Di encama êrîş û bombebaranên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne. Her çiqas li gorî yasayê divê kesên di encama şeran de jiyana xwe ji destdane maf û tazmînata wan were dayîn lê heta niha jî piraniya kesên ku di encama bombebaranên dewleta tirk de şehîd bûne, ji aliyê Wezareta Şehîdan û Enfalkiryan a Herêma Kurdistanê ve wek şehîd nehatine hesibandin.
Li gorî yasaya jimare 9’an a sala 2007’an a taybet bi maf û îmtiyazatên kesûkarên şehîdan û enfalkiryan li Herêma Kurdistanê, her kesek di encama şer an jî kiryarên terorê de jiyana xwe ji dest bide, wek welatiyên şehîd tên tomarkirin. Muçe û îmtiyazat bi malbata kesên şehîd tê dayîn.
Li gorî amarên ne fermî, tê gotin ji sala 1992’yan heta niha zêdetirî 100 welatiyên sivîl ji ber bombebaranên dewleta tirk şehîd bûne. Lê heya niha jî piraniya van kesan wek şehîd nehatine hesibandin û tu tazmînatek bi malbatên wan nehatiye dayîn.
Êrîş Ebdula kurê Ebdullah Elî yê ku di sala 2019’an de li çepên Kortekê di encama bombebarana dewleta tirk de li gel kur û keçek xwe şehîd bibûn, da zanîn heya niha jî bav, xwiş û birayê wî ne ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve ne jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve wek şehîd nehatiye hesibandin.
Li aliyê din Rêveberê Giştî yê Saziya Şehîdan û Enfalkiryan a Silêmaniyê Edîb Letîf jî red kir ku wan muçe û îmtiyazat ji bo malbatên şehîdan peyda nekirine û wiha gotibû: “Her malbatek ku serdana me kiribin û dosyaya wan hatibe tomarkirin, ew muçe û îmtiyazat ji bo wan malbatan didin.”
Lê Edîb Letîf hejmara malbatên ku serdana wan kirine û wan muçe pê dane aşkera nekir tenê got ‘Me muçe ji bo wan peydakiriye.’
Parlamentera YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şino Eşqî, di meha adarê de pêşniyar pirsek ji Wezareta Şehîdan û Enfalkiryan a Herêma Kurdistanê kiribû û sedemê şehîd nehesibandina qurbaniyên bombebarana dewleta tirk pirsîbû.
Wezaretê piştî 5 mehan bersiva Şino Eşqî da û wiha got: “Em li benda bicihanîna yasaya reformê ne” ku îsal parlamentoyê deng li ser wê yasayê da.
Şino Eşqî jî li ser vê bersiva wezaretê vê pirsê kir: “Ger niha li benda bicihanîna yasaya reformê ne, gelo ji beriya yasaya reformê hûn li benda çibûn?”
Yek ji pirsgirêkên din ew e ku sedemê şehîdbûna van welatiyên di encama bombebaranên dewleta tirk de şehîd dibin, ji aliyê saziyên peywendîdar ve tê veşartin. Di belgeya tiba edlî ya welatiyên şehîd de sedemê şehîdbûna wan wek ‘Karesata xwezayê’ yan jî ‘Teqîna mayînê’ tê tomarkirin.
Têkildarî vê yekê jî Êrîş Ebdullah yê ku bav, xwişk û birayê wî di bombebarana dewleta tirk de şehîd bibûn wiha got: “Ez gelek şaşmayî me, dema ji bo wergirtina wefatnameya bav, bira û xwişka xwe çûm Tiba Edlî ya Ranyayê, min dît ku di belgeyê de nivîsandine ‘ji ber parçeyek ya bombeyê’ jiyana xwe ji destdane ku ew di encama bombebarana dewleta tirk de şehîd bibûn. Êdî nizanim çima sedema şehîdbûna wan wisa nivîsandine. Nizanim sedem siyasiye yan jî tişek din e.”
Di Newroza sala 2018’an de jî li devera Mawnan a Dola Balekayetî di encama bombebaranên balafirên tirk de çar pêşmerge şehîd bibûn. Lê li Tiba Edlî ya Soran sedemê şehîdbûna wan wek ‘Ji ber teqînê’ hatibû tomarkirin. Lê cûrê teqînê nehatibû destnîşankirin. Berhem Letîf / Rojnews