Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku serçeteyên Heyet Tehrîr El Şam Ebû Ebdullah Horan û Ebû Ehmed Helawa madeyên sereke yên çêkirina hişbirê birine gundê Qîbarê yê êzidiyan ê navçeya Şerayê ya Efrînê.
Çavkaniyan da zanîn ku madeyên çêkirina hişbirê radestî serçeteyên koma Feyleq El Rihman yên bi navê Mihemed Mendo û Ebû Udey El Humsî kirine.
Li gorî çavkaniyan, li kantona Efrînê bi dehan kargehên çêkirina hişbirê hene ku ji aliyê çeteyên artêşa tirk ya dagirker û MÎTʹê ve tên birêvebirin.