Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

Dewleta Tirk tehliyeya 7 girtiyên jin asteng dike

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehê û dan zanîn ku tehliyeya 7 girtiyan hatiye astengkirin û înfazên 4 girtiyan hatin dirêjkirin.

Dewleta Tirk a dagirker girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê kirine cihên êşkencexaneyê. Binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê didomin. Girtiyan, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotin. Girtiyan, dan zanîn ku tehliyeyên 7 girtiyan hatine astengkirin û mehê herî kêm 4 caran li qawîşên wan lêgerîn tê kirin.

Girtiyan, bal kişandin ser şert û mercên qawîşan û wiha gotin: “Hevalên me nayên tehliyekirin. Dema tehliyeyên wan nêz dibe, tiştekî dibînin û weke hinceta cezayên disiplînê tên nîşandan. Piştre jî tehliyeya wan bi îdiaya ‘nebaşhaliyê” tên astengkirin. Hevala me Sureyya Bulut, Dîlek Oz, Nîbel Genç, Turkan Karadaşli, Dîlan Turan, Mekiye Sonuk û Dîlan Kutlu cezayê muebbetê lê hatiye birîn û tehliyeya wan hate taloqkirin. Cezayên hucreyê didin û ji bo hevalên me biryara ‘nebaşhal e’ didin.”

Bi domdarî girtiyan anî ziman ku cezayên disipllînê yên bêyî hincetek were nîşandan tên dayin, di asta herî jor de tên dayin û wiha gotin: “Dema em dixwazin qawîşên xwe biguherînin, ‘qawîşên kesên serbixwe’ weke vebijêrk danin pêşiya me. Hevalên me nû tên jî bi darê zorê li ‘qawîşên kesên serbixwe’ tên ragirtin. Di heman demê de li kesên nû tên lêgerîna tazî tê ferzkirin. Di hevdîtinên rû bi rû de em li ser pêyan tên sekinandin. Heke yek ji me rûnê tavilê cezayê disiplînê didin. Gefan dixwin. Ji ber pirtûk û nîşeyên me cezayê hucreyê didin. Bi vî awayî înfaza 4 hevalên me hatin dirêjkirin.

Di dema lêgerînan de tevahiya qawîşê tê serûbinkirin. Kevçî, çetel, nivîn û heta gilêş jî tê belavkirin. Di mehekê de 4 caran lêgerînên leşkerî û taybet tên kirin. Rêziknameyê li gorî serê xwe amade dikin. Bi taybet jî li ser girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê tecrîdeke giran heye. Em dizanin, ev tecrîd bingeha xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Em, hêza têkoşîna xwe ji Rêber Apo digirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar