Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk rasterast tev li plana êrîşa li Hesekê bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêwendiya dewleta tirk yekser bi êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Hesekê re heye û wiha got: "Êrîşeke plankirî ye, armanca xwe jî mezin e."

Navenda Nûçeyan |

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa l iser Hesekê daxuyanî da û diyar kir ku dewleta tirk yekser tev li plana êrîşa li Hesekê bûye.

Daxuyaniya rêveberiya xweser wiha ye:

“Gelek caran me behsa xetereya DAIŞ’ê şane, girtî û malbatên wan kir, bi taybet piştî ku li Baxozê di 23’yê Adara 2019’an de ji aliyê leşkerî hat tunekirin. Lê heta niha civata navneteweyî vê dosyayê paşguh dike. Gelek dewlet dixwazin vê dosyayê di herêmên me de sînordar bikin. Ev tiştekî şaş e, DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Ev paşguhkirin li pêşiya parastina destkeftiyên leşkerî yên ku HSD’ê bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî bi dest xistine, astengî ye.

Êrîşên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ya girtiyên DAIŞ`ê di 20’ê çileye de pêk hatine, plankirî ne û armancên wan gelekî mezin in. Destê dewleta tirk bi awayekî yekser tê de heye. Li gorî agahiyên pêşîn ên belgekirî, dewleta tirk armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe, DAIŞ’ê bi planên kirêt vejîne da ku destkeftiyên gelê me û ewlehiya herêmê têk bibe.

Divê hevkariyeke navneteweyî hebe da ku desteka pêwîst ji bo tunekirina DAIŞ`ê bi awayekî domdar were pêşkêşkirin. Bi taybet ji HSD’ê re. Ev plana di girtîgeha li Hesekê de hatiye çêkirin, hêzên berxwedanê têk bir ku heta niha destanên lehengiyê di parastina herêmê, Sûriyeyê û cîhanê de ji terorê, nivîsandin. Serketin pêk hat, lê ji bo parastina sivîlan û binesaziya herêmê hêzên leşkerî bi baldarî tev digerin.

Em şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Divê cîhan hesab ji dewleta tirk bixwaze ku piştgirî da vê planê. Yan na, dê DAIŞ berê xwe bide her kesî û dê tevliheviyê ji nû ve belav bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar