Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewleta tirk li herêmên dagirkirî zarokên kurd û ereb asîmîle dike’

Nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar Cemîl Reşîd têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li herêmên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA’yê bi Solîn Reşîd re axivî.

Cemîl Reşîd diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê hewl didin gelên li herêmên dagirkirî asîmîle bikin û wiha got: “Li cem dewleta tirk plansaziya vê pêvajoya pişaftinê heye. Ev demeke hewl didin pêk bînin. Ji herêmên weke Ezaz, Cerablus û Babê destpêkirin û niha jî li Idlibê xistin meriyetê.”

Leşkerên zarok

Reşîd her wiha qala leşkerkirina zarokan kir û got ku dewleta tirk hemû pîvan, peymanên navdewletî binpê dike. Reşîd da zanîn ku divê dewleta tirk bê cezakirin û wiha domand: “Dewleta tirk şêniyên herêmê di şerê xwe yê li deverên din ên cîhanê de bi kar tîne. Heke em zarokekî kurd ê efrînî yan jî yekê ereb di nava artêşa Somaliyê de bibînin qet şaş nabin.”

Bi domdarî jî Reşîd ev tişt anî ziman: “Di kûrahiya stratejiya dewleta tirk de fikrên îxwanî hene. Yek ji berpirsyarên van sûcên dewleta tirk jî hemû rêxistinên navdewletî ne. Banga ji bo van rêxistinan ew e ku raporên xwe pêşkeşî Konseya Ewlehiyê û NY’ê bike. Her wiha divê dewleta tirk hişyar bikin ku dawî li van sûcên şer bînin.”

Bang kir

Herî dawî jî Reşîd wiha axivî: “Banga min ji bo hêzên niştimanî yên Sûriyeyê jî ew e ku li dijî binpêkirinên dewleta tirk ên weke revandina zarok û jinan bisekinin. Dewletên garantor ên weke DYA û Rûsya berpirsyarên van binpêkirinan in. Tevî bangên Rêveberiya Xweser jî ev hêz bêdeng in. Divê hikûmeta Sûriyeyê bi rêya Konseya Ewlehiyê hevalbendên xwe yên weke Rûsya û Îranê bixe nava liv û tevgerê.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar