Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn veguherandine dojeha jinan

Bi dagirkirina herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re, dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî jinan zêdetir kirin. Li van herêmên dagirkirî hê jî gelek jin tên revandin, tecawizkirin, qetil kirin û îşkencekirin. Hêzên dagirker li ser jinan sepanên DAIŞ’ê dimeşînin.

Jinên ku ji van herêmên dagirkerî koçber bûn û nûnerên rêxistinên mafên mirovan û saziyên jinan, ji ANHA’yê bi Silava Abdulrehman û Yara Mihemed re axivîn. Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma da zanîn ku ji roja dagirkirina Efrînê heta niha hewl didin binpêkirinên li dijî jinan belge bikin û ev agahî dan: “Li Kantona Efrînê bi qasî ku haya mê jê bûye, 40 rewşên cuda, 128 rewşên birîndariyê, 60 sûcên destdirêjiyê, 5 întîxar û hezar kiryarên revandinê çêbûne.”

Cûma da zanîn ku li Serêkaniyê û Girê Spî jî ji meha cotmehê heta niha 8 jin hatin qetilkirin, 48 jin birîndar bûn, 2 jin hatine qetilkirin, agahî ji 4 jinan nayê girtin û 6 jin jî hatine revandin û rastî destdirêjiyê hatine.

‘Jinan direvînin û dikin cariye’

Têkildarî mijarê ji koçberên Serêkaniyê Cîhan Ehmed jî wiha dibêje: “Artêşa tirk çawa derbasî Serêkaniyê û gundên wê bû, dest bi binpêkirinan kir. Avahî hilweşandin, gor xerab kirin, mal û milk talan kirin,  tecawiz li jinan kir û sivîl revandin. Kiryarên wê ne kêmî yên DAIŞ’ê ne. Jinan direvînin, fîdyeyê ferz dikin, jin dikirin cariye û înfaz dikirin.”

‘Rêbazên dewleta tirk û DAIŞ’ê heman in’

Endama Koodînsyona Kongreya Star a Rojava Daliya Henan jî destnîşan kir ku binpêkirinên artêşa tirk ên li herêmên dagirkirî û yên DAIŞ’ê heman in. Henan got ku bi belge îspat kirine ku jin rastî tundiyê tên, tên revandin, destdirêjî lê tê kirin û tên îşkencekirin. Henan da zanîn ku jinên li herêmên dagirkirî ji bo pêşeroja xwe bifikarin û dom kir: “Banag me ji bo rêxistinên mafên jinan û rêxistinên mafên mirovan ew e ku zextê li civaka navneteweyî bikin da ku rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bigirin.”

Der barê mijarê de endama rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Jinan Necah Emîn jî wiha got: “Piştî şewba koronayê peywendiyên me yên bi rêxistinên jinan ên Ewropayê re qut bûn. Niha bar tenê li ser milê rêxistinên herêmî ye. Em ê ji bo parastina mafên jinan bi hemû derfetên xwe têbikoşin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar