Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê Rupert Colville têkildarî encamên qirkirinên ku dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava pêk anîn, agahiyên şaş parve kirin. Tevî ku bi belgeyan hatiye îsbatkirin ku di êrîşan de zêdetirî 245 sivîl hatine qetilkirin jî, Colvîlle ev hejmar weke 92 ragihand
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Rupert Colville têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê yên li dijî rojavayê Kurdistanê li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Rupert Colville îdia kir ku ji 9’ê cotmehê heta 5’ê mijdarê di êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de 92 sivîl hatine qetilkirin. Di heman demê de Colvile îdia kir ku ji ber êrîşan 100 hezar kes koçber bûye.
Lê berevajî îdiayên sosret ên NY’yê, Heyva Sor a Kurd ku hemû daneyên wan bi belge ne destnîşan dike ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de heta niha herî kêm 245 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 300 hezar kes jî koçber bûye. Ev daneye jî nîşan dide ku NY ji bo rewakirina dagirkeriya dewleta tirk û sivikirina sûcên wan ên şer, di nava hewldanên qirêj de ye.
Hewldana rewakirina qirkirinê
Balkêşe ku bi taybet jî di demên dawî de saziyên navdewletî ji bo rewakirina dagirkerî, paqijiya etnîkî û qirkirinên dewleta tirk ketine nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres demek berê daxuyaniyek da û got ku ew amade ne ku ji bo ‘herêma bi ewle’ ya ku dewleta tirk dixwaze li Rojava ava bike bi axivin û dê ji bo vê mijarê komekê ava bikin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên HSD’ê jî bertekên tund nîşanî vê helwestê dabûn û ev daxuyanî weke piştgiriya bi paqijiya etnîkî ya dewleta tirk re nirxandibûn.
Rişwet dan OPCW’ê
Di heman demê de artêşa tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Girê Spî tevî çekên fosforê ku di qada navneteweyî de bikaranîna wan qedexe ye, gelek çekên qedexekirî li dijî şervan û sivîlan bi kar anîn. Ji ber van çekan laşên gelek sivîl û şervanan şewitî û bikaranîna van çekan bi belgeyan hate îsbatkirin. Li ser vê yekê rayedarên Rêveberiya Xweser û gelek derdorên cuda ji bo lêkolînkirina vê mijarê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir. Li ser bangawaziyê jî OPCW’ê destnîşan kiribû ku haya wan ji mijarê heye û dê vê mijarê binirxînin.
Sûcên şer vedişêrin!
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk piştî ku zextên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li ser zêde bûn, di 17’ê cotmehê de di bin navê ‘têkarî’ yê de 30 hezar euro pere weke rişwet dabû OPCW’ê û wêneyên vê li ser tora civakî jî hatibûn parvekirin. Balkêşe ku tevî belge û dîmenan jî OPCW’ê hewcehî bi lêkolînkirina bûyerê nedît û serokê OPCW’ê Fernando Arias bi daxuyaniyekê sosret wiha got: “Fosfora spî çekeke kîmyewî nîne. Ji ber karektera wê ya kîmyewî nikare weke çekekê kîmyewî bê bikaranîn.” Bi vê yekê re jî hewl da bi ser sûcên şer ên ku dewlet tirk û çeteyên wê li Rojava dikin û bi awayekî raste rast piştgirî da êrîşên qirkirinê.