Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk û çeteyên wê bazirganiya laşê mirovan dikin

Parêzer Emîn El Neyîmî anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirina bazirganiya lebatên laşên mirovan dikin. El Neyîmî got ku ev sûcê şer û divê ev kes di dadgehên navdewletî de bên darizandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi raporekê destnîşan kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi taybet jî yên Cebhe El Şamiye û Ehrar El Şerqiye li herêmên ku dagir kirine lebatên laşên mirovan jê derdixînin û difiroşin. Her wiha SOHR’ê diyar kir ku li nexweşxaneyên dewlet tirk bi cenazeyan tê lîstin.

Têkildarî mijarê parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û endamê Rêxistina Mafên Mirovan Mihemed Emîn El Neyîmî ji ANHA’yê bi Silava Ebdilrehman û Basil Reşîd re axivî. El Neyîmî anî ziman ku kiryarên dewlet tirk li herêmên dagir kirine hemû sînorên mirovahiyê derbas kirine û wiha got: “Sûcên pir mezin ên şer tên kirin. Hemû peymanên navneteweyî binpê dikin. Dagirkerên tirkan li ser sivîlan sûcên qirêjî kirin û dikin. Ev sûcên şer her ku diçe zêdetir dibin.”

Bi berdewamî jî El Neyîmî wiha derbirî: “Sûcên ku li herêmê tên kirin bi tu awayî nikare bê pênasekirin. Dizîna lebatên laşên mirovan yek ji van sûcên şer e. Bazirganiya bi endamên laşên mirovan sûcekî ku li ser asta zagonên neteweyî tê şermezarkirin. Li gorî zagonên navneteweyî ev sûcê şer e. Yên ku van sûcan dikin, li gorî pergala Romayê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) ya Laheyê tên darizandin. Berpirsyarî û darizandina van kesan raste rast dikeve ser milê Meclisa Ewlehiyê. Girîng e ku tedbîrên pêwîst li ber van sûcdaran bigirin.”

Bang li rêxistinên navdewletî kir

Di dawiyê de jî El Neyîmî ev tişt anî ziman: “Nedarizandina kesên bazirganiya lebatên laşê mirovan dikin, nîşaneya bêhezbûna pergala cîhanê û rêxistinên navneteweyî ye. Her wiha encama bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk e. Em bang li hemû aliyên peywendîdar ên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û destwerdaneke lezgîn li van kiryarên dewleta tirk bikin. Ji bo vegera gelê herêmê jî divê bikevin nava hewldanan. Ji ber ku guherandina demografyaya herêmê jî sûcê şer e û nêzî sûcên dizîna lebatên laşên mirovane.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar