Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Dewleta tirk ya terorîst komkujiyan didomîne’

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)ʹê anî ziman ku tevî felaketa erdhejê jî, dewleta tirk a terorîst  şerê qirêj û planên tunekirina kurd û pêkhateyên herêmê didomîne. TEV-DEMʹê li hemberî êrîşên dagirkirinê banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê û hêzên nîştimanî kir.

TEV-DEM’ê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEMʹê daxuyand ku dewleta tirk a dagirker guh nade nirxên mirovî û exlaqî û siyasetên xwe yên li dijî îradeya gelên herêmê didomîne.

TEV-DEMʹê got: “Wekî her car dewleta tirk a dagirker a faşîst siyasetên bi sûc ên terorî li dijî îradeya gelên herêmê pêk tîne. Guh nade nirxê mirovî û exlaqî yên van gelan. Dewleta tirk mercên dijwar û zehmet ên ku gel ji ber karesatê erdhejê tê re derbas dibin, bi ber çavan de derbas nake. ”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ʹʹHikumeta AKPʹê û hevkarê MHPʹê bi hev re û bi awayekî plankirî niyetên xwe yên erênî yên xirab ên ku rastiya wan a derexlaqî ya li dijî îradeya tevahî gelên Tirkiye û herêmê aşkere dike, vedişêrin. AKP-MHPʹê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin. Ev hikumeta terorîst deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civak û çandên civakê  nesekinandine.”

TEV-DEM daxuyand ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewama polîtîkayên qirkirinê ne û wiha got: “Bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi rêya torên îstîxbarata faşîst a tirk nirxên gel têne hedefkirin. Dixwazin şaneyên veşartî yên terorê li gelek herêman ji Şehba, Kobanê, Qamişlo, Heleb heta Şengalê  geş bikin. Di encama van êrîşan de hejmarek welatî û şervanên ku teror tune kirine, şehîd bûn. Ev dide diyarkirin ku dewleta tirk ya dagirker a faşîst siyasetên xwe yên qirkirinê li dijî gelê me yê berxweder didomîne. Ev yek asta kîn û nefreta wê ya li hemberî çandên dîrokî yên gelên herêmê nîşan dide.”

TEV-DEMʹê bang li pêkhateyên herêmê û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên nîştimanî kir ku alîkariyê bigihînin herêmê wêrankirî û ji her demê bêtir li hemberî êrîşeke muhtemel a dewleta tirk hevgirtî bin.

TEV-DEMʹê di dawiyê de got “Banga me li dewletên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku bi hestiyarî rewşa mirovî ya karesatî dişopînin ew e ku xeteriya zêdebûna êrîşên dewleta faşîst ên li dijî gelên herêmê bi giştî û Şengalê bi taybet bibînin û ji bêdengiya xwe derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar