Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsa komkujiyek pêk aniye.
Di êrîşê artêşa tirk a dagirker de 4 endamên malbatê Zeyd Xelef El-Îsa (54) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda hatine qetilkirin.
Têkildarî çarenûsa dayikê û zarokekî din ê malbatê, agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Duh gundê Sefawiyê ya 3 kîlometre dikeve rojhilatê depoyên Şergirak a başûrê rêya M4 bi çekên giran hatibû topbarankirin. EYN ÎSA