Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk li ser sînorê Rojava hewl dide ‘Kembera tirkmenan’ ava bike

Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê re hem dixwaze destkeftiyên gelê Rojava têk bibe û li hêla din jî hewl dide bi avakirina ‘Kembera tirkmenan’ re demografyaya herêmê biguherîne. Ji bo vê jî komên çete yên tirkmen û yên din bi kar tîne

Komên çete yên ku dewleta tirk a dagirker ji bo ku Sûriyeyê dagir bikin ku navê ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ (Ceyşûl Wetenî) li xwe kirine, her çend ku her yek jê xwedî ajandayekê be jî, ya ku xwedî ajandaya sereke dewleta tirk bi xwe ye.

Dewleta tirk dixwaze Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji kurdan vala bike û dawiyê herêma mîna Lîvaya Skenderûnê (Hatay) bîne qada navneteweyî û ji bo ku dagir bike plana wê datîne. Dewleta tirk bi dehan çeteyên talanger û sûcdarên şer ên bi koka xwe El Qaîdeyî û Îxvanî Mislim ji bo ku Sûriyeyê dagir bike bi kar tîne. Lê komên çete ku bi esasî li ser wan lîstikê datîne jî pir cuda ne.

Komên ereb dide şerkirin

Dewleta tirk komên çete yên bi navê Sultan Mûrad, Sultan Suleyman Şah, Sultan Mehmed Fatih, Muntasir Billallah û Semarkant ku îdia dike ji ‘tirkmenan’ pêk tê, li ser xeta sînor li cihên stratejîk bi cih dike, komên ku ji ereban pêk tên jî dide eniya pêş û bi kurdan re wan dide şerkirin.

Piştî Mitebeqata Edeneyê ku di 20’ê cotmeha 1998’an di navbeyna dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de hatiye danîn dewleta tirk zêdegir razemînî li van komên navborî kir, îstîxbarata tirk niha jî van koman li ser xeta sînor a 5 km datîne û dixwaze dagirkeriyê rewa bike.

Stratejî armanca dewleta tirk

Dewleta tirk ku dizane dê li Sûriyeyê nikare mayînde bibe, ‘bi îhtîmala herî xirab’ ji bo ku xala Mitabeqata Edeneyê ya ‘li ser xeta 5 km şopandina ji nêz ve’ bi cih bîne, li van herêman endamên van 5 koman bi cih dike.

Dewleta tirk ji bo ku di şer de windahiyên van koman çênebin li paş eniyê dihêle, ji bo ku deriyên sînor, rêgeh û cihên stratejîk bikevin destê van koman hewl dide, komên din ên ku piranî ji ereb û biyaniyan pêk tên bi hundir ve tehf dide. Piştî dagirkirina Efrînê serekê çeteyên ku bi çeteyên Sultan Murad re di nav reqabetê de bûn yek bi yek hatin kuştin.

Înfazkirina çeteyan

Di 10’ê adara 2018’an de Fermandarê Kolorduya 1’ê  Serheng Vaîl Mûsa û berpirsê Tûgaya Medya Semerkantê Suheyl Kasim, di 11’ê adara 2018’an de fermandarê Qadê yê Feylak’ul Şam ê Bahrî Samî Heyanî, di 12’ê adara 2018’an de endamê Meclisa Şûrayê ya Cephetul Şemiye û berpirsê Herêma Ehrar El Şamê Muhamed Ebû Abdul, di 12’ê adara 2018’an de Serdarê OSO’yê Raîd Muaz, Serheng Munzîr û serpêl Nasr Hemadîn û di 14’ê adara 2018’an de jî Cephet El Şamiye Ahmed Ebû Safî hatibûn kuştin.

Çeteyên ‘tirkmen’

Ev komên ku li ser sînor hatine danîn û ji wan re ‘tirkmen’ tê gotin piranî ji deverên mîna Ozbekistan, Tirkmenistan, Tacîkistan, Uygur ji Kafkasya û Asyaya Navîn anîne û li ser xeta sînor a Tirkiye û Sûriyeyê têne danîn. Dewleta tirk komên navborî li Idlibê (Çiyayê Kurmênc), Cebel  Turkmen (Çiyayê Tirkmen), Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, Entarib, Cindirês, Raco, Bilbil û Şera yên navçeyên Efrînê, Deriyê Sînor ê Ezazê Bab El Selame û li ser xeta nêzî sînorê Cerablusê bi cih dike, van koman jî niha hewl dide li 5 km sînorên Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike.

‘Kembera Tirkmenelî’

Dewleta tirk komên din ên ku ji ereban pêk tên jî li derveyî qada 5 km dide pêş, di çarçoveya Mitebeqata Edeneyê de li ser van çeteyan re dixwaze li Sûriyeyê hebûna xwe nîşan bide. Diyar bû ku ji xeta sînor a 5 km re ku ev komên navborî lê bi cih kirine ‘Kembera Turkmenelî’ tê gotin ava bike.

Dewleta  tirk ku li Idlib, Efrîn, Ezaz, Raî û Cerablusê çeteyên bi ser xwe li ser xeta sînor bi cih kirine, deriyê sînor ên Girê Spî û Serêkaniyê û xeta sînor jî bi dest van çeteyên xwe ve berdide.

Komên çete yên ku dewleta tirk weke ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ li hev kom kirine wiha ne:

1- Ehrar El Şerqiye: Ev koma çete li Dêrazorê ji DAIŞ’ê qut bû û derbasî Idlibê bû. Ev koma çete bi dîmenên hovîtiyê, talan, dizî û tecawizê hate rojevê. Li Cerablus, Bab û Efrînê bi hin komên mîna Sultan Mûrad re yên bi desteka dewleta tirk  re şer kirin. Yek ji wan çeteyan e ku bi hundir ve têne tehfdan.

2- Ceyş El Nuxbe: Avaniya bi navê Ceyş El Tahrîr di sala 2017’an de ragihand ku bi navê Ceyş El Nuxbe dîsa rêxistinî bûne. Ev avanî ya ku serekê wê Mihemed Ehmed El Seyêd e, li Heleb, Lazkiye, Hema û Idlibê xebat kir. Li Til Eran û Til Hasil li gel çeteyên El Nusrayê kurd kuştin. Di dagirkirina Efrînê de cih girtin.

3- Lîva Suqur El Şam: Ev koma çete di sala 2011’an de ji hêla Ehmed Ebû Îsa ve hate avakirin. Demekê dirêj bi El Nusrayê re tevgeriya û piştre tev li Ehrar El Şamê bû. Di nav vê komê de ku bi fikrên cîhadî têne zanîn, gelek endamên çeteyan ên biyanî hene. Di dagirkirina Efrînê de cih girtin.

4- Feylaq El Şam: Di sala 2014’an de bi tevlêbûna 19 koman hate avakirin. Li ser çeteyan Fadil Elah El Hecî heye. Di êrîşên ser Şehba û Şêx Meqsûd de cih girtin. Di nav dagirkirina Efrînê de jî cih girtin. Di nav wan komên di nav SMO’yê de koma herî mezin û bi Tirkiyeyê re têkiliya wan baş ev çete ne.

5- Ehrar El Şam: Yek ji koma mezin a çeteyan a di sala 2011’an de ji hêla Hesen Ebdo ve hate avakirin e. Vê koma çete li rojavayê Sûriyeyê gelek xebat kirin, têkiliyên xwe yên bi El Nusrayê re geh baş bûn geh xirabin. Niha li Idlibê aktîf e. Tev li dagirkirina Efrînê bûn.

6- Tûmena Hemze: Ev çeteya ku beriya niha li Dera, Halep û bejahiya Şamê aktîf bû, piştî ku bi dewleta tirk re têkiliyên xwe geş dibin bi giranî li Babê aktîf dibe. Serçeteyê vê komê DAIŞ’iyê berê  Seyf Ebûbekir e û bi TC’yê re têkiliyên wan baş in. Dema dagirkirina Efrînê di nav çeteyên dagirker de bûn.

7- Lîwa El Fetîh: Ev çeteya ku beriya niha bi komên cuda re tevdigeriya, di sala 2017’an de ragihand ku tev li nav Cephe El Şamiyeyê dibe.

8- Liwa El Fetih: Ev rêxistina ku berê bi komên cuda re tevgeriya di sala 2017’an de ragihand ku tev li Cephe El Şamiyeyê bûye.

9- Ceyş El Ahfad: Yek ji komên destpêkê ye ku bloka ‘Artêşa Neteweyî’ pêk tîne. Li gel Lîwa Semerkantê beşek ji Firqet El Hemzeyê bûn. Serçeteyê wê jî Şêx Husen Geude. Ev rêxistina çete tev li dagirkirina Efrînê bû.

10- Tumena 23’yan: Ev koma ku berê li Heleb û Îdlibê bû serkêşê wê Sertîp Hesen Recûbe. Tev li ‘Mertala Firatê’ û dagirkirina Efrînê bûn.

11- Tumena 9’an: Ev rêxistina ku di sala 2014’an de weke hêzên taybet hate birêxistinkirin di nava tevgera Hezim de bû ku Pentagonê piştevanî jê re dikir. Ev rêxistina ku ji nêrînên Îxwanî ye piştî ku li dijî El Nusrayê hin çalakî kir, ji aliyê El Nusrayê ve hate tasfiyekirin û dewleta tirk ew ji nû ve bi rêxistin kir. Ji herêmên başûr ve tev li dagirkirina Efrînê bûn.

12- Foc El Mûstefa: Ev rêxistina ku nêzî dewleta tirke û navenda wê li Mareyê ye, çeteyê ku serkêşiyê jê re dike Elî Necar Ebû Mejdo ye. Ev rêxistina ku bi daxuyaniyên xwe yên li dijî kurdan û HSD’ê tê naskirin li herêma Bilbilê ya Efrînê ye.

13- Lîva El Mexavir: Di sala 2013’an de li bejahiya Hûms û Şamê şer kir. Piştî ku bi rejîmê re li hev kir vekişiya Îdlibê û tev li dagirkeriya Efrînê bû.

14- Firqet El Mutasim: Ev koma ku navenda wê li Mareyê ye ji DYA’yê piştevaniya çek û perwerdeyê wergirt. Çeteyê ku serkêşiyê jê re dike Mihemed Xelîl Hesene. Tev li dagirkirina Efrînê bûn.

15- Eniya El Şamiye: Ev rêxistin di sala 2014’an de bi kombûna hin koman ava bû û serkêşê wê Ebîd el Ezîz Selamê ye. Di sala 2017’an de piştî ku Asîfet El Şîmal jî tev li wan bû, Ebû Elî Sico tev li rêveberiya wê bû. Beşdarî êrîşên dagirkirina Efrînê bû.

16- Alaya 5’an: Ev rêxistina ku weke Foc El Xamês jî tê naskirin, serkêşê wê Mistefa Kepso ye. Ev rêxistina ku li bakurê Hamayê ye û li Idlibê ye tev li dagirkirina Efrînê bû.

17- Lîwa El Şîmal: Feylaq El Şam rêxistinên çete yên El Fecir El Sadêq, Sirac El Din, Ensar El Allah, Ömer Ebu el Hesen û Mexawir el Sunne li hev kom kir û ev rêxistin ava kir. Li herêmên Minbic, Cerablus û Şehbayê kar kir û tev li dagirkirina Efrînê bû.

18- Rical El Harb: Komeke ku li derdora Heleb û Idlibê ye.

19- Lîwa Sûltan Osman: Di sala 2017’an de ji aliyê Raxêb Osman ve hate avakirin ku weke Ebû Omer tê naskirin. Ev rêxistin li Efrînê bi taybetî li derdora navçeya Bilbilê bi cih bû.

20- Ceyş El Îslam: Ev rêxistin di sala 2011’an de li Xûtaya Rojhilat ava bû û yek ji rêxistinên herî mezine. Serkêşê vê rêxistina ku bi nêrînên xwe yên selefî tê naskirin Zehran Elûşe. Ev koma ku tev li civînên Riyad û Astanayê bû piştî ku ji Xûtayê derket tevî Feylaq El Rahman li herêmên Efrîn û Babê bi cih bû.

21- Festakim Kema Umirt: Di sala 2012’an de bi kombûna 7 koman ava bû. Ev koma çete li Stenbolê ava bû. Serkêşê vê çeteyê jî Mistefa Biro (Seqir Ebû Qûteybe) ye. Bi gelek koman re hevkarî kir û Tirkiye, Qatar û Siûdiyan piştevaniya vê koma çete kirin.

22- Ceyş El Şerqiye: Komeke biçûke. Ji herêmên rojhilat ên Sûriyeyê tev li wê bûne.

23- Suwar El Cezîre: Li herêma Cizîrê ji bo li dijî kurdan şer bike ava bû. Serkêşê vê komê Şêx Ehmed û Ebû Zeyneb El Haşimî ne. Navenda wê li Cerablusê ye û tev li êrîşên li dijî Minbic û Efrînê bû.

24- Tûgaya 51’ê: Serkêşê vê rêxistina ku sala 2015’an ava bû Heysem Cemîl Îfesî bû. Piştî ku ew tev li ‘Artêşa Neteweyî’ bû Mihemed Dêrî bû serkêşê vê çeteyê. Tev li civînên li Cenevreyê bû û di heman demê de tev li dagirkirina Efrînê bû.

25- Firka El Şimaliye: Di sala 2012’an de li bajarokê Kefer Nûbûl ê Idlibê ava bû. Destpêkê bi navê Lîwa Fûrsan El Heq ava bû. Serkêşê vê koma ku CIA’yê piştevaniya wê dikir Faris El Beyûş bû lê belê di sala 2017’an de Ebîd Kerîm Yehya kete şûna wî û bû serçete. Ew jî li Şêx Meqsûdê hate kuştin.

26- Sultan Mûrad: Piştî ku şerê Sûriyeyê destpê kir ev kom bi navê tirkmenan derkete holê. Avabûna vê komê xwe dispêre piştî Mutabaqata Edeneyê ya sala 1998’an. Têkiliya serçete Yûsûf El Selêh a bi MÎT’ê re digihêje heta Mutabaqata Edeneyê. Berpirsyarê wê yê qadê Fehîm Îsa û berpirsyarê wê yê leşkerî jî Serbend Ehmed Osmane. Dewleta tirk herî zêde giranî da ser vê komê. Deriyên sînor heta wiha xeta sînor ji vê komê re tên hiştin.

27- Sûltan Suleyman Şah: Ev rêxistina ku ji tirkmenên li herêma Babê hate avakirin hewl da li herêma Qebasinê hin komên kurdan ava bike. Lê belê bi ser neket. Ev rêxistina ku Ebû Emşe serkêşiyê jê re dike tev li dagirkirina Efrînê bû.

28- Sûltan Mehmed Fatîh: Ev rêxistina ku li bajarokê Xendûra yê Cerablusê di sala 2012’an de ji aliyê dewleta tirk ve hate avakirin demeke dirêj li Helebê şer kir. Di sala 2015’an de tev li Sûltan Mûrad bûn. Di sala 2016’an de jê veqetiyan. Bi giranî li herêmên Cerablus, El Raî û Ezazê dimînin û tev li dagirkirina Efrînê bûn.

29- Muntasir Bîllalah: Ev rêxistina ku berê li Helebê bû li herêmên Bab, El Raî û Cerablusê kar dike. Fîras Başa serkêşiyê jê re dike. Yekser bi îstîxbarata tirk re dixebite û tev li dagirkirina Efrînê bû.

30- Tûgaya Semerkant: Ev rêxistin di sala 2016’an de li bejahiya Helebê ava bû û dewleta tirk piştevaniya wê dike. Di serî de Ozbek ji kesên ji Asyaya Navîn pêk tê. Di dema damezirandinê de hat ragihandin ku armanca wan şerê li dijî rejîmê û kurdan e. Her wiha tev li dagirkirina Efrînê bûn.

Çavkanî: Ersîn Çaksu/ HESEKÊ-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar