Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dewleta tirk li Japonyayê jî tehemûla kurdî nekir!

Dijminatiya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî, êdî hemû sînor derbas kirine. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo ku dersa zimanê kurdî ku li Zanîngeha Tokyo ya Japonyayê tê dayîn asteng bike, kete nava hewldanan

Li Fakulteya Lêkolînên Biyanî ya Zanîngeha Tokyo ya Japonyayê ji 1’ê nîsanê ve dersên kurdî tên dayîn. Lê dewleta tirk ku li her devereke li dijî gelê kurd dijminatiyê dike, ev rewş ranekir û ji bo ku perwerdeya zimanê kurdî bê sekinandin, wezareta karên derve xist nava liv û tevgerê.

Li Zanîngeha Tokyoyê bi tevlêbûna nêzî 40 xwendekaran, ji 1’ê nîsanê ve dersên kurdî tên dayîn. Piraniya xwendekarên dersa zimanê kurdî, japonî ne. Dersa zimanê kurdî ji hêla endamê Hîndekariya Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê Vakkas Çolak ve tê dayîn.

Hat zanîn ku li zanîngeha Tokyoyê dersa zimanê kurdî kete nava dersên ku herî zêde tê hilbijartin. Ligel japoniyan, xwendekarên Çîn û Taywanê yên li zanîngehê jî dixwînin kurdî hildibijêrin.

‘Dê hewldana dewleta tirk biser nekeve’

Piştî ku li zanîngehê dersên kurdî destpê kirin, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo ku dersên zimanê kurdî bên sekinandin, kete nava hewldanan. Têkildarî mijarê hîndekar Çolak anî ziman ku dersên kurdî ji bo Akademiya Japonyayê gaveke gelek girîng e û da zanîn ku dê hewldanên dewleta tirk negihijin armanca xwe.

Çolak destnîşan kir ku ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Japonyayê fêr bûye ku dewleta tirk serî li hewldaneke wiha daye û diyar kir ku ev mijar di bin ewlehiya destûra bingehîn a Japonyayê de ye û bawer dike ku wezaretê bersiva pêwîst daye wezareta tirk. Çolak da zanîn ku dê ders bi demdirêjî bidomin. TOKYO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar