Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an li sûka sereke ya navenda Şengalê seyareyek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebaranê de 2 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Piştî êrîşê hêzên ewlekariya Iraqê çûn cihê êrîşê û lêkolîn dan destpêkirin. Welatî jî li herêmê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan, hêrsa xwe anîn ziman.
Balkêş e ku ev êrîş demek pir kurt beriya serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Şengalê pêk hat. Kazimî îro beriya nîvro derbasî Musilê bû û bendava Musilê ziyaret kiribû. Hatibû gotin ku dê Kazimî serdana Şengalê jî bike.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagiker ku îro li hemberî navenda Şengalê pêk hat de, daxuyaniyek kurt belav kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Îro saet di 12.10’an de dewleta qirker – dagirker a tirk êrîşek hewayî li ser Şengalê pêk anî. Seyareyek leşkerî di vê êrîşê de hatiye hedef girtin. Di encama êrîşê de şehîd û birîndarên me hene.” ŞENGAL