Mîrateya dîrokî şoreşa Kurdistanê ferz dike

Îro li pêşiya şoreşa Kurdistanê du mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku di dîrokê de di şert û...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Mîrateya dîrokî şoreşa Kurdistanê ferz dike

Îro li pêşiya şoreşa Kurdistanê du mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku di dîrokê de di şert û...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...
Pazartesi - 18 Kasım 2024

Mîrateya dîrokî şoreşa Kurdistanê ferz dike

Îro li pêşiya şoreşa Kurdistanê du mîrateyên dîrokî hene. Ya yekemîn, dîroka berxwedanê ya gelê kurd e ku di dîrokê de di şert û...

Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Dewleta tirk qada tenduristiyê ji çeteyan re hiştiye

Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak li ser pirsgirêkên pergala tenduristiyê ev tişt anî ziman: “Qada tenduristiyê veguheriye bazirganiyê. Bi hişmendiya ‘em çawa dikarin zêde qezenc bikin’ nexweşxane tên rêvebirin. Bi vê hişmendiyê re ‘çeteyê yenî dogan’ ava bûn. Rojên din dikare ‘çeteyê koroner’, ‘çeteyê ortopedî’ derkeve pêş me.”


Desthilatdariya faşîst AKP-MHP’ê qada tenduristiyê ji çeteyên xwe re hiştine. Di demên dawî de qada tenduristiyê de pirsgirêkên wekî ‘yenî dogan’ ‘fîksator’ û ‘çete’ di rojevê de ne. Li nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ‘çeteyê fîksator’ derket holê û nexweş û xizmên nexweşan yek bi yek der barê doktoran de gilî kirin û doktorê ku tên îdiakirin sûc kirine hîna li ser peywira xwe ne.

Di hefteyê borî de Yunuf Turk yê li nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ya Dewletê di beşa ortopedî de dixebitî, îdia kir ku doktorên beşa ortopediyê ya nexweşxaneyê de dixebitin Îbrahîm Ulusoy û Ferît Bogatekîn bi medîkalvaniyan re lihev kiriye û bêyî hewce bê dîtin li nexwşxana mudaxaleya cerahî dikin, emeliyat dikin û fîksator lê bi cih dikin. Yunus Turk got ku doktor bi zanebûn bi van medîkalan ve lihev kirine û qezencê dikin.

Piştî bûyerê mufetîş hatin peywirdarkirin û şandin nexweşxaneyê. Lêkolîn didome û doktor jî peywira xwe didomînin. Hevseroka Sendîkaya kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Yildiz Ok Orak der barê qada tenduristiyê, çeteyên derketine holê de axivî.

Yildiz Ok Orak got bi hatina AKP’ê re qad veguheriye navenda bazirganiyê û nexweş wek muşterî tên dîtin. Yildiz Ok Orak wiha got: “Recep Akdag dema wezîrê tenduristiyê bû qanûna veguhestina di tenduristiyê de derxist. Bi vê qanûnê tenduristî bi giştî ket xizmeta pergala kapîtalîst. Mînak pergala performansê derket. Li gorî vê têkiliya doktor, xebatkaran veguherî muşterî. Me wek SES’ê her tim got. Me dizanibû em ê bên vê nokteyê.”

Yildiz Ok Orak daxuyakirin ku nexweşxane ji aliyê kesên şaş ve tên rêvebirin û ji ber vê jî ev çete derketine holê û wê ev rewş bidome. Yildiz Ok Orak wiha domand: “Pirsgirêkên em behsa wan dikin nokteya herî jor niha dijî. Ji ber pergala tenduristiyê, niha di destê kesên ku pergalê dimeşînin de teqiyan. Bi fikara ‘em çawa dikarin pereyê herî zêde qezenc bikin’ çeteyên wek ‘yenî dogan’, ‘Koroner’, ‘ortopedî’ derdikevin holê.”

Yildiz Ok Orak wiha dirêjî dayê: “Li hemû nexweşxaneyên fakulteyan, doktor ji derveyê mesayiyan ji nexwşexan pere digirin. Ji ber krîz aborî serî li riyên îllegal didin.Tu carê vê qebûl nakin, erên akin. Ji ser nexweşan qezenckirina pere ne etîk e. Pergal xebatkarên tenduristiyê neçarî vê dikin. Yanî ev pergal dibêje ‘ez têr pere nadim te, tu çawa dixwazî wisa pere qezenc bike’. Ev jî dibe sedema rewşa ku îro tê jiyînê.”

Yildiz Ok Orak wiha dawî lê anî: “Pergala ku AKP pêşkêş dike girêdayê pere ye. Ji bo ultrasonê hûn biçin nexweşxaneya zanîngehê 3-4 meh şûnde randevuyê didin. Lê ger hûn pereyê xwe razînin hema dikarin bikşînin. Ev pergal hatiye vê rewşê mixabin. Ev pergala pere ji gel re dibêje ‘pereyê te hebe tu yê bê dermanikrin tunebe biçe 3 meh, 5 meh şûnde bê. Bi salan berê me gotibû ku em ê bên vê rewşê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar