Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk li Efrîn û Girê Spî demografyayê diguherîne

Dewleta tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekê de herî kêm 35 kes revand ku 4 ji wan jin in. Her wiha di çarçoveya polîtîkaya xwe ya paqijiya etnîkî de bi zorê penaber li Girê Spî bi cih kir.

 

Li gor rêxistinê, ji destpêka sala 2023’yan û vir ve li herêma Efrînê 143 kes hatine revandin ku 20 ji wan jin in.

Di detayên raporê de li ser gelek sûcên din ên li Efrînê agahî têne dayin.

Di meha tîrmehê li Kantona Efrînê zêdeyî 2 hezar û 36 darên zeytûnê, hinar û darên li hawirdorê hatin birîn.

Li navçeya Şêrawayê zêdeyî 250 darên zeytûnê hatin şewitandin.

Zêdeyî 16 hezar dar hatin birîn

Di heft mehên destpêkê yên salê de zêdeyî 15 hezar û 500 darên zeytûnê, gûz, bihîv, fêkî û hawirdorê hatin birîn, zêdeyî hezar dar ji kokê ve hatin rakirin û 70 hezar hektar zeviyên genim û ceh hatin şewitandin.

Diwar tên çêkirin

Li Efrînê guhertina demogarfiyê û avakirina malên mêtingehan dewam dikin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê, dewleta tirk a dagirker bi rêya komeleyên îxwan di çarçoveya guhartina demografiya herêmê de 2 avahiyên mêtingehiyê yên din li navçeyên Şera û Cindirêsê ava kirin, her wiha ji bo qutkirina herêmên dagirkirî ji herêmên din ên Sûriyeyê û tev li xaka xwe bike dîwar li navçeya Şêrawayê lê kir.

Li gorî rêxistinê, rêxistina Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li gundê Elkê yê navçeya Şera bi dawî kir. Ew avahî di destpêka 2020′an de hatibû destpêkirin.

Dewleta tirk a dagirker bi desteka rêxistinên îxwanî yên filistînî avahiyeke mêtingehiyê ya nû li navenda navçeya Cindirêsê bi navê “Komeleya Hecer El Sedeqe” ya Tirkî ava dike, da ku bi sedan malbatên çeteyan lê bicih bike.

Li gorî çavkaniyên hatin dayîn, dewleta tirk a dagirker bi darê zorê zêdetirî 2 hezar malbat di deriyê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê re şand Efrînê û lê bi cih kir.

Tevliheviya ewlehî ya li Efrîna dagirkirî jî rojane zêde dibe; di navbera çeteyan de rojane şer li ser dabeşkirina tiştên li welatiyan ferz kirine, mal û milkên koçberan û serwerîkirina li rêyên qaçaqciyê, heye.

Li Girê Spî guhertina demografîk

Li Kantona Girê Spî jî polîtîkaya guhertina demografîk zêde bû. Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta tirk a dagirker 191 penaberên sûriyeyî ji destpêka tebaxê ve bi darê zorê şandin Girê Spî û lê bi cih kirin. Beşa yekemîn 161 kes bûn û di 2′yê tebaxê de hatin bicihkirin û beşa duyemîn jî di 3′yê tebaxê de (30 penaber) radestî çeteyên “Polîsên Leşkerî” kirin.

Ev penaberên sûriyeyî yên bi darê zorê dewleta tirk dişîne, li malên niştecihên kantonê û gundewarên wan tên bicihkirin û bi piranî ji Hema, Heleb, Idlib, Rîf Şam û Dêrazorê ne.

Armanca dewleta tirk a dagirker ji bicihkirina biyaniyan li herêmên dagirkirî; Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, demografiya herêmê biguherîne. Ji destpêka 2023′yan ve zêdetirî 12 hezar malbat ji Tirkiyeyê ber bi herêmên dagirkirî ve hatine şandin.

Berpirsên dewleta tirk daxuyandibû ku dê zêdetirî milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar