Hêzên artêşa tirk a dagirker li derdora gundê Xalidiyê ku 4 km’yan dûrî Eyn Îsayê ye çete, tank û panzêrên xwe kom dike. Di heman demê de li bakurê kampa Eyn Îsayê jî liv û tevgera çeteyan heye
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê tevî agirbestên heyî jî rojane êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ji bo êrîşên nû li derdora herêmên Eyn Îsayê hêzên xwe kom dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên dagirker ên dewleta tirk li derdora gundê Xalidiyê yê Eyn Îsayê komên çete, tank û panzêrên xwe kom kirine. Her wiha balafirên keşfê yên artêşa tirk jî bênavber li seranserê herêmê digerin.
Gundê Xalidiyê 4 km’yan li rojavayê Eyn Îsayê ye. Hêzên dagirker bi dagirkirina gund re dixwazin bikevin navçeya Eyn Îsayê. Di heman demê de li bakurê kampa Eyn Îsayê jî liv û tevgera çeteyan heye. EYN ÎSA