Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê qirkirinê dikin

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê qirkirina etnîkî dikin. Hêzên dagirker di nava 15 mehan de bi qasî ku hatine tespîtkirin, 67 welatî bi îşkence, gulebarankirin û rêbazên cuda qetil kirin

Artêşa tirk li ser fermana serokê giştî yê AKP’ê Tayyî Erdogan, di 20’ê çileya sala 2018’an de dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê kir. Piştî şerê 58 rojan ê giran, artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ketin Efrînê. Bi sedhezaran efrînî ji ber êrîşên hêzên dagirker koçber bûn. Dewleta tirk ku li Efrînê bi sedhezaran çete û malbatên wan bi cih kirin, li Efrînê qirkirina nîjadî kir û polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê jî bênavber didomîne. Têkildarî kesên di nava 2 salan de ji hêla hêzên dagirker ve hatine qetilkirin, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) agahî parve kirin.

Kesên hatine qetilkirin

Li gorî ANHA’yê, kesên hatine qetilkirin wiha ne:

“* Di adara 2018’an de welatiyên bi navên Muherem Xoce ê ji gundê Çeqlê, Hisên Ebdulrehman Hisên û Welîd Soranî Cemîl ên ji gundê Çeqlaya Coma yê Cindirêsê, Ebdo Fûad Nasir û Fûad Heso Ebdo Nasir ên ji gundê Qîbarê, Umer Memo Şemo yê ji gundê Qîbarê, Bîlal Hemo ê ji gundê Xelalkê yê Bilbilê, Henan Nasan û Ebdo Arif Îbrahîm ên ji gundê Kaxira yê Mabatayê hatin kuştin.

* Qadir Mihemed û kurê wî Xalid ên ji gundê Celemê yê Cindirêsê hatibûn revandin, li gundê Berad ê Şêrawayê hatin kuştin.

* Li gundê Qestel Xediriya yê Bilbilê dema ku welatiyan zeviya xwe cot dikir, mayinek teqiya û welatiya bi navê Şiyar Henîf jiyana xwe ji dest da.

* Welatiyê bi navê Receb Şûkrî Reşîd ê ji gundê Derwîş ê Racoyê, dema ku pirsa kurê xwe yê hatiye revandî dikir, di 14‘ê gulana 2018‘an de ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê ve hate kuştin.

* Welatiyê bi navê Mustefa Ebdo Şahîd ê ji gundê Avraz ê Mabatayê, di 22’yê gulana 2018’an de di sergirtina li ser mala wî ya li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê de hate kuştin.

* Welatiyê bi navê Ehmed Şêxo yê ji navçeya Şiyê, di 11’ê hezîrana 2018’an de hate kuştin.

* Welatiyê bi navê Rifet Hemîd Hemdûş ê ji gundê Kefer Cena yê Şerayê jî hêla çeteyan ve hate revandin. Tevî ku malbata wî pereyê fîdyeyê da jî, di 12’ê hezîrana 2018’an de bi îşkenceyê hate kuştin.

* Komên çete di 20’ê hezîrana 2018’an de bi ser mala Samî El Hewa de girt û El Hewa qetil kir.

* Ciwanê bi navê Kemal Mihemed Elî (17) ê ji gundê Burc Ebdalo yê Şêrawayê, di 26’ê hezîrana 2018’an de hate kuştin.

* Di 27’ê hezîrana sala 2018’an de, welatiyê bi navê Ehmed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlka yê Bilbilê, hate qetilkirin. Di heman rojê de komên çete bombe avêtin mala Fatima Hemkê ya ji gundê Qetmê yê Şerayê û Hemkê qetil kirin.

* Welatiyê bi navê Arif Hisên Celo (63) ê ji gundê Qenterayê, di 29’ê hezîrana 2018’an de bi mayîna ku di mala wî de hatiye teqandin hate qetilkirin.

* Welatiyê bi navê Mihemed Îbîş ê ji gundê Hac Hesna yê Cindirêsê, di 2’yê tîrmeha 2018’an de ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, jiyana xwe ji dest da.

* Komên çete di destpêka meha tîrmeha 2018’an de li gundê Berad ê Şêrawayê mal û milkên Hemdî Ebdo (70) û hevjîna wê Sultana Xelîl Nasro (60) talan kir û he du jî qetil kirin.

* Leşkerên artêşa tirk di 8’ê tîrmeha sala 2018’an de jina ducanî ya bi navê Dilovan Îsmet a ji gundê Cilbirê yê Şêrawayê, li ser sînor qetil kirin.

* Çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) ê ji gundê Moskê yê Racoyê revandin û di 12’ê tîrmeha 2018’an de qetil kirin.

* Di 13’ê tîrmeha 2018‘an de ji ber teqîna mayînekê ya di nava zeviyên zeytûnan a li gundê Xazayana yê Mabatayê, zaroka 13 salî Fehîma Seydo jiyana xwe ji dest da.

* Di 22’yê tîrmeha 2018’an de bi wesayîta welatiyê bi navê Elî Gule Xeyrî yê ji gundê Burc Heyder ê Şêrawayê mayînek hate teqandin û Xeyrî hate qetilkirin.

* Welatiyê bi navê Samî Hac Xelîl ê ji gundê Sesna yê Cindirêsê, di 15’ê tîrmeha 2018’an de hate revandin û bi îşkenceyê hate qetilkirin.

* Welatiyê bi navê Seyîd Mihemed Tetar (53) ê ji gundê Ereba yê Mabatayê, di 25’ê tebaxa 2018’an de ji hêla koma çete ya El Fatih ve hate revandin û bi îşkenceyê hate qetilkirin.

* Welatiyê bi navê Îsmet Hebeş Henan Dîko yê ji gundê Qasim ê Racoyê, di 15’ê îlona 2018’an de ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

* Welatiyê bi navê Mihemed Pîro, hevjîna wî û kurê wan Can ên ji gundê Şêxûrzê yê Bilbilê, dema ku ji ber kiryarên çeteyan dixwestin di 23’yê cotmeha 2018’an de birevin, li ser rêya gundê Beradê ji ber mayîna ku çeteyan danîbû jiyana xwe ji dest dan.

* Ciwanê bi navê Ehmed Mehmûd Nasir ê ji gundê Feqîrayê, di 24’ê cotmeha 2018’an de ji ber teqîna mayînekî jiyana xwe ji dest da.

* Welatiyên bi navên Elî Beşîr Osman (40) û birayê wî Mihemed Osman (38) li gundê Kolîka Jorîn ê Racoyê di 29’ê cotmehê ji ber teqîna mayînekê ku li zeviyên wan hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest dan.

* Welatiyê bi navê Îsmaîl Îbîş û Hemze Îbîş ên ji gundê Sereya yê Bilbilê, di 17’ê mijdara 2018’an de di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest dan.

* Jina bi navê Eyşe Henan (80) a ji gundê Burc Ebdalo yê Şêrawayê, piştî ku mal û milkên wê ji aliyê çeteyan ve hate dizîn, di 8’ê mijdara 2018‘an de hate xeniqandin.

* Komên çete di 22’yê mijdara sala 2018’an de li gundê Bexçê yê Bilbilê bi ser mala malbata Xelo de girtin û zarokê bi navê Hesen Xelo yê 15 salî qetil kirin.

* Komên çete di 8’ê kanûna 2018’an de bi ser kargeha givaştina zeytûnan de girtin û welatiyê bi navê Henîf Reşîd (54) ê ji gundê Qornê yê Bilbilê qetil kirin.

* Welatiyê bi navê Zekî Dadelî di teqîna 13’ê kanûna 2018’an a li navenda Efrînê de hate kuştin.

* Di 16’ê kanûna 2018’an de di teqîna li dijî erebeyeke Van li Sûkulhal de, welatiyên bi navên Mihemed Hec Elî yê ji gundê Coqayê, Şiyar Şukrî Hisên ê ji Racoyê, Ebdulfetah Seydo yê ji Kurzêlê yê Şêrawayê, Şukrî Mewlûd ê ji gundê Qudê yê Racoyê, Mihemed Osman Naso yê ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabatayê û Kamîran Menan Elî Bin Nebî yê ji gundê Avraz ê navçeya Mabatayê hatin qetilkirin.

* Komên çete di 31’ê kanûna 2018’an de gule li ciwanê astengdar Nişêt Silêman ê ji gundê Mîrkanê reşandin û birîndar kirin.

* Ciwanê bi navê Mihemed Emîn Hesen (25) ê ji gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê ku 6 meh bû hatibû revandin, di destpêka çileya 2019’an bi îşkenceyê hate kuştin.

* Zarokê bi navê Ebdulrehman Ebdo yê ji gundê Kefer Sefrayê, di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da.

* Welatiyê bi navê Cemîl Ehmed Bekir ê ji gundê Xelîlka yê Bilbilê, di 20’ê çileyê de di teqîneke li navenda Efrînê de hate kuştin.

* Cenazeyê welatiyê bi navê Egîd Mihemed Şêx Hesen, di nîva çileya 2019’an de li nêzî gundê Avraz ê Mabatayê hate dîtin.

* Welatiyê bi navê Fayiq Henan ê ji gundê Berbenê yê Racoyê, di 7’ê sibata 2019’an de du rojan winda bûbû û li mala xwe bi awayekî bidarvekirî hate dîtin.

* Kesekê ji Xûtaya Şamê ku li Efrînê hatibû bicihkirin, di 10’ê sibata 2019’an de gule li welatiyê bi navê Elî Qender ê 85 salî reşand û Qender qetil kir.

* Di teqîna 21’ê sibata 2019’an a li navenda Efrînê de welatiyê bi navê Cîhad Osman ê 40 salî ku ji navçeya Şiyê bû, hate kuştin.

* Ciwana bi navê Lovîn Xelîl Nûrî yê ji gundê Keferrom ê Şerayê dema dixwest sînor derbas bike û biçe Ewropayê, di 9’ê sibata 2019’an de hate kuştin. Welatiya bi navê Huda Ehmed Mûsa ya ji gundê Cilbirê yê Şêrawayê jî di meha adarê de bi heman hincetê hate qetilkirin.

* Cenazeyê dermanfiroşê bi navê Mihemed Hemo Xelîl ê ji gundê Birîmcê yê Mabatayê, di 12’ê adara 2019’an de li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê hate dîtin.

* Di 1’ê gulana 2019’an de li gundê Kebaşînê mayînek teqiya û welatiyê bi navê Mihemed Ebdo Bin Ebdo Xelîl hate kuştin.

* Welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Xelîlkayê, di 15 ‘ê gulana 2019’an de ji hêla çeteyan ve hate îşkencekirin û çeteyan erebeya wî û pereyên wî talan kirin.

* Welatiyên bi navên Reşîd Hemîd Xelîl ê ji gundê Bîlê yê navçeya Bilbilê û Şerefedîn Seydo û zarokê bi navê Reşîd Hemîd li Ezazê hatibûn revandin. Dîmenên hersêyan ku çavên wan girêdayî bûn li ser tevna civakî hatin belavkirin. Çarenûsa wan hê jî nediyare.

* Welatiyê bi navê Silêman Tobal (35) di encama şerê di navbera komên çete yên Ehrar El Şam û Ehrar El Şerqiye yê di 28’ê gulana 2019’an de yê li Cindirêsê, hate qetilkirin.

* Cenazeyên welatiyê bi navên Ebdulrehman Şêx Bîlal (36) û Henan Hisên (34) ê gundê Şêx ê Racoyê, di 8’ê hezîrana 2019’an de li navçeya Mabatayê hate dîtin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar