Hevşaredara Şaredariya Serayê Caziye Duman ku duh hatibû binçavkirin, îro ji peywirê hate girtin û li şûna wê jî qeymeqamê navçeyê weke qeyûm hate tayînkirin
Hevşaredara Şaredariya Seray a Wanê Ceziye Duman duh di çarçoveya lêpirsîna der barê siyasetmedarên jin ên li Wanê de hate binçavkirin. Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê jî Duman ji peywirê girt û li şûna wê jî qeyûm tayîn kir.
Wezaretê li şûna Duman jî qeymeqamê navçeyê Mehmet Halîs Aydin weke qeyûm tayîn kir.
Bi Şaredariya Serayê re hejmara şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm lê hatine tayînkirin derket 14’an. WAN