Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve dihatin birîn. Hefteya bûrî Amed û Mêrdîn jî hatin şewtandin û agir çend rojan nehat vemrandin. Vî agirî  dar û ber, mirov û ajal dan ber xwe. Vî agirî dilê kurdan şewitand. 

Her wiha dema min agirê bi van deveran ketî şopand, agirê ku Nemrûd li Rihayê pêxist û Hz. Brahîm avêt nav ket bîra min. Ev agir jî bi destê dewletê tirk ku bûye Nemrûdê vê demê hat pêxistin. Piştî çend rojan ji şewatê, gotin ku agir ji stûnên elektirîkê pekiya ye û bi pirêzên çandiniyê ketiye. Ev rast be jî ne rast be jî ne girîng e, lê çima ev agir nehat vemirandin balkêş bû. Çend rojan her der dişewitî û tevî ewqas saziyên dewletê yên xizmeta di warê agirkujiyê de hene, agir nehat vemirandin. Wekî ku dewlet bibêje; de bila her der bişewite û kes li ser vê erdîngariyê nemîne. Wekî ku bibêjin em ê tola encamên hilbijartinên şaredariyan a dawiyê bi vî agirî ji we hilînin.

Li aliyê din, me dît çawa xelkê Mêrdîn û Amedê bi derfetên xwe yên tuneyî li ber vî agirî sekinîn da vemrînin û di encamê de gelek can bûn qurban. Wekî ku dema avêtina Hz. Brahîm a agir de ji moriyê pirsîn; Ma ev çîlka avê ya te rakiriye wê çi ji vî agirî bike? Wê bersiv dabû û gotibû; Herî kêm ez ê zanibim ku di vê rê de dimrim. Xelkê Mêrdîn û Amedê di riya vemradina vî agirî de jiyana xwe jî danîn holê. 

Di esasê xwe de, ne di cih de ye ku kurd li benda dewleta tirk bin da ku were agirekî ku ew bûye sedem û ji xwe dixwaze her der bişewite, vemrîne. Pêwîst e xelkê herêmê bi xwe tedbîran ji niha û şûn ve bigirin. Derfet nebin jî divê bi rêbazên kilasîk karibin êdî tedbîran bistînin. Ma dilê kê neşewitî ku dema wêneyên ajalên kurdistaniyan ên şewitî li ser medyaya dijîtal dîtin? 

Her wiha ger qale rêxistinbûnê tê kirin, divê tevgera kurdan a li herêmê jî di vê meselê de bixebite û xelkê hişyar bike. Ji xwe me dît ku di dema şewatê de ji bilî DEM Partiyê û siyasetmedarên kurd kes nebû. Yên dilê wan li ser vî miletî bû, ew li cihê şewatê bû. Wekî ku siyasetmedara kurd Leyla Zana jî got; Agir bi kezeba me ket. Vî agirî tenê kurd êşandin. 

Di sêrî de xelkê Amed û Mêrdînê, bila serê gelê kurd sax be. Kurt û kurmancî, dewleta tirk sûcdarê vê şewatê ye. Lê Sûrên Amedê û axa Mêrdînê ji agirê dewletê mezintir in.

Nûçeyên Têkildar