirsgirêkan vedike. Divê elewî vê yekê jî derbas bikin.

Erê, elewî ji Îslamê bandor bûne. Lê ev bandorbûn, bandorbûnek li gorî wan e. Yan ne mîna gotina Alî Erbaş û Erdogan e. Di vê nuqteyê de jî divê Elewî nekevin tu kompleks û lewaziyê. Ji ber ku çeperê dijminê kurd û elewiyan, hewl dide ku elewiyan û gelê misilman bîne dijberî hev. Divê elewî têkildarî vê yekê bi hestiyar bin. Dewlet li ser bingehê parçekirin û cudakirina elewiyan û afirandina elewîtiya xwe, dixwaze elewîtiyê tune bike û bi bikaranîna lewaziyên bi vî rengî jî elewiyan teşhîr dike, ji bo êrîşê hewl dide di nava civakê de meşûiyetê ava bike.

Li dijî êrîşên li hemberî elewiyan, beşek heye ku têdikoşe. Saziyên elewiyan hene. Yanî di nava elewiyan de çêkerek rêxistinkirî ya diyar, mijara gotinê ye. Lê her tim têkoşîna elewiyan tê rexnekirin. Rexne tê kirin ku ev têkoşîn ne bi bandor e û di nava yekîtiyê de tev nagere. Bi kîjan rê û rêbazê têkoşîn were kirin, wê êrîşa qirkirina çandî ya li hemberî elewiyan bêyî bandor û bêyî encam be?

Nîqaşek hebû ku saziyên elewiyan beriya demekê di nava xwe de dabûn destpêkirin. Elewiyan bi taybetî di civîn û konferansên ku di sala 2022’an lidar xistin de biryarên pir girîng girtin. Ew nîqaş û biryarên hatine girtin, dikarin di têkoşîna li dijî êrîşan de bibin xwedî encam. Ji ber vê yekê ez difikirim ku rêxistinên elewiyan bi biryarên ku girtine çi pêwîst be bikin. Ez dixwazim li vir careke din qala xaleke girîng bikim. Armanca sereke ya êrîşa qirkirina çandî ya li dijî elewiyan ew e ku hemû elewiyan bikin tirk û elewîtiyê bikin baweriya ku jê re dibêjin îslama anatoliyê. Wê demê ya yekem, divê kurdên elewî li dijî êrîşa ku hemû elewiyan dike tirk, xwedî li nasnameya xwe derkeve. Yanî divê ji bo elewiyên kurd xwedî derketina li nasnameya etnîk û baweriyê, li dijî êrîşa qirkirina çandî yek ji karên yekem be. Eger nexwazin bibin elewiyên AKP-MHP-Hîzbullahê, wê demê divê elewiyên kurd xwedî li nasnameya xwe derkevin. Eger elewiyên kurd hem xwedî li nasnameya xwe ya etnîkî û hem jî ya olî derkevin, wê piraniya van êrîşan pûç bikin. Elewiyên kurd divê bawerî, îbadet û ayînên xwe bi kurdî pêk bînin. Bi vî rengî wê teza ku hemû elewî yên ku hedefa êrîşê ne, tirk in û elewîtî jî misilmantiya anatoliyê ye, pûç bibe. Eger ev yek esas bê girtin elewî pir rehet dikarin nefesê bistînin. Yanî eger tenê ku elewiyên kurd bi Kurdî biaxivin, Cemên xwe bi kurdî bikin, dua û gotinên xwe bi kurdî bikin, wê ev yek têrê bike. Bi kurtasî li hemberî êrîşa senteza îslama tirk barîkata ku nayê xirakirin, dermanê ku birînan bipêçe, parastina eslê elewîtiya kurd, Jiyar, Ocaxên wê yên li welatê wê û bi taybetî jî parastina nirx û zimanê jinê ye. Eger elewî têgehên baweriyê rast bi kar bînin, wê ev yek jî ji bo êrîşan girîng û bi bandor be.

Di warê tirkmen û yên din de…

Bi baweriya min divê elewiyên tirkmen beriya her tiştî Balim Sultan û Hacî Bektaş ê Baha Saît û yê Menteş, Baba Îlyas û Pîr Hace Bektaş-î Velî yê Baba Îshak ji hev cuda bikin. Divê li pêşberî Pîr Hace Bektaş Velî ya ku li lojmana derwêşan a Dayika Kadincik wezîfedar e cemê bikin, ne li ber pankart û dowîzên Midûriyeta Karên Diyanetê ya AKP-MHP’ê û Wezareta Çandê cemê bikin. Yên din jî divê tiştên ku di elewîtiyê de kirine ji nû ve binirxînin, nasnameyên xwe yên dîrokî, nirxên olî û çandî li ber çavan bigirin û helwesteke bi wî rengî nîşan bidin. Divê elewî li şûna ku li gotinên hin kesên girêdayî dewletê binêrin, divê karibin bi xwe biaxivin. Weke mînak, dikarin li hember çalakî û merasîmên girêdayî dewletê helwest nîşan bidin yan jî biryarên nû bistînin. Li hemberî tiştên ku dewletê kirine, hebûna çalakî û merasîmên alternatîf jî wê bibe têkoşîneke parastinê ya girîng.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar