Çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker sal berê di 20’ê çileya 2022’yan de bi hêzeke pir mezin êrîşî taxa Xiwêran a Hesekê. Êrîşên DAIŞ’ê ji hêla şervanên YPG-YPJ, HSD û Hêzên Ewlehiyê ve vala hatin derxistin. Ji fermandarên YPJ’ê Gulbihar Kobanê qala armanca êrîşa li ser girtîgehê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kir.
Gulbihar Kobanê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê gelek senaryo plan kirin û wiha got, “Di sala 2020’î de jî li ser Xiwêranê senaryoyeyek bi vî rengî amade kiribûn, hewl dabûn ku êrîş bikin. Hem asta amadekariyê ya hêzên me yên leşkerî, hem jî îstîxbarata gihîşt ber destê me, hewldaneke êrîşê ya sala 2020’î kifş kirin û têk birin. Lewma bi plan û projeyeke nû hewl dan êrîş bikin. Vê yekê jî kir ku êrîşa li ser Xiwêranê dereng bikeve.”
Gulbihar Kobanê ragihand ku DAIŞ’ê di 20’ê çileya 2022’yan de bi plan û projeyeke nû bi hevkarî û perspektîfa dewleta tirk hewl da jinûve rabe ser xwe û wiha dewam kir, “Em zanin ku ev yek ne tenê bi destê dewleta tirk bû, her wiha hin hêzên navneteweyî jî di nav de hebûn. Ji ber ku bêdengiya li hemberî şerê Xiwêranê, yan jî nêzîkatiyên bêalî yên têkildarî dewleta tirk, bêdengmayin bû sedem ku lîstikên hêzên navneteweyî jî aşkera bibin.”
Fermandar Gulbihar Kobanê ev tişt anî ziman: “Êrîşa 20’ê çileyê ya li ser Xiwêranê yan jî Girtîgeha Sînaayê êrîşeke ku berê hatibû plan kirin, li herêmên dagirkirî hatibû birêxistinkirin. Bi vî rengî wê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bihata dagirkirin. Di heman demê de plana dagirkirina Hesekê bû ku bi rola navendî radibe. Plana wê yekê bû ku li hundir derbê lê bixe.”
Êrîş bi dehan caran hatin têkbirin
Gulbihar Kobanê destnîşan kir ku êrîşên li ser Girtîgeha Sînaayê ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê lê têne ragirtin û rabûneke navxweyî ji aliyê YPJ-YPG-HSD ve hate astengkirin û wiha got:”Ev polîtîka, êrîş û senaryo bi dehan caran hate têkbirin. Hewldan û êrîşên wan ji bo lawazkirina hêzên me bû. Xwestin ku nîşan bidin li bajarên di bin parastina YPJ-YPG-HSD’ê de ne kaos hîn jî dewam dike, aramî nîne. Lê belê her kesî ev rastî dît. Ragirtina DAIŞ’ê li girtîgehê bi tena serê xwe cesareteke, hêzeke mezin e ku her kes zane, DAIŞ bombeyeke zindî ye ku zerarê dide herêmê. Êrîş jî ji xwe li ser bingeha polîtîka îmhayê kirin. Bi esasî êrîşek ji bo îmhakirina gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bû.”
Gulbihar Kobanê anî ziman ku sedema biserneketina êrîşê asta amadekariyê ya hêzên leşkerî ya beriya destpêkirina şer bû û got, “Kêlî bi kêlî rewş hate şopandin, di mijara pisporî û çalakîbûn welê amade bû ku yekser dest li êrîşan hate werdan. Bi teqîna kêliya destpêkê ya êrîşê re xwestin çeteyên li girtîgehê bixin nava liv û tevgerê û êrîşên ji derve bêne hêsanîkirin. Êrîş ji rêzê nebû. Dewleta tirk, DAIŞ û hêzên navneteweyî ne li bendê bûn ku hêzên me di vê astê de bersivê bidin.”
DAIŞ jî zane ku dewleta tirk li pişt e
Têkildarî têkoşîna ji niha û pê ve ya li dijî DAIŞ’ê fermandar Gulbihar Kobanê got, “DAIŞ hêz û wêrekiyê ji dewleta tirk werdigire û zane ku dewleta tirk li pişt e. Ji ber vê yekê bêfikar nêzîk dibe. Lê belê piştî êrîşa li Sînaayê tê dîtin ku tirs ketiye dilê DAIŞ’ê. Li ser vê xakê têk çû, hate girtin, dîl hate girtin û hesab jê tê pirsîn. Her wiha zane ku ji bo karibe li ser piyan bimîne piştgiriya dewleta tirk têrê nake. Di pêvajoya Sînaayê de ev yek fêhm kir. DAIŞ’ê careke din fêhm kir ku dema ji aliyê YPJ-YPG-HSD’ê ve hate dorpêçkirin bi piştgiriya hêzên navneteweyî û dewleta tirk nikare rizgar bibe. Bi aşkera hate dîtin ku hêzên navneteweyî li pişt DAIŞ’ê sekinîn. Bi salan e li herêmên di bin kontrola YPJ-YPG-HSD’ê de têne ragirtin. Ji bo darizandina van DAIŞ’iyan hêzên navneteweyî neketin nava hewldanekê. Her wiha ji bo gelên cîhanê ji belayê DAIŞ’ê rizgar bibin, neketin nava hewldanan.
Ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin
Ji ber vê yekê bi şert û mercên gelekî kêm ên hêzên me, DAIŞ li herêmê tê ragirtin. Ya rast berpirsyariya hêzên navneteweyî ye ku pêvajoya darizandina DAIŞ’ê bê destpêkirin, DAIŞ li dadgehan derkeve pêşberî gel, her welat DAIŞ’iyên xwe werbigirin. Lê belê di vê mijarê de jî hewldanek nîne. Ji xwe welatên ku welatiyên wan ên DAIŞ’î li herêmên me ne, xwe nadin ber wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞ’î, mîna belayekî, mîna bombeyeke zindî dixwazin li herêmê bimînin û bi bêdengî pêvajoyê dişopînin. Hêzên ku ne alîgirê dadgehê ne, armanca xwe ya esasî ew e ku bikin ku DAIŞ careke din li herêmê geş bibe, li ser gelan bibe metirsî. Ji bo van hêzên aramiya gelê herêmê girîng nîne, aramiya li welatê wan girîng e. Ji bo karibin pozîsyona xwe ya li herêmê biparêzin bêdeng dimînin, ji rewşê aciz nînin. Ji aliyê taktîka leşkerî ve profesyoneliya me, ji aliyê amadekariya me ya perwerdeyê û temamkirina mijarên siyasî û leşkerî ve baweriya me bi xwe tam e. Bi berdêlên giran me şerê li Xiwêranê têk bir, lewma em ê êrîşan hemûyan têk bibin.”