Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Dewleta tirk û çete amadekariyên êrîşeke mezin dikin’

Her çiqas temamiya cîhanê bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ve mijûl be jî, dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û di nava amadekariya êrîşeke berfireh de ne. HSD’ê her çiqas ji ber rewşa heyî agirbest ragihandibe jî, hêzên dagirker li dijî navend û gundên Eyn Îsa û Girê Spî êrîşên xwe zêdetir kirin. Çend roj berê jî balafirên şer ên dewleta tirk li ser reya M4, Eyn Îsa û gundewarên wê û navçeya Çelebiyê digeriyan.

Li gundewarên Girê Spî jî rojane balafirên keşfê digerin. Artêşa tirk dîwarê di navbera gundên Evdiko, Silîp Qeran û Carqilî yên rojavayê Girê Spî rakirin û hejmara çete û çekên giran zêde kirin. Têkildarî mijarê ji fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ê Eyn Îsayê Erdal Kobanî ji ANHA’yê re axivî.

‘Bi zanebûn malên sivîlan hedef digirin’

Erdal Kobanî diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê ji bo şerekî berfireh amadekariyan dikin û wiha got: “Tevî rewşa şewba koronayê jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê didomin. Ji bo dagirkirina gund û bajarên nû êrîş dikin. Bi zanebûn sivîl û malên wan hedef digirin. Vê rewşa hesas bi kar tînin. Gel li hêlekê li dijî şewbê û li hêla din jî li dijî êrîşan li ber xwe dide. Rewşa herêmê giran e û dewleta tirk hewl dide vîrûsê derbasî herêma me bike. Li gorî agahiyên ketin destê me, kesên bi vîrûsê ketin derbasî Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kirin da ku derbasî herêmên bi aram bikin. Van kesan bi dizikî dişînin herêma me.”

‘DAIŞ ji bo êrîşan xwe birêxistin dike’

Kobanî destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û wiha domand: “Lê şaneyên DAIŞ’ê vê weke firsend bi kar tînin. Mînak, çend roj berê li Eyn Îsayê bi bombeyan êrîşî malên sivîlan kirin. Bi van şêwazên qirêj dixwazin gel ji mal derxînin û tevdîran bidin binpêkirin. Her wiha zarokên 15 salî di êrîşên xwekujî de bi kar tînin. Xuyaye ku dîsa xwe birêxistin dikin û amadekariya şer dikin. Ji bo lawazkirina HSD’ê û binxistina bingeha wê, tevgera şaneyên veşartî zêde bûne.”

‘Em ji bo parastinê amade ne’

Herî dawî jî Kobanî ev tişt anî ziman: “Em li gorî banga agirbestê ya HSD’ê tevdigerin. Lê dewleta tirk a dagirker vê rewşê bi kar tîne û bi êrîşan re dixwazin pêş de werin. Her çiqas ew vê rewşê bi kar bînîn û amadekariya êrîşan bikin jî, em jî wekî HSD’ê ji bo parastina ax û gelê xwe amade ne.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar