Navenda Nûçeyan
Her wiha ajansê diyarkiribû ku ew madeyên hişbir di nava barê geniman de hatibûn veşartin. Ajansê hejmara heban jî eşkerekiribû û li gor wê 8,753,432 heb hatine desteserkirin. Ew madeyên hişbir di nava barên genimê yên ku ji bendera Îmaratê hatibûn, hatine veşartin û dema sevqiyata wê ya ji bo bendera Îslam a bajarê Cîdeyê ji aliyê hêzên ewlekariya welat tên ferqkirin û bi operasyonekê ve tên girtin.
Dîsa li gorî heman ajansê li pişta wê hewldana qaçaxkirina madeyên hişber dewleta Tirk heye. Îro dîmenek belavkir ku nîşandide dewleta Tirk li pişta wê hewldanê heye. Piştî ku dîmen li ser tiwitterê hat belavkirin, gelek hawîrdorên Ereb li hemberî wê kiryarên dewleta Tirk nerazîbûnekî cidî nîşan dan.