Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk li pişt komkujiyan disekine

Parêzerên malbata Şenyaşar daxuyanî dan çapemeniyê û gotin ku daraz û saziyên tirk li pişt komkujiyan disekinin

Parêzerên doza Malbata Şenyaşar ên ji aliyê AKP’iyan ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin kuştin daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran li avahiya ÎHD’a Rihayê daxuyanî da û parêzer Bulten Dûran metna daxuyaniyê xwend.

Dûran êrîşa li dijî miwekîlên wan pêk hat bi bîr xist û destnîşan kir ku bûyer li ber çavê polîsan pêk hatiye û ji bo êrîşê derbarê polîsan de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dûran anî ziman ku miwekîlê wan Fadil Şenyaşar niha girtî di hucreya yekkesî de tê darizandin û vê yekê wek tecrîdê pênase kir û diyar kir ku li gel miwekîlê wan Fadil Şenyaşar bi xedarî birîndar bûbû jî lê ew girtî tê darizandin û heke ne ji fişarên raya giştîbûna dê Enver Yildiz nehatibûya girtin.

‘Derfetên giştî bikar tînin’

Dûran destnîşan kir ku aliyên êrîşê pêk anîne sûdê ji derfetên giştî bikar anîne û vê yekê bandorê li ser lêpirsînek bi bandor a di dema êrîşê de û pişt re berhevkirina delîlan kiriye û bal kişand ser qeydên tapeyê yên beriya Enver Yildiz were girtin.

Di berdewamê de Dûran anî ziman ku di qeydên telefonê de pir aşkera derketiye holê edaletê û derfetan ji bo berjwendiyên xwe bikar anîne û bi dozgeran re hevdîtin kirine û xwestine ji bo wan bibin alîkar û destnîşan kir ku tê xwestin ser delîlên heyî dîmenên dema bûyerê veşêrin û aliyên êrişkar dixwazin sûdê ji vê bigirin.

Dûran da zanîn ku li gel hewcehiya lêpirsînek bi bandor jî divê were kirin berdewamkirina biryara nepeniya li ser dosyeyê û tevî ewqas dem bi ser de derbas bûye û tiştek nekirina derbarê êrîşkaran de jî rê li ber xetereyê vedike û ew wek parêzerên malbatê derbarê dozê de bi fikar in.

Danişîn di 2’yê nîsanê de ye

Her wiha Dûran got ku dê di 2’yê nîsanê de danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê were lidarxistin û banga piştevaniyê û beşdariya dozê kir. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar