Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dewleta tirk petrola me dike çek û gule û li sînga me dixe’

Dayika Sebriye Ehmed Elî ku yek ji şahidên Enfalê ye bertek nîşanî rayedarên hikûmeta Başûr da û wiha got: “Heta kengî dê petrola me ji bo dewleta tirk biçe? Dewleta tirk vê petrolê dike çek û gule û li sînga me dixe.”

Welatiya bi navê Sebriye Ehmed Elî ku 60 salî ye, yek ji şahidên Enfalê ye. Elî di Enfalê de 2 jinbira, 5 bira, mam, pismam, dayik û bav, xal, xwişk û xwarziyên xwe winda kirin. Ji temamiya malbatê tenê Sebriye Ehmed Elî sax ma. Her wiha kur û hevjînê wê jî hatin qetilkirin. Elî têkildarî êrîşên li dijî rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê bi Ehmed Kerkûkî re axivî.

Dayika Sebriye Ehmed Elî destnîşan kir ku îro yan jî sibe, di dawiya dawî de kurd dê serbikevin û wiha domand: “Malbata me jî di vê rêyê de ruhê xwe feda kir.” Dayika Sebriye ji rêveberên Herêma Federal a Kurdistanê xwest ku êdî petrolê nefiroşin dewleta tirk û wiha dom kir: “Ji ber ku dewleta tirk bi pereyê petrola Herêma Kurdistanê re li dijî gelê me şerê tunekirinê dimeşîne. Bi van pereyan niha jî êrîşî Rojava dike. Piştî Rojava jî teqez dê êrîşî Başûr bike.”

Di berdewamê de jî dayika Sebriye ev tişt anî ziman: “Ez êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava şermezar dikim. Siyaseta başûrê Kurdistanê cihê şermezariyê ye. Heta kengî dê petrola me ji bo dewleta tirk biçe? Dewleta tirk petrola me dike çek û gule û li sînga me dixe.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar