Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên dewleta tirk şevê din li zozanên Berde Spî ya herêma Sîdekan a Hewlêrê bombe barandin.
Hat zanîn ku di encama bombebaranê de welatiyê bi navê Osman ê ji Akrê ya Dihokê û ji eşîra Sûrçî jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê di demên dawî de zêde kirin. Hema hema rojane herêmên başûrê Kurdistanê hedef digire. HEWLÊR