Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dewleta tirk siyaseta qirkirina civakî dimeşîne’

TEV-DEM`ê êrîşa dewleta tirk bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîş bi hevkariya Rûsyayê pêk tên. Lewra em bang li gelên herêmê dikin ku bi nirxên berxwedanê ve girêdayî bin û li hember siyasetên dagirkeriyê hevgirtî bin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrîşa li dijî Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yûsa Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM′ê işaret bi bêdengiya li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker û daxuyaniyên Rûsyayê yên têkildarî Rêveberiya Xweser kir û anî ziman ku ev nîşaneyên siyasî yên xeternak in û ji bo dewleta tirk a dagirker peyamek e ku komkujiyên din pêk bîne.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin: “Ev demeke dirêj e dewleta tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên bi rewşa Sûriyeyê ve eleqedar, bi taybetî dewletên ku destekê didin dagirkeriya dewleta tirk li hundir û derve û yên ku li ser lihevkirinên ewlehî û leşkerî îmze kirine, plan dikin ku li dijî vîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrîşan zêde bikin û herêmê veguherînin qada şerê vekirî li seranserê sînor. Dewleta tirk rojane provokasyon û êrîşan pêk tîne ku derbeyê li îstîqrara herêmê bide û siyasetên şerê taybet ferz bike, da ku bigihîne siyaseta qirkirina civakî. Di wê yekê de tu cudahiyê naxe navbera pêkhateyên herêmê yên li seranserê erdnîgariya Rêveberiya Xweser. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker ji hêza hevgirtina gelan a ber bi gihandina vîna xwe, derfetên xwe yên çandî û exlaqî ve metirsîdar e.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Êrîşên bênavber ên bi balafirên bêmirov, balafirên şer û topbaranên li dijî welatiyan, li gel nezelalbûna helwesta dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê û agirbestê, nîşan dide ku çavkanî, biryar û helwesta wan hevbeş e. Nîşaneya li ser vê yekê daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê yên hemwextî civîna Astanayê ya 20′an li dijî Rêveberiya Xweser dane. Ev yek siyaseteke xeternak e û ji dewleta tirk a dagirker re peyamek e ku komkujiyên dîtir li dijî gelê me û vîna wî pêk bînin.

Armanca komkujiya doh a li gundê Til Şeîr pêk hatiye ku di encamê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma şehîd bûbûn, ew e ku rola bi bandor a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê lawaz bikin, vîna civaka hevgirtî têk bibin, nirx û bingehên pergala demokratîk reş bikin.

AKP hikumeteke faşîst e, ji nirx û pransîbên demokrasiyê ditirse û ji pêkanîna wê direve. Bi rêya siyaseta tirsandinê di nava welatiyan de da ku herêmê vala bike gelek aliyên siyasî yên ketober li dijî gelên cîran bi kar tîne. Li dijî vîna civakên demokratîxwaz hemleyên dijberiyê pêk tîne.

Em sersaxiyê ji gelên herêmê û malbatên şehîd Yûsra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma re dixwazin. Em ê li ser şop û felsefeya wan bimeşin û nirxên wan biparêzin. Ji hevrê Gabî re jî şîfayê dixwazin.

Ev qonaxa heyî pir girîng e û rewşa Sûriyeyê nêzî çareseriya Sûriyeyî-Sûriyeyî ye. Lê dijminên vîna gelan astengiyan datînin pêş beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser pêşkeş kiriye. Ji lewre divê hemû bi nirx û prensîbên berxwedanê ji her wextê zêdetir girêdayî bin û destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber ku parastina destkeftiyên şehîdan mîsogeriya bawerî û serketina li dijî her êrîşekê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar