Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dewleta tirk qadên sivîlan bombebaran dike

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî qadên sivîlan ên li rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ji navenda Qamişlo heta Dêrik, Girê Spî, Serêkaniyê û Girkê Legê, gelek dever bi dijwarî topbaran kirin. Şervanên HSD’ê jî bersivên tund didin dagirkeran

Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomînin. Hêzên dagirker ku dixwazin rojavayê Kurdistanê dagir bikin, bi awayeke hovane qadên sivîlan bombebaran û topbaran dikin. Di encama êrîşên dewleta tirk de heta niha herî kêm 11 sivîl hatin qetilkirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Li dijî êrîşên dagirkeriyê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi berxwedaneke dîrokî bersivê didin.

Hêzên dagirker di çarçoveya êrîşan de gundên girêdayî Dêrik a Qamişloyê yên li nêzî sînor topbaran dike. Li hemberî vê topbaranê, şervanên HSD’ê jî bersivê didin jêderên top û moşekên hêzên dagirker. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku dewleta dagirker gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê jî bi dijwarî topbaran dike. Hat zanîn ku di van kêliyan de balafirên şer û yên keşfê li ser asîmanê Dêrikê digerin.

2 zarok birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker ji destpêkê ve, navenda Qamişlo ku zêdetirî milyonek kes lê ne jî bi hovane topbaran dike. Di vê çarçoveyê de di encama topbarana herî dawî ya li dijî navenda Qamişlo de li taxa Qidûrbek zarokên bi navên Kanîwar Beşîr Elî û Delîl Ebdulmecîd Elî birîndar bûn. Birîndar rakirina Nexweşxaneya Selama ya Qamişloyê.

Tankek hate rûxandin

Yek ji eniyên herî zêde rastî êrîşan tê jî Girê Spî ye. Di navbera şervanên HSD’ê û hêzên dagirker de li vê eniyê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyên dawî, şervanên HSD’ê li gundê Yabîsê ê li rojavayê Girê Spî tankeke din a hêzên dagirker rûxand.

Balafirên şer Serêkaniyê bombebaran dikin

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên dagirker gundê Delavê Kera yê Girkê Legê bi dijwarî topbaran dike. Li hemberî vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund didin. Her wiha di van kêliyan de balafirên şer ên dewleta tirk derdora Serêkaniyê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyên ji Dirbêsiyê, hêzên dagirker û komên çete yên girêdayî wê beriya çend kêliyan gundên Sorsorik û Bîr Kenîs ên li ser rêya Dirbêsiye û Hesekê de topbaran kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar