Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewletê 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Ocalan birî

Ev zêdetirî saleke agahî ji Ocalan nayên girtin. Hêj dema qedexeya hevdîtinê ya bo 6 mehan ne xelas bûyî, dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan li Ocalan birîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev zêdetirî saleke li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin û tu agahî jê nayên girtin. Hêj qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan bi dawî nebûyî, dîsa cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Ocalan hate birîn. Dema qedeya hevdîtina bi parêzeran re di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re di 29’ê nîsanê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Ev daxwaza parêzeran ji hêla dadgeriyê ve hate redkirin.

Dadgeriyê di sedema redkirinê de diyar kir ku di 13’ê nîsanê de cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birîn. Dadgeriyê derheqê sedema qedexeyê de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

Biryara qedexeya behsa xeberê di 22’yê nîsanê de bêyî ku parêzer bên agahdarkirin teqez bûbû. Parêzeran jî li dijî vê biryarê di 6’ê gulanê de li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê îtîraz kir.

 Çi bûbû?

Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû Ocalan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” a bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî bersivandina vê serlêdanê parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 12’ê cotmehê de hatibû dayîn, di 22’yê nîsanê de bi dawî bû. Li ser vê yekê parêzeran bi mebesta hevdîtinê gelek caran serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn. Parêzeran vêcarê jî di 29’ê nîsanê de bi daxwaza hevdîtinê dîsa serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.

Hevdîtina herî dawî di 2019’an de hat kirin

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara sala 2021’an de bi birayê xwe re li ser telefonê hevdîtin kir. Lê axaftin di nîviyê de hatibû qutkirin. Her wiha parêzerên Ocalan jî herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.

Cezayê disîplînê yê 3 mehan

Di heman demê de Serokatiya Lijneya Disiplînê di 3’yê sibata 2022’yan de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan dabû Ocalan û ev biryar di 21’ê sibatê de teqez bûbû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Ocalan di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye redkirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar