Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Dewleta tirk û Kazimî dixwazin pêşiya fermaneke nû vekin’

TAJÊ der barê êrîşên li ser Şengalê de daxuyaniyek da û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst û hevkarê wan Kazimî dixwazin pêşiya fermaneke nû ya li ser êzidiyan vekin.”

Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşa dijî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat diyarkirin:

“Di serî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî sersaxî ji malbata Şehîd Seîd, şehîd Îlyas, ji bo malbatên hemû  şehîdên komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê, civaka êzidî û hemû kurd û êzidiyan dixwazin.  Heval Seîd bi deh salan ji bo hebûn û azadiya milletê êzidî bi fedakariyek mezin xebatên xwe dimeşand. Di dema Fermana 2014’an de di eniyên herî pêş de pêşengî kir û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Heval Seîd ji bo gelê me yê êzidî pêşeng bû. Hedefgirtina pêşengên milletê êzidî tenê berdewamiya fermana DAIŞ’ê ye. Dewleta tirk a faşîst û hevkarê wê Kazimî dixwazin di şexsê van pêşeng û fermandaran de vîna milletê êzidî bişkînin û pêşî li fermaneke nû vekin.

Piştî fermana 2014’an milletê êzidî xwe birêxistin kir.  Sazî û dezgehên xwe ava kirin. Nexweşxaneya li Sikeniyê yek ji cihên ku bi keda millet hatiyê avakirin bû û bi salan di hêla tenduristî de xizmeta milletê xwe dikir. Di roja me a îro de jî rojane nexweşên Covid-19 serdana nexweşxaneyê dikirin. Di encama êrîşên hewayî yên 17’ê Tebaxê de ev destkeftiya gelê êzidî hat rûxandin. Nêzî 10 kedkarên tendurisitiyê û nexweş jiyana xwe ji dest dan ango birîndar bûn. Hovîtiyek di vê astê de li tu deverê nayê dîtin. Ev êrîşana di dema serdana Kazimî de pêk hatin. Li dewsa ku Kazimî ewlehiya Şengalê bide xurtkirin, rê ji bo komkujî û komkujiya êzidiyan vedike. Tenê bi erêkirina Kazimî dewleta tirk a faşîst ku dijminê hemû êzidiyan e, dikarê êrîşên xwe pêk bîne. Tenê kujer destek didin kujeran. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li beramberî van êrîşan bêdeng namînin.

Pêwîst e hesabê van komkjiyan were pirsîn. Heya ku hesab neye pirsîn em milletê êzidî, di serî de jinên êzidî têkoşîna xwe ji bo azadiyê û xweseriya Êzidxanê bilintir bikin. Heya kujerên hov mîna Erdogan û hevkarên wan PDK û hikûmeta Kazimî hesabên kiryarên xwe yên qirêj nedin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê ji bo xweserî û azadiya Êzidxanê têbikoşin. Em hêz û baweriya xwe ji şehîdên xwe, civaka xwe û ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo digirin. Li ser vê esasê em bang li hemû êzidiyên li seranserê cîhanê dikin ku li beramberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û bi çalakiyan xwedî li milletê xwe derkevin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar