KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Dewleta tirk plan dike ku ji du aliyan ve êrîş bike

Dewleta tirk a dagirker di 16’ê nîsana 2024’an de di çarçoveya plana operasyona Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê de li Kilîsê bi çeteyên di bin fermandariya xwe de civînek li dar xistiye. Dewleta tirk a dagirker a Serêkanî û 45 çeteyên profesyonel ku di nav wan de serçeteyên DAIŞ’ê jî hene, bi otobuseke tîpa Pullman, cil û bergên çeteyên Roj li xwe kirinli ser deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîlê şandin Şeladizê.

Dewleta tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metîna li hemberî gerîlayên azadiyê yên di dîroka xwe de têkçûna herî mezin jiya, ji aliyekî ve lêgerîna xwe ya tifaqê bi Iraq, rejîma Sûriyeyê û PDK’ê re didomîne. Ji aliyê din ve jî ji destpêka meha nîsanê ve li qadê bi taybetî li herêmên dagirkirî şerê dualî dimeşîne.

Dewleta tirk a dagirker di 16’ê nîsana 2024’an de di çarçoveya plana operasyona Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê de li Kilîsê bi çeteyên di bin fermandariya xwe de civînek li dar xistiye.

Di civîna ku zêdetirî 3 saetan dom kir de, serçeteyên Ehrar El-Şam û bi navê fermandarên komên çete yên OSO amade bûn. Dîsa di civînê de bal kişandin ser rola komên çete yên Ehrar El-Şam ku ser bi dewleta tirk a dagirker ve ye û hejmareke zêde ya wê di planê de heye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta tirk a dagirker di civînê de diyar kir ku ew ê piştgiriya lojîstîk a leşkerî bidin çeteyên Ehrar El-Şam û yekîneyên hêzên taybet ên dewleta tirk a dagirker jî wê beşdarî êrîşa li dijî herêmên Rojava bibin. Dîsa dewleta tirk a dagirker di civînê de diyar kir ku Kobanê yek ji hedefên wan ên destpêkê ye û li ser xeta Serêkanî û Girêspî amadekariyên leşkerî hatine kirin û di çarçoveya vê planê de çek û cebilxane şandine gundewarên Helebê.

Hat ragihandin ku bi talîmata MÎT’ê di nava komên çete yên Ehrar El Şam û OS’yê de serçeteyên DAIŞ’ê yên perwerdekirî û çeteyên xwedî ezmûna şerkirinê cih digirin û wê di êrîşa dagirkeriyê ya plankirî de cih bigirin.

Dewleta tirk a dagirker de ku bi salan e di çarçoveya bernameya ‘perwerde bike-çekdar bike’ çeteyên DAIŞ’ê perwerde dikir û weke hêzên paramîlîter şandin gelek deverên cîhanê, di bin banê OSO’yê kom kiriyeî. Nasnameyên çeteyên DAIŞ’ê berê çapemeniyê hatibûn aşkerakirin. Di heman demê de, li rapora ji hêla Rêxistina Heqîqet û Edaletê ya ji bo Sûriyeyiyan (STJ) hatiye weşandin, belge dike ku endamên payebilind ên DAIŞ’ê ku destê wan di kuştina bi hezaran kesan de hebû, radestî komên çete yên girêdayî OSO’yê yên di bin kontrola dewleta tirk a dagirker û di bin talîmatên MÎT’ê de tevdigerin, kirin.

Her wiha dewleta tirk a dagirker gelek çeteyên DAIŞ’ê li girtîgehên Heleb, Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bi şertê ku tevlî çeteyên dewleta tirk a dagirker bibin serbest berdan û hate hînbûn ku ji bo dagirkirina Kobanê amadekariyên leşkerî dike.

Di 17’ê nîsanê de li navenda bajarê Cerablûs a dewleta tirk a dagirker, çeteyên îstîxbaratê yên rasterast girêdayî MÎT’ê ne şefê çeteyên DAIŞ’ê yê girtî Ehmed Mihemed El-Mûsa Ebû El Beraa serbest berdan. Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya serçeteyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta tirk a dagirker Ehmed Heys bi nasnav Ebû Hatem Şakra hat berdan.

Dewleta tirk a dagirker ku liv û tevgera xwe li gundên Inêq El-Hewa, Til Mihemed, El-Dawidiya, El-Erbiîn, Til Menda, El-Tolan, Tebet Ebû Bekir ên li ser xeta Girêspî û Serêkaniyê zêde kir,. Dewleta tirk 250 çeteyên li gundê El Diwarê yê Serêkaniyê, ji bo li hemberî gerîlayên azadiyê bide şerkirin şandiye başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, hat hînbûn ku di 9’ê nîsana 2024’an de komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ên li herêmên di bin serweriya wê de, ji bo şandina başûrê Kurdistanê ferman hatiye dayîn.

Dewleta tirk a dagirker plan dike ku zêdetirî 1300 çeteyan li dijî gerîlayên azadiyê bişîne Başûrê Kurdistanê. Komên çete yên ku bên şandin ev in: Lîwa Mihemed El Fetêh, Silêman Şah, Lîwa El Mûntesêr, El Hemzat, Lîwa Semerqend. Her wiha hat ragihandin ku koma çete ya Sûltan Mûrad a girêdayî MÎT’ê ji şandina çeteyan berpirsyar e.

Dewleta tirk a dagirker ku li Efrînê û bejahiya wê ketine tevgerê, di 13’ê nîsana 2024’an de bi alîkariya MÎT’ê bi pêşengên çeteyên El-Emşat û Hemzat ên li navçeyên Şiyê û Cindirêse yên Efrînê kom bûn. Hat hînbûn ku di civînê de MÎT’ê ji rêveberên çeteyan xwestine ku ji bo li dijî gerîlayên azadiyê yên li başûrê Kurdistanê şer bikin xwe amade bikin.

Malpera lêkolin.org beriya niha aşkera kiribû ku di 13’ê adara 2024’an de di plana dagirkeriyê ya ku bi hevkariya PDK’ê re hatiye kirin de, dewleta tirk a dagirker a Serêkanî û 45 çeteyên profesyonel ku di nav wan de serçeteyên DAIŞ’ê jî hene, bi otobuseke tîpa Pullman, cil û bergên çeteyên Roj li xwe kirinli ser deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîlê şandin Şeladizê.

Çavkanî: Firat Alî – Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar