Navenda Nûçeyan |
Dewleta tirk a dagirker îro di saetên sibehê de bi balafirên şer nava navçeya Pêncwên û gundên derdorê bi dijwarî bombebaran kirin.
Li gorî dîmenên ku ji aliyê welatiyan ve hatine girtin, diyar dibe balefirên tirk nêzî Elwa Pêncwên ku rojane bi sedan welatî û cotyar serdana wê dikin tê bombebarankirin.
Her wiha welatiyê dîmen tomar kirî, dibêje ‘Neelet li dewleta tirk be, ev nava Pêncwêne, nava gelî, zevî û deşta Pêncwêne. Bombebaran 100 metre dûrî min pêk hat. Ev balefirên tirk in bombebaran dikin.”
Hinek welatiyên din jî di pişt kamerayê diaxivin û dibêjin ‘Li tenişta me bombebaran kirin, wêran kirin.’