Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk li Efrînê sûcên şer dike

Dewleta tirk û çeteyên wê yên dagirker li Efrînê pêkanînên li derveyî mirovahiyê dikin. Hêzên dagirker di vê mehê de jî bi dehan welatî revandin, sivîl qetil kirin, bac li welatiyan ferz kir û bi hezaran darên zeytûnê jî şewitandin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di nava salek û 3 mehên dagirkeriyê yên li Efrînê de, li dijî şêniyên resen ên Efrînê û xwezaya wê sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Artêşa tirk polîtîkaya guherandina demografyaya Efrînê bi rêk û pêk meşand û dimeşîne, rojane welatiyan direvîne, welatiyan îşkence dike û qetil dike. Tevî van kiryarên dermirovî, li hêla din xwezaya Efrînê tê tunekirin, bi dehezaran darên zeytûnê hatin birîn, bîstanên welatiyan hatin şewitandin û gelek binpêkirinên din ên di çarçoveya sûcê şer de li Efrînê kirin û hê jî dikin.

Binpêkirinên dagirkeran ji aliyê saziyên sivîl, siyasî û hiqûqî yên kantona Efrînê ve tên belgekirin û radestî rêxistin û saziyên girêdayî mafê mirovan û parastina şûnwaran têne kirin. Lê heta niha der barê van binpêkirinan de tu bersiv nehatine dayîn. Binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di vê mehê de jî berdewam kirin.

Çend binpêkirinên hêzên dagirker wiha ne:

* Li Efrînê hê jî aqûbeta bi hezaran sivîlên ku hatine revandin ne diyare.

* Welatiyê bi navê Hisên Hemo (30) di cotmeha sala 2018’an de û Mîqdad Şêx Zeynel jî di gulana sala 2018’an de ji gundê Çeqla û Westanî yên navçeya Şiyê hatin revandin. Aqûbeta her du welatiyan nayê zanîn.

* Welatiyên bi navên Ceger Hebeş û Nişet Ebdulrehman Cano di 11’ê hezîranê de ji gundê Hebo yê Mabatayê hatin revandin.

* Welatiyên bi navên Îbrahîm Xelîl Cemkê, Mûstefa Reşîd Yûsif, Zekeriya Îbrahîm Naso, Mihemed Ehmed Hebeş, Seyîd Abdîn Cemkê, Nesret Eyntabî Mihemed û Reşd Nûrî Hebeş ên ji gundê Ereba yê Mabatayê, di 19’ê hezîranê de hatin revandin.

* Welatiyên bi navên Fîras Îzet Henan, Elî Henîf Umer û Mûstefa Behcet Yûsif ji hêla leşkerên dewleta tirk ve hatin revandin. Tê gotin ku welatî derbasî dewleta tirk hatine kirin.

* Artêşa tirk û çeteyên wê di vê mehê de bi ser gundên Keferdil, Telef, Keferzeyt, Gaziya, Kefreya û hin gundên din ên Cindirêsê de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Dijwar Mecîd ê ji gundê Telefê, Zuhêr Ezîz, Elî Gulê Xeyrî, Ednan Ebdo Hemo, Mihemed Ferîd, Xelîl Hesen Ebdo, Mihemed Hesen, Umer Mihemed Hesen, Beşar Mihemed Hesen û Ebdo Mehmûd ên ji gundê Keferzeytê hatin girtin. Dibe ku hejmar zêdetir be.

* Çeteyan di 21’ê hezîranê de Mesûrd Ehed Hacî û kurê wî li Gola Meydankê revandin.

* Komên çete li Efrînê di nav de zarokê 9 salî Mihemed jî, 3 sivîl revandin. Bavê zarok Mihemed û welatiyê bi navên Reşîd Hemîd Xelîl ê ji Cindirêsê jî qetil kirin.

Zextên li ser gel

* Çavkaniyan da zanîn ku komên çete bi taybet jî yên koma ‘Emşat’ê, li gundên Şiyê malan desteser dikin û nîşaneyên reş li ser datînin da ku nehêlin tu kes nêzî malan bibin.

* Komên çete li welatiyan bacê ferz dikin. Koma çete ya bi navê ‘Silêman Şah’ jî nahêle şêniyên gundê Qermitliq zeviyên xwe ji kaniya ku ji çiyayê Erendê diherike, av bidin. Tenê dihêlin ku malbatên çeteyên dagirker zeviyên xwe av bidin.

* Heman koma çete, ji malbata şêniyê bi navê Hisên Xoce yê ji gundê Çeqela Jorîn ku 3 meh berê li Şehbayê wefat kiriye, bi hinceta ‘di komuna gund de xebitiye’ fîdye xwest.

* Komên çete li çiyayên Kenhefter, Taqazîra, Hiniye Ebde û Yaxmûr Dadayê ku dikevin gundê Badîna yê Mabatayê şewitandin. Şewat gihîşt zeviyên zeytûnê û hezar û 500 darên zeytûnê şewitîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar