Êrîşên dewleta tirk a li dijî başûrê Kurdistanê û qadên gerîla berdewam in. Li gorî agahiyan, hêzên artêşa tirk li dijî Heftanînê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, dest bi êrîşeke bejahî kir.
Têkildarî mijarê çavkaniyên xwecihî axivîn û êrîşa dewleta tirk piştrast kirin.
Der barê hûrguliyên êrîşê de heta niha agahiyên berfireh nehatine bidestxistin. BEHDÎNAN