Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Dewleta tirk û PDK hewl didin li Ûrmiyeyê tevliheviyê derbixin’

Fermandar Şiyar Şevger anî ziman ku dewleta tirk bi rêya MÎT û PDK'ê hewl dide li herêma Ûrmiyeyê tevliheviyê bixe nava gel û xwest xelkê rojhilatê Kurdistanê li hemberî van kiryaran hişyar be û rê nede kesên bêexlaq û cehş

Endamê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger rewşa li rojhilatê Kurdistanê, Îranê û hilbijartinê Iraqê ji Ajansa ANF’ê re nirxand.

Nirxandina Şiyar Şevger wiha ye:

“Em ji pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de guhertin li Rojhilata Navîn jî çêdibin. Yek jî guhertinê sereke di hilbijartinên Iraqê de ye. Di encama ku derketî de herkes weke serkeftî ye xwe dide nîşandan lê li gorî civaka Iraqê jî tu hizb û rêxistinên heyî ser neketiye. Ji ber ku civakê Iraqê ji sedî 41 tev li hilbijartinê bûye û ji sedî 59 gelên vî welatî tev li van hilbijartinan nebûye. Gelo li gor van encama kîjan hizb an jî rêxistin dikare bêje ku ez serketî me? Di tevlihevî û kaosa heyî de baweriya gelên Iraqê bi tu hikûmet an jî rêxistinan nemaye. Ji ber ku hikûmetek ku bi bawerî û îradeya xwe dimeşe nîne. Gel dixwaze hikûmetek pêşengtiya wê bike, xwedî gel derkeve, pêwîstiya gel û daxwazên gel pêk bîne. Pêwîst e hizb û rêxistinên ku hinek ray girtine û di parlementoyê de cih girtine serxweşê serketine xwe nebin, nebêjin ku em dikarin bibin her tiştek, ji ber ku gelên vê herêmê we qebûl nekiriye û nake. Niha hilbijartin çêbûn lê di encama hilbijartinan de wê bikaribin hikûmet çêbikin an na, ev ne diyar e. Ev hilbijartin ne wek tirkan dixwest encam girt, ne jî wek Îran dixwest encam girt. Di rastî de wekî ku Amerîka dixwest jî bi encam nebû. Baskê Sedr; Şîî yên serbixwe, derveyî Îranê yê herî pêşengiyê niha ji şîiyan re dike di parlemantoyê de ji sedî 73 kursiyan girt. Gelên Iraqe bi taybet beşên şîa dixwaze xwe bispêre wan. Di vir de du tişt girîng in; Yek Îran li wê derê winda kir. Du dewleta tirk dixwest hinekan bide pêş lê bi serneket. Di encamê de ev hikûmet çiqasî bikeve bin kontrola Îran, Tirkiye yan jî Amerîkayê, ew ê ewqas tevlihevî çêbibe. Sedir niha dibêje ez serbixwe me, bi îradeya kesek nameşim, ez bi gel re dimeşim û tu kes mudaxeleyê karên Iraqê navxweyî neke. Lê tevî van gotinan jî pratîk cuda ye û hema bêje destê herkesî di nav Iraqê de heye. Rewşa Iraq niha hinekî tevlihev e, hilbijartin bi temamî encam nebûne, tiştên ku heta niha xuya dikin, kêmek bi vî rengî bûn.

Wekî din li gor agahiyên ku diteyise çapemeniyê PDK dibêje, me 32 kursî girtine lê wextê em dinêrin rayên PDK’ê wek salên berê nîne, kêm bûne û heman demê gelê me yê Başûr piranî neçûne ser sindoqan. Ji bo ku tevlibûyîna hilbijartinê kêm bû, rayên wan jî rayên hizbên din jî kêm bûne. Ev çi dide nîşandan? Ev wî dide nîşandan ku gel, edî tu hizbê heyî wek pêşeng, wek îrade nabîne û hêviya çareserî yan jî serketinan di wan de nabîne. Wekî ku serketine nîşan didin lê bila vê yekê baş zanibin ku di hilbijartinan de jî derket, ger bi rastî jî hêviyeke gel bi van hizb û rêxistinan hebûya, rêjeya beşdarbûnê di vê astê de nedibû, yanî em dikarin bêjin gel bersiva xwe di vê hilbijartinê de daye, heviyê gel derveyî tevgera me ya azadiya Kurdistanê, derveyî fikir û felsefeya Rêber Apo bi tu hizbekî ku bikaribe pêşengî gelê kurd û Rojhilata Navîn re bike nîne. Carna propagandayên xwe de vî didin nîşandan ku ka Tevgera Azadiyê çi kiriye ji bo gelê kurd? Ger hilbijartineke azad, serbixwe, li gorî qanûnên dinyayê hebe û ger bihêlin Tevgera Azadiyê jî li her derê bikeve hilbijartina dê wê demê fêm bikin ku ka Tevgera Azadiyê çi kiriye ji bo kurdan. Em li vê derê mînakek bidin; HDP partiyeke kurd a Tirkiyeyê ye û bi serê xwe 6 milyon ray girtiye, ev ne hindik e û PDK pêwîst e vî bizanibe. Tevgera Azadiyê li başûrê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bikeve hilbijartinan ew ê giştî rayan jî bigire. Yên ku bûne dûvikê dijminê dagirker û ji qewm, dîrok û mirovahiya xwe re xiyanet dikin, pêwîst e vî bizanibin. Hêviya gelên Rojhilata Navîn, Tevgera Apocî ye. Gelên Rojhilata Navîn wek fikir-felsefe, pergal, têkoşîn jî paradigmaya Rêbertî dipejirîne. Dijmin çi jî bike gel vî tiştî esas digire û ev jî serdemeke nû li Rojhilata Navîn çêdike. PDK vê yekê baş bizanibe û xwe bi Tevgera Apocî re qiyas neke.

Îran niha bi tevahî di bin dorpeçê de ye

Îran (Heşdî Şabî) di hilbijartinan de bin ket. Bi giştî 14 kursî derxist lê di hilbijartinên berê de nêzîkî 50 kursî yên wî hebûn. Ev çi nîşan dide? Ev dê nîşan dide ku civakên Iraqê ne Tirkiyeyê dixwaze, ne Îranê dixwaze, ne Amerîkayê dixwaze û ne jî tu kesî dixwaze, tenê îradeya xwe, xwe rêvebirinê dixwaze. Dibêjin bila kes mudaxaleyê me neke, em ê xwe bi xwe birêve bibin.

Îranê bi sîstemê xwe ya dagirkerî ve hêdî hêdî dixin çemberê. Ji milekî bi şerê Ermenistan-Azerbeycan, ji milekî din bi şerê Afganistan-Talîban û niha li Iraqe jî wî hedî hedî bêkêr dikin û ji vî milî jî çemberê teng dikin. Dixwazin Îranê bi vî şeklî teslîm bigirin. Îran pîştî mirina Qasim Suleymanî li Iraqê windahiyeke mezin jiya. Ev windahî hem leşkerî bû ku pê re prestîj winda kir hem jî rêxistinî bû ku pê re gel winda kir. Yanî NATO dixwaze hêdî hêdî bandora Îranê li Iraqê xilas bike. Ji bo Îranê ev binketineke dîrokî ye. Îran ev binketinê qebûl nekir, xwest mudaxele bike û li ser vî esasî Fermandarê Sipahi Quds roja piştî hilbijartinan veşartî şand Iraqê. Çima wisa veşartî hat Iraqê, sedem çi bû? Ji bo ku plansaziyên xwe yên hilbijartinan û merheleyê pişti hilbijartinan dixwestin bikin. Ev plansaziyên wan li Bexdayê vala derketin. Îran di milê siyasî û dîplomasî de jî li Iraqê şikest. Ji bo vî jî ew ê îtîrazan pêş bixîne û hewl bide ku hikûmet çênebe. Ev bibe sedem ku li Iraqê çalakiyên bê qanûnî çêbibin. Gelo sedema binketina Îranê çi bû? NATO-Amerîka ew serok-eşîrên şîa yên ku destek didan Îranê hemû bi pere kirîne. Li kêleka wî edî pir zêde bawerî bi sîstema Îranê jî nemaye. Ji bo vî hema bêje piranî girseya wan aliyên xwe guhertin. Heman demê hatina Îranê ji bo Iraqê jî mudaxeleyeke leşkerî ye. Jixwe berê hilbijartinan jî bi Kazimî re, bi hêzên heremî yên hevkar re hevdîtinan kirin. Hevdîtina wan li ser çi esasî bû, çi gotin? Gotin ku piştî hilbijartinan pêwîst e ew hizbên ku li rojhilatê Kurdistanê têdikoşîn, li Başûr derxin û bê çek bikin, nexwe ew ê hemûyan tune bikin. Dewleta Îranê pêwîst e vê ya baş bizanibe ku civak edî wek berê nayê meşandin. Ev binketina wî di asta herî jor de li ser Îranê bandor bike. Ji sehaya Rojhilata Navîn bi taybetî jî ji Iraqê gavek paşde biavêjê.

Talîban jî niha bi rengekî aktîf bandor li ser Îranê dike. Ji bo ku her diçe tehdît li ser zêde dibin, wek berê me gotibû; hikûmeta niha jî bi hatina Reîsî ve bû hikûmeteke leşkerî. Ev hikûmeta leşkerî li ser gel zext û zorek hin kûrtir bi şêwazên cur bi cur bimeşîne. Heta ku ev hikûmet serwer be, ew ê pergala Îran her ku biçê zêdetir bibe leşkerî. Ew ê Reîsî hewl bide hemû muxalîfên xwe, ne bi şêwazek lîberal bi şêwazek hişk serkut bike, bixwaze tune bike.

Îran şerê Ermenistan-Azerbeycan ji xwe re cidî negirt. Çawaniya vî şerî pêwîst e Îran baş bizanibe. Ev şer hemleyek bû û di encamê vî şerî de beşek sînorê Îranê ket destê tirkan. Li ser vê encamê wextê Erdogan got şerek li ser ava Aras e, ev gotin tê çi wateyê pêwîst e Îran baş bizanibe. Ji ber ku ev şer hemleyek bû ji bo derdorê Îranê çemberkirinê, belkî Ermenistanê hin cihên xwe ji dest dan, tişta ku di raya giştî û çapemeniyê de derket ê ku di şer de encam negirt Ermanistan bû, yê ku serket jî Azerbeycan bû lê yê ku derbe li wir bixwe Îran e, sînorê wê bi Azerbeycanê re û dewleta tirk, Erdogan dixwazin xwe li vir rêxistin bikin, dixwazin xwe li wir bi cih bikin, Tirkiyeyê endamê NATO ye. Lewma Azerbeycanê Xerbî ji Tebrîzê heta çiyayê Araratê dixwazin xwe bi rêxistin bikin û li wir Îranê tengav bikin. Dixwazin ji Xoy, Selmas heta Tebrîzê bigirin. Dixwazin kurdan bi tevahî li vir jî tasfiye bikin û ji nav bibin, ji ber vê yekê hem siyaseta parçekirina kurdan, hem kurd û gelên li vir bi hev re dijîn kirina dijmin û bi vî rengî dijmintiyê avakirin, ji xwe re dikin hedef, gelê kurd û azerî li vir bi hev re dijîn. Lê belê siyaseta li vir tê meşandin, siyaseta osmaniyan e. Di vir de du armancên sereke hene, yek dewleta Tirkiyeyê dixwaze siyaseta osmanî bimeşîne û xeyalên xwe yên Osmaniya Nû pêk bîne ya duyemîn NATO di bin navê Tirkiyeyê de dixwaze Îranê tengav û parçe bike û dewlemendiyên li vir hemû ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ji ber vê dîtina vê siyasetê û li ser vî esasî têkoşîn girîng e.

Ya din Îran hêdî hêdî teslîmê sîstema kapîtalîzmê dibe, mecbûr dibe ku xwe teslîm bike, ambargo heye, ji derve wê tengav dikin û di hundir de jî difetisînin. Li hemberî êrîşên pir alî di sîstema wê de gelek kun çêbûne û sîstem dewleta Îranê mecbûr dike ku jê re hin deriyan veke. Li hemberî Amerîka nerm dibe, çima ji ber êdî bi xwe nikare tehamûl bike û hêza wê têr nake, ji ber bi tu awayî xwe naspêre civak û gelên xwe. Îran ji ber dînamîkên xwe yên hundirîn re li hev nayê, ev rewş dihêle ku bi rengekî cuda were tengavkirin û bi sîstemê re bibe yek. Ev hemû şerê ku dimeşe çi ye, Tirkiye û dewletên derdorê Îranê, dixwazin Îranê teslîm bigirin, niha pêşengtiya vê dikin. Hilbijartina Iraqê ji bo Îranê derbeyek e, serketina Talîbanê li Afganistanê derbeyek e, şerê Ermenistan û Azerbeycanê ji bo Îranê derbeyek e. Ev binketina Îranê ye, di milê siyaset û dîplomasiyê de binketin heye.

Berxwedan û têkoşîna gel û gerîla dê komployê bi temamî têk bibe

Di milê din de gelê kurd bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê têkoşîna xwe dimeşîne, wek tê zanîn ev meh meha komployê ye, dewletên dagirker û sîstema sermayedar bi parçekirin û nakokî avakirinê re hiştine ku li herêmê her tim şer û pevçûn hebe, ji ber gelê kurd tevî hemû êrîş û komployan serî natewîne û berxwedaniya xwe didomîne, her tim rûbirûyê komployan hatiye û tê. Gelên herêmê her tim dixwazin bi hev re û azadî bijîn û li ser vî esasî her gavên wan ji bo jiyaneke serbixwe û azad rûbirûyê êrîş û komployên hovane hatine. Bi taybet di vî sedsalî de gelê kurd dehan car rêber û pêşengên xwe lê belê hêzên komploger xwestiye vê ya ji holê rabikin û pêşengên wan tune bikin. Heta niha her tim bi vî rengî kirine. Pêşewa Qazî Mihemed, Simko Şikakî, Kak Fûat (Mûstafa Sûltanî), Qasimlo, Şerefkendî li ser vî esasî tunekirin. Ev kesên ku rêberê gelê xwe bûn ku dixwestin bi azadî û wekhevî bijîn, ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin, ev daxwaza wan tu carî nedihate qebûlkirin. Van kesana ji bo civaka xwe şer kirin lê beramberî komplo û sêdarê hatin. Dîsa jî ev nikare her tiştî xilas bike, civaka gelê kurd dixwaze azad û wekhev bijî û lewma têkoşîna xwe bernade. Li rojhilatê Kurdistanê jî bi derketina têkoşîna Tevgera Azadî, azadiya xwe, têkoşîna xwe di Rêber Apo de dît û xwe pê re kir yek. Niha hêviya xwe di Tevgera Azadî û Rêber Apo de dibîne, di vê oxirê de bedelan dide.

Dema em li dîrokê baş binêrin, em ê dijminê xwe baş nas bikin. Ji bo vê civaka kurd, têkoşîna kurd her tim bi komployê re rûbirû maye. Heman tişt ji bo Rêber Apo jî hat kirin. Ji bo civakeke azad pêk neyê û wan xwest dîrokê dubare bikin û li ser vî esasî bi girtina Rêber Apo Tevgera Azadiyê ji holê rabikin. Lê belê Tevgera Azadî weke hareketên berê nîn e, bi girtina Rêber Apo her tişt neqediya, ji berê zêdetir mezintir û bilindtir bû, gel zêdetir tev li têkoşînê bû. Komplo îro bi rengekî cuda li ser gelê me, tevgera me û Rêber Apo berdewam dike. Lê komplo nikare encam bigire û em ê komployê vala derbixin.

Her çi qas em bedelên giran jî bidin, em ê serkeftinê bi dest bixin. Dijmin, dagirker û hevkar divê vê ya bizanin ku têkoşîna me ji her demê zêdetir mezin û berfireh e.

MÎT û PDK dixwazin li Ûrmiyeyê tevliheviyê çê bikin

Mijareke din jî li Ûrmiyeyê li ser gelê me yê vir, siyaseta tê meşandin e. Weke tê zanîn li vir gelên me yên kurd û azerî bi hev re dijîn, gelekî welatparêz in, dehan şehîdên me yên vê herêmê hene, weke Tevgera Azadî me bi dehan şehîd dane. Heval Hêmin heye, dehan hevalên bi vî rengî hene. Selmas jî heman awayî, pir bedelên mezin dan, yek ji van hevalana heval Leşker e, piştî esîrbûna Rêber Apo, xwest bibe hêviyekî civaka azad, dagirkeriyê qebûl nekir, berê xwe da refên gerîlayê azadiya Kurdistanê û bû fermandarê serdemê. Di gelek qadan de bi salan têkoşîneke bênavber meşand û ji bo jiyaneke azad di asta herî jor de pêşengtî kir. Gelê me yê Selmasê, pêwîst e xwedî li şehîdên xwe yên qehreman derkevin. Dîsa li Mako, heval Dara, heval Şîrîn hene, heval Şîrîn li hemberî dijmin berxwedaniyeke pir mezin meşand, kolebûn û teslîmbûnê qebûl nekir û di oxira jiyaneke azad bijî de têkoşîn meşand û bi vî rengî çû ber benê sêdarê. Berxwedaniyeke mezin niha li zindana dagirkeriya Îranê di şexsê heval Zeynep Celaliyan de tê meşandin. Gelê me yê Mako divê xwedî li şehîdên xwe û berxwederên xwe yên bi vî rengî derbikeve. Dayikên me, keçên ciwan, xortên ciwan ên Mako, tev li vê berxwedaniya pêş dikeve, bibin.

Dîsa li herêmê Kotol, Xoy, Elend bi dehan şehîdên me yên mezin çêbûn, heval Rizgar, Hogir, Kanî (Fesîh) hene. Civaka me ya vir, civakeke welatparêz e, divê xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Herî zêde di sala 99’an de xwedî li Tevgera Azadî û Rêber Apo derket yek jî ev herêm e, lewma xwedî derketin li vir di asta herî jor de be. Her wiha gelê me yê azerî jî wisa şehîdên mezin ên qehreman çêbûn, heval Salar yek ji van hevalan e ku li Xakûrkê heta Botanê gerîlatî kir, fermandarî kir û bû pêşengê jiyana azad. Bi taybet li Xakûrkê di çarenûsa pêvajoyê de rola wî pir mezin bû. Di şexsê heval Salar û dehan hevalên me yên azerî de, di rastî de nijadperestî, netewperestî û desthilatdariya sîstemê hat şikandin û îro ev ji her demê zêdetir berdewam dike û bilind bûye.

Niha li vê herêma me hin kesên di bin navê PDK’ê, Tirkiyeyê de dixwazin xwe bi rêxistin bikin û dibêjin em ji bo vê civakê şer bikin û bi vî rengî propaganda dikin, lê divê gelê me bizane destê MÎT a tirk tê de ye, destê PDK’ê tê de ye, em baş dizanin ku ji bo gelê me tu tiştek naxwazin bikin, gelê me jî di ferqa vê de be, Poldeşt, Qelenî, Şûtê, Çaldiran, Selmas û hemû navçeyên derdorên wê, Kotol û derdorên wê, gelê me yê li van deran di ferqa van kesan de bin û nehêlin xwe li wan deran bi cih bikin. Dixwazin Tevgera Azadiyê reş bikin û weke ku ew têkoşîneke rast dimeşînin nîşan bidin. Lê ev bi destê MÎT’a tirk tê meşandin. Li ser bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê derbas dibin, yan li ser Mako yan li ser Kotolê dikevin hundir, bi rêya Barzanî dixwazin li wir tevgereke alternatîf ava bikin. Gelê me li hemberî vê hişyar be. Ji Esenderê heta Gilîdaxê dewleta tirk dixwaze niha dîwar çêbike. Çima? Ji ber gelan ji hev qut bike, nehêle destek bidin hevdu û di nav van sînorên dîwar çêkirî de parçe bike. Em kurd in her du milî sînor em kurd in, em yek civak in lê dijmin dixwaze me parçe bike. Dewleta dagirkeriya Tirkiyeyê niha çi tîne li ser civaka me ya Bakur, heman tiştî ji bo Rojhilat jî dike. Ew qas zarokên wan şehîd ketine, zarokên Kotol, Selmas, Ûrmiye di Tevgera Azadî de şehîd ketin, bedelên mezin hatin dayîn, ev hemû di rêya rast de şehîd ketin. Ji ber vê yekê civaka me li hemberî van kiryarên dijmin hişyar be, em dizanin civaka me pir fedakar û welatparêz e û zû bi zû bi van naxape. Lê li hemberî van kiryaran hişyarbûnek pêwîst dike, bi aqilane û rêxistinî tevgerîn pêwîst dike. Kesên bi vî rengî derdikevin divê qebûl nekin, wan biqewitînin. Niha PDK dixwaze tengasiya xwe wisa derbas bike, lê em dizanin niha hevkariya dewleta dagirkerê tirk dike. Di şoreşa Mahabadê de, di pêşengtiya şehîdê nemir Mihemed Qazî de dest pê kir, di dîrokê de derbeye herî mezin li vê şoreşê daye, pêşmerge şehîd xistiye, tevgera PDK’ê ye, belge hene, hin kesên van kirine weke deng di destê me de hene, çi li serê Komara Mahabadê û gelê me anîne em dizanin, bi taybet gelê me yê li Mûkriyan, gelê me yê Nexede, Şino, Piranşar, Serdeşt bizane. PDK tiştekî ji bo gelê kurd nekiriye, nake û nikare bike jî. Ji ber di bin kontrola dewletên dagirker de ye, ger gavek jî biavêje dê wê tune bikin. Lewma gelê me di zanebûna vê de be û hişyar be.

Erk dikeve ser ciwanên me yên Ûrmiye, Selmas, Kotol, Xoy pêwîst e civaka xwe biparêzin, kesên bêexlaqî dikin divê qebûl nekin, her tişt bi gerîla nabe; civak li hemberî van were birêxistinkirin û têkoşîn bimeşînin. Ciwanên me çi pêwîst e, divê li ser rawestin, ev erkê me yê hemûyan e. Kesên xirabî dikin, dibin cehş, madeyên hişbir belav dikin, li hemberî van hemû sekneke xurt pêwîst dike. Lê ev tenê bi yek yek na, xwe bi rêxistinkirinê, xwe kirina yek ve dibe. Têkoşîneke çawa pêwîst bike, ciwanên me jî li ser wî esasî têkoşîn bimeşînin.

Ji bo hemû ciwanên me yên rojhilatê Kurdistanê, Îlam, Kirmaşan, Merîwan, Sine, Pawe, Hewraman, Ciwanro û bajarên din, xwe bi rêxistin bikin û beşdarê jiyana azad, beşdarê refên gerîla, beşdarê jiyana bi rûmet bibin. Dijmin ji me re jiyan nahêle, nehiştiye, weke mucesemeyek (peyker) hundirê me vala dike, me ji çand û dîroka me dûr dixe. Gerîlayên Kurdistanê, di pêşengtiya PJAK’ê de li hemberî vê têkoşîneke dîrokî dimeşîne, lewma her ciwanên me divê berê xwe bide Tevgera Azadiyê, refên gerîla, em ê bi vî rengî bi hev re li hemberî dagirkeriyê şer bikin û civakeke azad ava bikin.

Di milê din de ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes zêdetir têkoşîna xwe mezintir bike, dayikên me di vê milî de mînakên ber bi çav in. Rola ku dikeve ser milê wan pir mezin e, ji ber êşa herî mezin li Kurdistanê dayikên me kişandine, ji ber vê yekê pêwîstî herî zêde li Rojhilat û Îranê di yekitî de cih bigire dayikên me ne.

Herî dawî em dibêjin dem dema azadkirina Rêber Apo ye, azadkirina Kurdistanê û civaka azad e.” ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar