Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dewleta tirk li Rojava DAIŞ’ê zindî dike’

Kongreya Star li bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê civîna xwe ya salane li dar dixe. Di civînê de nûnerên rêxistina Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Di destpêka civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî.

Asya Abdullah anî ziman ku Rojhilata Navîn dergûşa şaristanî û çandan e û wiha dom kir: “Bi rojane rastî êrîşên mezin ên leşkerî, civakî, çandî û siyasî tê. Tevahî pirsgirêkên ku civakên Rojhilata Navîn dikişînin bi encama zîhniyeta desthilatê ya ku li dijî jiyana hevbeş û vîna gelan pêk tê. Her wiha ev desthilat bûn sedema parçekirina gel, çewisandina azadî û desthilatdariya li dijî jinan.”

Di berdewamê de jî Abdullah bal kişand ser têkoşîna jin û gelên azadîxwaz a li dijî van êrîşan û wiha pê de çû: “Li dijî peyman, xetere û êrîşên li Rojhilata Navîn, bi pêşengiya jinan îro têkoşîneke mezin tê kirin. Hêvîdarim ku em têkoşîn, xebat û rêxistiniya xwe bihêztir bikin da ku bikarin li hemberî xetereyên hundirîn û derve bisekinin.”

‘Xetereya DAIŞ’ê didome’

Abdullah bi domdarî anî ziman ku dewleta tirk hewl dide çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bike û wiha got: “Dewleta tirk bi israr e ku pergala demokratîk a li herêmên me têk bibe. Lewre jî xetereya DAIŞ’ê ya li ser gelê me didome. Dewleta tirk bi her awayî li dijî me êrîş û binpêkirinan dike. Jinan, zarokan dikuje, demografyaya herêmê diguherîne û malbatên DAIŞ’iyan li cihê me bi cih dike.”

‘Çareseriya aloziya bi derxistina dewleta tirk pêkan e’

Herî dawî jî Asya Abdullah ev tişt destnîşan kir: “Çareseriya aştiyane û pêşketina demokrasiyê li Sûriyeyê, bi derxistina dewleta tirk a ji Sûriyeyê pêkan e. Em bang li hemû aktoran dikin ku ji bo derxistina dewleta tirk xaka Sûriyeyê, rolekî aktîf bilîzin. Divê ev hêz ji kiryarên dewleta tirk sînorekî deynin. Bi taybet jî Rûsya divê li gorî peymanên parastin û yekitiya xaka Sûriyeyê tevbigere û dawî li vê dagirkeriyê bîne. Ez herî dawî jî bang li hemû gelan dikim ku ji bo mîsogeriya parastina gel bixebitin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar