Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Dewleta tirk li Îmraliyê tu qanûnan nas nake

Dr. Gossner diyar kir ku CPT rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê bi têrkerî nanirxîne û ji komîteyê xwest, gavên şênber biavêje û şert û mercên tecrîdê jî bi rengekî bêalî lêkolîn bike.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda dijwar de tê ragirtin û nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin. Li tevahî cîhanê bi sedan rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar, siyasetmedaran name ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şandin û bang lê kirin ku bi lez serdana Îmraliyê bike. Ji Zanîngeha Bremenê hiqûqnas Dr. Rolf Gossner nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê û helwesta saziyên Ewropayê ya têkildarî meseleya kurd da û bang kir ku tedbîrên hîn tund bêne wergirtin. Yek ji kesayetên ku mohra xwe danî binê nameyê Dr. Rolf Gossner li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Gossner anî ziman ku ji bo kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re’ ya ku kampanya nameyan da destpêkirin, Tora Piştevaniyê ya Almanyayê bersivek ji CPT wergirt û got, “Ev bersiv nîşan dide ku Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne û wê bişopîne. Komîteya Pisporan a CPT herî dawî di Îlona 2022’an de girtîgeha li Girava Îmraliyê ya li Derya Marmarayê ziyaret kiribû. Gelek caran serdana girtîgeha li Îmraliyê kir û rewşa girtiyên lê bûye ‘parçeyek ji diyaloga bi meqamên tirk re ya komîteyê’.”

Li ser van daxuyaniyên CPT Dr. Gossner got, “Mixabin ev bersiv bi wate û têrker nîne. CPT di mijara başkirina mayinde ya rewşa binçavkirinê de qala gaveke şênber nake. Ji vê jî wêdetir ji serdana dawî ya CPT a li Îmraliyê û vir ve ku herî dawî Îlona 2022’an kir, di nava du salan de di mijara tecrîdê de bûyereke baş neqewimî, berevajî vê yekê bû. Û ji serdana herî dawî ya CPT a li Tirkiyeyê ku Sibata 2024’an kir, xuya ye tiştek neguherî ye. Ev rewş nîşan dide ku CPT li ser meqamên tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne.”

Di dewama axaftina xwe de Dr. Gossner got, “Dem ew dem e ku CPT şert û mercên li dijî mafên mirovan ên li Îmraliyê ku li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din têne ferzkirin bi rengê herî tund şermezar bike. Tirkiye ku welatekî Konseya Ewropayê ye, mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku tê de dibêje, nabe ku êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê li kesî bê kirin.

Lê belê di vê mijarê de kêmasiyên mezin û binpêkirinên cidî yên îdare û hikumeta tirk hene, binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk diqewimin ku ev yek endametiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê dike mijara nîqaşê. Mînak, bi rengekî berfireh hate belgekirin ku rayedarên dewleta tirk bi mehan, bi salan mehkûman dixe hucreyên li derveyî mirovahiyê. Weke ku di mînaka Ocalan de tê dîtin, hevdîtin û serdana parêzer û endamên malbatê bi rengekî kêfî û neqanûnî bi salan tê astengkirin. Her wiha Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku divê bi cih bîne tine dihesibîne.”

Dr. Gossner diyar kir ku bi name û banga xwe xwestin ku yek ji wezîfeyên CPT bi bîr bixînin, ku divê girtiyên li welatekî endamê Konseya Ewropayê ji êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên biçûkxistinê, bi taybetî weke ku di doza Ocalan de tê dîtin, ji şert û mercên girtina hucreyê biparêze û got, “Erkên lêpirsînê yên berfireh ji Komîteya Pisporan a CPT re hatine dayin ku di dema serdana girtîgehan de karibe pêk bîne. Mafê xwe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere. Pispor xwedî wî mafî ne ku di dema serdanê de dikare bi girtiyan re, bi kesên din ên ku bi xwe destnîşan kirine bi rengekî veşartî biaxivin. Komîte li gel serdanên bi rêk û pêk ên lezgîn her wiha dikare ji bo demeke kurt serdanên ad hoc (armanca taybet) pêk bîne.

Ji ber vê jî CPT ji bo hevdîtina yekser a bi mexdûran re, ji bo lêkolînkirina şert û mercên girtinê bi rengekî serbixwe, ji bo nirxandina rewşa tenduristiyê û pêkanîna hevdîtinên parêzer an jî malbatan dikare di dema herî kurt de heyeteke din bişîne Îmraliyê. Lê mixabin rayedarên CPT ji bo karibin şert û mercên binpêkirina mafên mirovan bi rengekî mayînde sererast bikin, xwe dirêjî cihê têrker ê dûr nakin. Weke pîvan jî têkildarî serdanên girtîgehan û rexneyên tespît kirine raporên veşartî amade dike, van jî ji welatên endam re dişîne û dema pêwîstî pê dît pêşniyara başkirinê dike. Alternatîfeke xwe ya taybet a pêkanînê nîne.

Ji bo bandorê bike derfetên xwe yên kêm hene, lê belê ev yek jî wê pirsê dixe rojevê ku CPT û Konseya Ewropa li dijî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst gelo zexta têrker heta niha li Tirkiyeyê kiriye yan na? Ya rast, dem hatiye ku Tirkiye ji ber binpêkirinên hiqûqî bi encamên rasteqîn re rû bi rû bimîne. Û ev yek dikare pêkanînên li ser berpirsyarên sîstema girtina di hucreyê de ya li Tirkiyeyê be. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di salên 2021, 2023’an de di çarçoveyeke din jî de be weke parçeyek ji prosedura binpêkirinê, ji bo pêkanîna tedbîrên cezakirinê û pêkanînan a li hemberî Tirkiyeyê zext dikir. Di rewşeke zêdegaviyê de weke ku bi serê Rûsyayê de hat ku piştî şerê êrişa sala 2022’an a li ser Ûkraynayê, Tirkiye jî dikarîbû ji Konseya Ewropayê biavêje (Lê belê Rûsya bi vekişînê ev dengdan asteng kiribû). Lê belê dema ku endametiya Konseya Ewropayê bi dawî bû, dewleta navborî bi rengekî otomatîk ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî vedikişe, yanî êdî bi vê peymanê re girêdayî nabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar