Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk li Newala Qoriyê 2 sivîl qetil kirin

Derket holê ku hêzên artêşa tirk di êrîşa 16’ê hezîranê ya li Newala Qoriyê ya di navbera Kerboran û Hezexê de sivîlên bi navên Abdulsamet Akgul û Ramazan Toksoy jî qetil kirine. Malbatên sivîlan da zanîn ku bedena zarokên wan şewitîbû

Di 16’ê hezîranê de hêzên artêşa tirk Newala Qoriyê ku dikeve navbera navçeya Kerboran a Mêrdînê û navçeya Hezexê ya Şirnexê bi helîkopteran bombebaran kir. Piştî bombebaranê jî di navbera leşker û gerîlayên HPG-YJA Starê de şer derket. Di pevçûnê de serpêlek hate kuştin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê jî îdia kiribû ku di pevçûnê de 8 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê di daxuyaniyê de gotibû ku cenazeyek aîdê gerîlayê HPG’ê Yilmaz Begîç (Baran) e û ji bilî vê tu agahiyên din nedabûn. Hin cenazeyên ku ji qada şer hatin rakirin, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata gerîlaya YJA Starê Emîne Toy (Sarya) du roj berê cenazeyê keça xwe wergirt û li Goristana Mohris a Nisêbîn a Mêrdînê di bin dorpêça polîsan de veşart. Konê sersaxiyê jî li taxa 8’ê Adarê hatiye vedan.

Bavê 5 zarokan qetil kirin

Hat zanîn ku 2 kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane sivîl in. Yek jê Abdulsamet Akgul ê ji gundê Wersikê yê Kerboranê ye û yê din jî Ramazan Toksoy ku bavê 5 zarokan e. Malbatan duh cenazeyên Akgul û Toksoy ji nexweşxaneyê wergirtin û di bin dorpêça polîsan de veşartin.

Têkildarî mijarê nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal xwe gihand malbatên Akgul û Toksoy. Malbatan da zanîn ku cenaze nedihatin naskirin û ji ber bombebaranê laşê wan şewitiye. Malbatan diyar kir ku zarokên wan sivîl in û lê ew nizanin bûyer çawa pêk hatiye. Malbata destnîşan kir ku nikarin tiştekî bibêjin û tenê bi xemgînin. Malbatan ragihand ku dê şîna xwe deynin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar