Balafirên şer ên dewleta tirk a, li bajaroka Şeladizê ya girêdayî navçeya Amediyê ya Duhokê wesayîtên sivîlan bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ku welatiyên Şeladizê dane, balafirên dewleta tirk a dagirker îro saet derdora 11.00’an de li gundê Sîda yê li devera Rêkan a Şeladizê wesayîtên welatiyan bombebaran kirin.
Welatiyên herêmê ragihandin ku di bombebaranê de 3 welatî şehîd bûn û gotin ku ji welatiyên şehîd bûne navê yekê Demokrat Omer Îsmaîl e.
Hinek çavkanî jî dibêjin ku di bombebaranê de 5 kes şehîd bûne û ji wan jî 3 bira ne.
Welatiyan cenazeyên şehîdan birin Nexweşxaneya Şeladizê. DUHOK