Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dewleta tirk li Girê Spî girekî dîrokî wêran kir

Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê ku ji çavkaniyê herêmê wergirtiye, artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Girê Spî girekî dîrokî wêran kirine. Çavkaniyê diyar kir ku Girê Dehlîz ê bi 30 kîlometre dûrî bajarokê Silokê hatiye rastkirin û beriya çend rojan hinceta avakirina noqteya leşkerî li ser gir ew gir hatiye wêrankirin û nêzbûna sivîlan hatiye qedexekirin.

Li aliyekî din jî girê Heşîşa yê 25 kîlometre dûrî bajarokê Silokê ye hat rastkirin. Ew gir li rêya di navbera kantona Girê Spî û bajarê Serêkaniyê de ye.

Çavkaniyan mehên borî daxuyandibûn ku girê Sehlan a dîrokî yê li nêzî gundê Xirbet Riz e yê girêdayî Girê Spî yê dagirkirî jî hatiye rastkirin.

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber cihên dîrokî yên girîng bi hedefa çewistandina mîrasa çand û şaristaniya gelên herêmê wêran dikin. Her wiha gelek cihên dîrokî yên navdar ên li kantona Girê Spî mîna bajarê Fara û Girê Sebî El-Ebyed ê li bajarokê Hemam Turkmen rast kirin û wêran kirin.

Her wiha tiştên dîrokên ên li wan girên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine wêrankirin, ji aliye çeteyan ve tên dizîn. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar