Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk qeyûm tayînî şaredariyên Sêrt, Misirc, Hawêl û Îdirê kir

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk bi biryara wezareta karên hundir, li şaredariyên HDP’î yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê qeyûm tayîn kirin. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm lê hatine tayînkirin derket 44’an.

Wezaretê karên hundir hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Waliye Sêrtê Alî Fuat Atik li şaredariya Sêrtê, qeymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç li şaredariya Hawêlê û qeymeqamê Misircê Îhsan Emre Aydin jî li şaredariya Misircê weke qeyûm hatin tayînkirin. Her wiha avahiyên şaredariyên navborî jî ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Li hêla din piştî tayînkirina qeyûman, hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyên malan şikandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku HDP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Bi qeyûmên dawî re hejmara şaredariyên ku heta niha hatine xespkirin derket 44’an.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar