Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Dewleta tirk li ser behaneyên PDK’ê êrîş dike

Dewleta tirk a dagirker di nava kûrahiya xaka Iraq û başûrê Kurdistanê de li pêş çavên hikûmeta Başûr û Iraqê êrîşê welatiyan dike û wan şehîd dixe. Lê PDK û hikûmeta wî hewl dide van komkujiyan  binixûmîne. Heta li beramberî kuştina endamên xwe jî bêdeng dimîne.

Roja 6’ê tebaxê dewleta tirk a dagirker bi balafira bi çek û bê mirov gundê Çinartû ya girêdayî Çemçemal bombebaran kir di encama êrîşê de agir bi rez û baxên welatiyan ket.

Heman rojê di saetên êvarê de jî li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê, balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta tirk a dagirker wesayîta welatiyên sivîl bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û kesek bi navê Haşim Şakir jî birîndar bû.

Hîn zû PDK’ê bi rêya çapemeniya xwe behane ji êrîşên dewleta tirk re peyda kir û got, dewleta tirk ji ber PKK’ê êrîş pêkaniye. Li şûna ku êrîş şermezar bikin û daxwaza parastina xaka xwe bikin, erka parêzertî û berdevkiya dewleta tirk girtin ser milê xwe.

Li gor zanyariyan, welatiyên ku di êrîşa li Çemankê de şehîd û birîndar bûn, endam û alîgirên PDK’ê bûn. Lê PDK û hikûmeta Mesrur Barzanî gotinek tenê jî li ser vê êrîşê nekirin û şermezar nekirin.

Her çiqas kesên bûn qurbanî kurdin û li başûrê Kurdistanê dijîn, lê heman roja ku her du êrîş pêkhatin, gelek parlementer û berpirsên Iraqî li dijî êrîşê helwesta xwe nîşandan, êrîş şermezar kirin  û daxwaz ji hikûmeta Sudanî kirin ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Lê PDK mîna her carê komkujî û tawanên dewleta tirk dinixûmîne û bi gotinek jî qetilkirina welatiyan şermezar nake ku kesên bûne qurbanî kurdin, di jêr desthilata wan de ne û alîgirê partiya wanin.

PDK’ê di çend salên borî de çav û devê xwe li ser şehîdxistina nêzî 250 sivîlên ji aliyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin girtiye. Li dijî hemû kes, alî û rojnamevanên ku helwest li dijî êrîşan nîşandane jî sekinîne.

Niha jî dewleta tirk a dagirker li nava xaka başûrê Kurdistanê de bi taybetî jî li Zap û Girê Cudî dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. PDK mil daye milê leşkerên tirk û li dijî gerîlayên azadiyê şer dike. PDK ketiye li pêş artêşa tirk û rê ji bo wan xweş dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar