Welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd Yûsif ku di encama topbarana artêşa tirk a li dijî gundê Çetelê yê Dirbêsiyê de birîndar bibû, şehîd bû
Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh di saetên êvarê de gundê Çetelê yê Dirbêsiyê topbaran kir. Di êrîşê de topeke hewanê li mala welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd Yûsif ket û Yûsif bi giranî birîndar bû.
Welatî Izedîn Mehmûd Yûsif ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke li Hesekê. Hat zanîn ku Yûsif îro di danê sibehê de şehîd bû. HESEKÊ