Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Dewleta tirk wê hesabê her kiryarek xwe bide’

Armanc bal kişand ser sûcên dewleta tirk ya li Kurdistanê dike û got: “Di serî de Dersim û Botan li her her qada Kurdistanê li ser civak, xweza û çandê êrîşên mezin têne kirin. Hevkarên wan jî em nas dikin. Wê hesabê her kiryarê teqez were pirsîn.”  

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û li ser mijarên di rojevê de ne, axivî.

Hakî Armanc destnîşan kir ku tevgera wan tevgereke mirovî ye û bi bîr xist ku piştî rûdana erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê, bi biryara Hevserokatiya Konseya Eêveber a KCK’ê wan biryara agirbestê dan.

Hakî Armanc got, “Biryareke di cih de bû û mirovî bû. Lê belê dewleta tirk ev biryar jî bi rengekî cuda bi kar anî û êrîşên xwe yên li ser Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr û Şengalê zêde kir. Careke din aşkere bû ku dewlet û desthilatdariya tirk para xwe ji mirovahiyê negirtine.”

Hakî Armanc anî ziman ku hingî gelek çalakiyên gerîla dihatin lidarxistin, dewleta tirk xitimî bû, şert û mercên demsalê gelekî guncaw bû, plansaziyeke wan a xurt ji bo çalakiyan hebû û got, “Piştî vê biryarê me plansaziya xwe ya çalakiyan hemû betal kir. Hem erdhej bû, hem jî gelê me û gelên Tirkiyeyê gelekî êş kişandin. Piştre jî ji xwe pêvajoya hilbijartinê destpê kir. Lewma agirbest hate dirêjkirin û em hatin hezîranê. Di vê pêvajoyê de dewleta tirk a faşîst û nijadperest careke din nîşan da ku di şer de israr dike.”

Ji fermandarên HPG’ê Hakî Armanc diyar kir ku dewleta tirk salên dawî êrîş zêde kir û got, “Di serî de Dersim û Botan li her her qada Kurdistanê li ser xweza û çandê êrîşên mezin têne kirin. Bi rêk û pêk daristanên Kurdistanê têne şewitandin. Li hin deveran bendav têne çêkirin, li hin deveran rê têne çêkirin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin. Hin kes jî tevlî vê talankirina xwezayê dibin, bi dewleta tirk re hevkariyê dikin. Em baş zanin bê ew kî ne. Îhaleyan distînin, her roj sûcên xwe zêde dikin, hesabê vê yekê wê teqez bê pirsîn. Tê zanîn bê ev kes kî ne, ew bi xwe jî bi xwe zanin.

Di serî de xelkê me yê Botanê, gelê me yê Kurdistanê divê li ber talankirina xwezayê rabe. Gelê me ji aliyê aborî ve tengav bûye, dijmin li Kurdistanê polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne. Divê gelê me teqez tevlî polîtîkaya dewleta tirk a talankirina xwezayê nebe. Bêguman pirsgirêkên aboriyê hene, lê belê çi dibe bila bibe divê nebe amûrek ji van polîtîkayên dijmin re.”

Hakî Armanc careke din bi bîr xist ku dijmin agirbest ji xwe re kir firsend, êrîş zêde kir û got, “Di van êrîşan de hin hevalên me şehîd bûn. Dijmin jî gelek windahî da. Li eyaleta me ya Amedê 13 leşkerên dagirker hatin cezakirin. 4 hevalên me şehîd bûn. Hevalên Dilgeş, Bawer, Masûm û Zîn şehîd bûn. Hevalên hêja bûn ku demeke dirêj li wê derê kar dikirin. Li herêma Bagokê êrîşên dijmin çêbûn. Hevalên me 8 dagirker ceza kirin. Di van êrîşan de hevalê me Bahoz şehîd bû. Her wiha li Botan-Bestayê operasyonên mezin ên dijmin çêbûn. Hevala Leyla jî di nav de 7 hevalên me yên jin şehîd bûn. Di êrîşa dawî de jî li 2 deveran şer qewimî, heval Rençber, heval Bawer bi rengekî fedaî bersiv dan dijmin. Di vî şerî de ku herdu hevalên me şehîd bûn, dijmin gelek kuştî dan. Hevalên Şerger û Dilşêr şehîd bûn. Hevalên me li hemberî êrîşan xwe parastin. Dewleta tirk giraniyê dide ser êrîşên bi teknîkê û hewayî. Her wiha bi rêya ajanan hewl dide cihê hevalên me tespît bike. Gerîla jî wê êrîşeke bi tenê ya dijmin bê bersiv nehêle.”

Fermandar Hakî Armanc diyar kir ku li her derê dijmin êrîş dike, gelê kurd qetil dike û got, “Li Başûr, Rojava, Mexmûrê her roj êrîş dike, şehîd tê dayin. Yanî plana qirkirinê di dewrê de ye. Li hemberî vê yekê jî tu wateya biryara agirbestê nema. Divê her kes rewşê bi vî rengî binirxîne. Ji niha û pê ve çalakiyên me wê dewam bikin. Hesabê êrîşa li ser gelê me, hesabê şehîdên me, hesabê kuştina zarokên kurd wê teqez bê pirsîn. Gerîlayên Kurdistanê li dijî faşîzmê wê li her derê bi rola xwe rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar