PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Dewleta tirk li pêş çavê cîhanê êrîşî kurdan dike’

Mamostayên navçeya Çemçemal di derbarê êrîş û sûcên şer ên dewleta tirk de gotin ku dewleta tirk dixwaze dewleta osmaniyan ji nû ve zindî bike û hemû destkeftiyên kurdan tune bike

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta tirk a bi armanca dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, didomin. Di derbarê êrîşên dewleta tirk û armanca wê de mamostayên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê axivîn.

Mamostayê Zanîngeha Çermo Hejar Berzencî, diyar kir ku dewleta tirk li ber çavê hemû cîhanê sûc dike û wiha got: “Sûcê herî bi tirs li dijî gelê kurd dike, ew jî qirkirina gelê kurd e ku her carek bi nav û navnîşanek cûda de dike. Her wiha bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî li gorî yasaya navdewletî ya sala 1925’an sûc e.”

Banga li saziyên navneteweyî

Mamosta Hejar daxwaz ji rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û çalakvanan kir ku li beramberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin û wiha domand: “Bi dirêjahiya dîrokê dewleta tirk her tim xwestiye gelê kurd tune bike. Ji bo wê divê bi hemû awayek em li dijî vê dagirkeriya dewleta tirk rabin û êrîşên dagirkeriyê şermezar bikin.”

Her wiha Hejar Berzencî da zanîn ji aliyê her kesê ve tê zanîn ku tişta Erdogan dixwaze bike, zindîkirina xeyala xelafeta Osmaniyan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo wê daxwaz ji kurdên li derveyî welat dikim ku nerazîbûn û peyama xwe bigihînin konsolosxaneyên Amerîka, Brîtanya, Fransayê da ku li dijî dagirkeriyê ew jî helwest nişan bidin. Dewleta tirk li pêş çavê hemû cîhanê li dijî kurdan tawanan dike.”

 Li dijî bêdengiyê rexne

Mamosta û Lêkolînerê Derûnînasiyê Koçer Îsmaîl jî da zanîn armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê, ji holê rakirina tevayî destkeftiyên kurdan e û wiha got: “Ji sala 2003’an ve gelek kanalên kurdî xizmetê ji çand û hunera tirkî re dikin. Vê yekê jî di warê derûnî de bandorek nerênî li ser jiyana civakê çêkiriye. Li Başûr yek ji sedemên tawanên kuştin û xwekuştinan nîşandana vê çanda biyanî û tirkî ye.”

Mamosta Koçer diyar kir ku tu baweriya wî bi welatên biyanî nayê ji ber ku tev berjewendîxwazin û ev tişt anî ziman: “Ji bo mînak, destpêkê welatên wek Almanya û Amerîkayê bi xwe çekên qedexekirî li dijî dijminên xwe bikaranîn, niha jî dewleta tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî, bihêzbûna gerîla û lewaziya dewleta tirk nîşan dide.”

Di dawiyê de jî Mamosta Koçer destnîşankir dewleta tirk ola îslamê ji bo dijminahiya kurdan bikar tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin, mamostayên olî yên Herêma Kurdistanê bi qasî ku girîngiyê bi Quds û zilma dewleta Îsraîlê didin, ewqas li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê naxivin û helwest nîşan nadin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar