Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk û PDK êrîşê dibin ser gerîlayan

Dewleta tirk û PDK bi hev re li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşan kirin. Tevlibûna çekdarên PDK’ê ya şer bi dîmenan hat tespîkirin. Li dijî êrîşan gerîlayên HPG’ê parastina herêmê dike û di van kêliyan de şerê dijwar diqewime

Di 23’ê Nîsan 2021’an de dewleta tirk operasyoneke dagirkerî li ser axa başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin. Bi taybetî li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê. Dewleta tirk a dagirker li pêşberî berxwedana gerîlyên HPG’ê têkçûyîneke mezin jiya û neçar ma ku xwe paş ve bikişîn e. Bi taybetî jî di vî şerî de PDK’ê rolek mezin a xiyanetê lîst û cihê xwe li cem dagirkeriya tirk girt. Artêşa tirk û PDK ya ku li pêşberî gerîlayên Kurdistanê bi ser neket careke di bi tifaqeke qirêj kete nav hewildanan. Bi rojane ku ev operasyona hevpar a PDK û dewlet tirk dihat axaftin û îro careke din dewleta tirk û hevkarê xwe PDK’ê li dijî şervanên azadiya Kurdistanê ji hewayî û bejayî şer da destpêkirin. Dewleta tirk û PDK bi hev re li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşan kirin.

Artêşa tirk a dagirker ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hewl da bi helîkopteran hêzên xwe li qada Kurêjaro ya herêma Zapê deyne. Artêşa tirk carekê hêzên xwe li vê qada di bin kontrola gerîla de ye, danî. Piştî vê hewildana dagirkeriyê di navbera şervanên kurd û artêşa tirk de şer rû da.

Li aliyê din artêşa tirk a dagirker ji hewayî ve êrişeke giran bir ser xeta Çiyayê Reş ê li başûrê Kurdistanê.

Artêşa dagirker hewl da bi helîkopteran hêzên xwe deyne herêmê û xwest ji bejahî ve bi pêş ve biçe. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bi rêbaza sabotajê li artêşa tirk a dagirker xistin û pêşî li pêşveçûna wan girtin. Di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG’ê de şerekî giran diqewime. Li aliyê din, artêşa tirk a dagirker hêzên xwe danî qada Werxelê ya li herêma Zapê. Li herêmê şerekî giran diqewime.

Her wiha artêşa tirk careke din bi helîkopterekê li herêma Şikefta Birîndara ya herêma Zapê xwest leşkeran deyne xwarê. Helîkopterên dewleta tirk ên xwestin leşkeran deyne xwarê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin astengkirin. Gerîlayên HPG’ê li vir bi awayek xurt li dagirkeran da û 8 dagirker hatin cezakirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dagirkerên li bejahiyê di bin kontrola gerîlayan de ne.

Li aliyê din li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, hêzên PDK’ê ber bi bajarokên Şêladizê û Dêrelokê ve hêzeke mezin şandine ku bejahiya vê herêmê li çiyayê Kurêjaro di navbera gerîlayên HPG û artêşa tirk de şerekî giran diqewime. Dîmenê vê veguhastina hêzên PDK’ê hate kişandin. Heman çavkaniyan ragihandin ku PDK hîn jî hêzên xwe yên leşkerî dişîne herêmên gerîla.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar