Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya tirk de ketin rojevê û Erdogan ji bo xwe kir amûrekî propagandayê ku wê bi van peywendiyên li gel Esed re li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li dijî kurdan bikevin tevgerê.

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan ji Moskowê re û hevdîtina li gel serokê wî welatî Pûtin, rayedarên tirk zêdetir agahiyên derbarê hevdîtinên fermî di navbera Şamê û Enqereyê de belav kirin ku wê li Bexdayê di rojên nêz de pêk were.

Her wiha Hakan Fîdan beşdarî bernameyeke televîzyoneke tirk bû û eşkere kir ku ew dixwazin komên “Muxalîfê” ku dewleta tirk wan bi rê ve dibe li dijî Rêveberiya Xweser bi hêzên rejîma Şamê re bikin yek. Bi van daxuyaniyên li ser hev re, di 30’ê hezîranê de li bajarê Qeyseriyê bêserûber êrîşî sûriyeyên li wir hat kirin, mal û erebeyên wan hatin talankirin û şewtandin. Bi belavbûna van dîmenan re, di 1’ê tîrmehê de li herêmên ku dewleta tirk dagir kirine, her kes rabû ser piyan. Li her derê ku dewleta tirk alên xwe bilind kiribûn, hatin şewtandin, avêtin û li gelek deveran jî pevçûn derket. Her wiha xwepêşandan jî çêbûn û dirûşmên wan ew bûn ku divê dewleta tirk ji axa Sûriyeyê derbikeve. Heta ku min ev nivîs dinivîsî, gelek kes bi taybet li Efrînê bi destê komên turkmen ên ser bi Tirkiyryê û leşkerên wê ve hatin kuştin. Dîsa li gelek bajarên Tirkiyeyê jî komên nijadperest bi otombîl û motoran bi nava kolanan diketin û kîjan sûriyeyî yan ereb dîtibana, ew didan ber lêdanê.

Ev hinek bûyerên ku qewimî bûn me qala wan kirin, lê rejîma Şamê û dewleta tirk wê çima li hev werin? Ya dewleta tirk dixwaze ew e ku kurd bê statû û maf werin hiştin û rejîm qebûl bike da tev de êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikin. Hemû sûriyeyên koçber neçar bikin ku ji Tirkiyeyê derbikevin û zextekê li Ewropa û Amerîkyêa jî bike ku yan kurdan ji wê re bike qurban an jî ew ê dorpêça li ser rejîma Şamê bi riya peywendiyên xwe bişkîne. Li aliyê din, rejîm wê çima û çawa qebûl bike bi dewleta tirk re ku bû sedema wêrankirina Sûriyeyê peywendiyan vegerîne? Gelo wê şertê vekişîna leşkerên dagirker ji axa Sûriyeyê pêk were yan wê dewleta tirk xwe bike pira ku rejîma Şamê ji tecrîdê derkeve?

Ger rejîm difikire ew ê lihevkirina bi dewleta tirk re li ser berjiwendiya Sûriyeyê be, bila dagirkirina Lîwa Îskenderûnê bîne bîra xwe ku çawa beşek ji axa vî welatî bû û dewleta tirk dagir kir. Ger difikire ew ê van peywendiyan bike amûrekî ku Rêveberiya Xweser teslîm bigire, ew ê di vê de jî şaş be. Ji ber Rêveberiya Xweser û miletên li herêmê wê qebûl nekin rewş vegere wekî beriyaa 2011’an an jî bibe hêlîna terorê wekî cihên dewleta tirk dagirkirine.

Rêveberiya Xweser û kurdan ji destpêka aloziya Sûriyeyê bang li hemû aliyan kirin ku baweriya xwe bi dewleta tirk neyînin ku ew tenê ji bo berjiwendiyên xwe tev digere û dema karê xwe bi wan biqedîne, ew ê hemûyan bavêje çopê, lê wan aliyan ku ji xwe re digotin muxalîfeta Sûriyeyê ku Erdogan bavê xwe yê ruhî bi nav dikrin û digotin ku ew Sultanê me ye! Sultanê wan karê xwe bi wan qedand û niha li qadê derxistiye bazarê û ka wê kî bikire!

Nûçeyên Têkildar